Jin di warê aborî de xwe bihêz dikin
Weqfa Jina Azad li Sûriyeyê û Komîteya Aborî ya Kongra Star hewl didin jinan di avakirina aboriyek taybet de bihêz bikin û rê li ber beşdariya berfirehtir a jinan di bazara kar de vekin.

ŞÊRÎN MUHEMED
Qamişlo – Di nav guhertinên kûr ên siyasî û civakî yên ku ji destpêka şoreşê ve li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qewimîn e. Rêxistinên jinan wek hêzek bibandor derketine holê. Hewldanên van rêxistinan ne tenê bihêzkirina jinan di warê civakî û siyasî de sînordar bûne, ew di warê aborî de jî hatine pêşxistin. Ji ber ku serxwebûna aborî yek ji stûnên bingehîn ên bidestxistina wekheviyê tê hesibandin.
Rêvebera projeyên Weqfa Jina Azad Viyan Elî bal kişand ser armancên weqfê û wiha got: "Ji destpêka damezrandina xwe ve weqf ji bo bihêzkirina jinên Sûriyeyî û piştevaniya wê di warê aborî de dixebite. Aborî bingeha civakek azad û hevgirtî ye. Ew sala 2014'an li Qamişlo bi navê Weqfa Jinên Rojava hate avakirin. Ji bo berfirehkirina xebatên xwe ew bû Weqfa Jina Azad li Sûriyeyê. Em bawer in ku bihêzkirina aborî ya jinan deriyek bingehîn e ji bo pêşveçûna wan di warên cûrbecûr de ye."
Mekanîzma xebatên saziyê û rêbazên pêşxistina wê
Derbarê kar û xebatên saziyê Viyan Elî wiha axivî: "Gelek komîte hene ku jinan di warê aborî de pêş dixin. Di dema serdanên me ji malan re û danasîna rewşa jinan ji aliyê komîteyan ve, piştre em hewl didin projeyên guncav ji jinan re ava bikin. Em perwerdeyan vedikin û jin bi riya wan xwe bihêz dikin, her wiha hînî rêvebirina projeyan dibin. Li kêlek wê perwerdeyên girêdayî dirûtin, kuafor, hunerên destan û pîşeyên din ên ku alîkariya jinan di rêvebirina projeyan de dikin, tên vekirin."
Şoreşa Rojava vejînek ku rastiya jinan guherand
Di dawiya gotinên xwe de Viyan Elî qala xebatên jinan piştî şoreşa rojava kir û wiha pê de çû: "Beriya şoreşê derfetên kar ji jinan bi taybet jinên nexwendî re gelek