Li Xezayê jinek dîl ku hat berdan sûcên dijî jinên girtî eşkere kir
Yek jî dîlên jin ên Filistînî, tenê nebû şahida şêlandina malbata wê ji aliyê hêzên Îsraîlê ve, di heman demê de xelkê Xezayê beriya ku bên girtin, mal û milkên wan bi awayek sîstematîk tên talankirin û piştre li girtîgehan rastî sûcên giran tên.
REFÎF ISLÎM
Xeza- Hêzên Îsraîlê li xala kontrolê ya leşkerî ya li ser cadeya Salahaddin ku diçe herêmên Bakur û başûrê Zîvalaya Xezayê ku wek ‘stargeha bi ewle’ ava kirin, jina ciwan a bi navê Esil Ebu Zayîde binçav kirin. Ew li gel malbata xwe ji herêma bakur derketibû, di encama êrîşkirina cihê lê diman de hemû birîndar bûbû û pêwîstiya wan bi tedawiyê hebû.
Ji ber pêwîstiya tedawiyê koç kirin
Esil Ebu Zayîde, hûrgîliyên wê rojê her wekî qaskî berê çêbûne ji ajansa me re anî ziman û got: “Di 22’yê Mijdara 2023’an de malbata min biryar da, koçî başûrê Xezayê bike. Ji bo bizane ev rêwîtiya zor dê çawa be em li xizmên xwe geriyan. Em neçar man rêya 15 kîlometreyan biçin û tenê destûr dihat dayîn kêmek tişt em bi xwe re bibin. Ji ber hêzên Îsraîlê, li kesên ku tiştan birin jî di dawiyê de davêtin û gule lê dibarandin. Lê belê pirsgirêk ne tenê ev bû. 2 roj beriya derketina ji malê, mala li kampa Cibaliye ya ku em lê diman bû hedefa êrîşan. Em hemû birîndar bûn, birayê min mir. Birînên birayê min ê din hebûn. Dema me bir nexweşxaneyê av bi serê wî de kirin û serê wî pêçan. Bê dezenfektan, ji me re gotin birînê enfeksiyon girtiye û divê li başûr xizmeta tibî bigrin. Ji bo em kesek din jî winda nekin roja din em ketin rê.”
Cilên maye xezîneyek hêja ye
Ji ber sermayê, hemû cilên xwe li ser hevdû li xwe kiribûn. Gore, pantor, çekêt. Esîl di bin cilên xwe de çenteyek biçûk veşartibû, hemû pere û tiştên bi qîmet ên malbatê di wî çaneteyî de bû. Dayîkê kurê xwe yê birîndar hilgirt, ji xala kontrolê derbas bû, ji wê vê tiştên wê yên din bi ewle ne. Lê belê erkê destê xwişka xwe ya biçûk a 9 salî bigre, dabû Esîl.
Çavek li koçberan, çavek li tiştan
Esîl dema di xala kontrolê de derbas dibû, leşkerê Îsraîlî rengê cilên wê tarîf û kir û bangî wê kir. Lê ew ji nedîtî ve hat. Leşker vê carê xwişka wê ya biçûk û cilên sor tarîf kir. Esîl vegeriya, ji ber dizanî wê carek din bang neke û raste rast gule berde. Bi tiliya xwe ew îşaret kir û got ez. Leşker bi megofonê got ‘Na û hûn herdu herin aliyê din.’ Esîl wiha domand: “Dema ez nêzî leşkerê Îsraîlê bûm, leşker nasnameya min xwest û berê min û xwişka min a biçûk da navenda lêpirsîna leşkerî ya li wê derê. Min got xwişka min zarok e. Leşkeran piştî di nava xwe de axivîn qebîl kirin. Lê belê piştî çend kêliyan ew hişyar kirin. Got tiştekê ne tê de ye wek çenteyê pereyan.”
Ew keça biçûk xwe bi cilên Esîl girtiye digirî, dibêje ez bêyî wê naçim. Esîl jî jê xwest bi lez derbasî aliyê din bibe û dayîka xwe bibîne bêje xwişka wê hatiye girtin. Di nava qêrînên leşker û heqaretên wan de xatir xwest.
Piştre ew birin konek hêzên Îsraîlê. Li wê derê bi awaeyek tazî lêgerîn kirin. Hemû pere, zêr û hemû tişt jê hatin girtin. Esîl Ebu Zayîde ya 20 salî, da zanîn ku tenê nebû şahidê şelandina malbatê. Li wê derê tiştên gelek bi nirx hebûn. Telefonên modelên dawî, pere, zêr û çenteyên tije pere. Leşker jinan ne li gorî nêrînên siyasî, li gorî ganîmetên li gel xwe hildigirtin dibijartin. Hinek jê tenê ji ber şansên wan ên xirab dikevin destê wan.
Serîtewandina bi fermanan
Esîl Ebu Zayîde wiha got: “Ew şev gelek baş tê bîra min. Ez li ser kevirên cemidî razam. Dema min red dikir leşkerên jin li min didan. Sibehê destê min bi du kelemçeyan girêdayî ez birim cihek din. 5 jin esîr bûn. Çavê wan jinên girêdayî bi kolîmetreyan rê birin. Her yek ên mane, nizanibûn çi çêbûye, lê belê bi qamçiyên cemidî li wan didan. Zext didan ser wan ku pêlavên xwe derxin û bi lingê tazî dimeşandin. Yên îtiraz dikirin bi tundî li cihên wan ên hesas didan. Piştre çavê me girêdan û em xistina otubusekê. Me nedizanî em birine kuderê. Em gihîştin girtîgehek gelek sar. Ji ber dengê sîrenên li vê derê, min texmîn kir ku cihek derdora Xezayê ye. Mixabin li vê derê zorî li me kir ku em cilên xwe derxin, cilên qetiyayî û bêhna wan ne xweş li me kir. Em rastî gelek nexweşiyan hatin. Di nava me de jinek ducanî hebû. Di rê de zaroka wê ji ber çû. Ji bo bijîşk gelek caran got lê belê leşkeran guh neda wê.”
Li girtîgehê ne xew hebû ne xwarin
Esîl Ebu Zayîde da zanîn ku tu peyvek ku wê esaretê pênase bike tuneye û got: “Leşkerên Îsraîlê destûr nedidan em razên. Min gelek kîlo dan. Hema bêje qet xwarin nedihat dayîn, ya ku didan jî kevin bû nedihat xwarin. Tevî vê jî em rastî heqaretan dihatin û gefa kuştina malbatan dixwarin. Di 50 rojên esaretê de em ji malzemeyên paqijiyê yên şexsî û pedên hîjyenê bê par hatin hiştin. Bi caran ez birim lêpirsînê. Di sandelyeyek hesin de, di pozisyonek gelek xirab de ez didam rûniştandin. Dema min xwe dilivand, leşkerên jin li min didan. Pirsa malbata min, zanîngeh, xwişk û birayên min dikir, min bersiv dida. Lê belê dema pirsên siyasî ji min dikir dema min bersiv nedida gefa mirinê li min dixwarin. Em ne di hucreyek normal de, hema bêje em di qefesek lawiran de dihatin girtin. Li ser daran em radizan. Ne ranze ne jî paçek me ji sermayê biparêze hebû. Di nivê şevê de ji bo lêpirsînên ku nedizanî dihatim bangkirin.”
Vegera perwerdê
Bi taybetî bişev di bîra Esîl Ebu Zayîde de kêliyên li girtîgehê her zindî dibû. Ji girtîgeha li derdora Xezayê, birin girtîgeha ‘An T’ ya li Qudisê û ji wir jî birin kampa Beerşeva. Dema dê ew sewqî cihek din bihata kirin, hate berdan.
Hê ji ber belgeyên ku nedizanî naveroka wê çiye û bi Îbranî hatin nivîsîn bi zorê îmze kiribû ditirisya. Ji ber ne Erebî ne jî Îngilizî bû.
Esîl Ebu Zayîde îro vegeriyaye perwerdeya fakulteya dermansaziyê. Piştî hate gel malbata xwe, hewl dide desteka psîkolojîk bigre. Lê belê ji ber tiştên jiyan kiriye hinek caran zehmetî dikşîne ku hînî jiyanê bibe û bala xwe bide ser dersan. Tevî vê jî xwe mijûl dike û hewl dide ji van kêliyan dûr bikeve û di demek nêz de mezûn bibe.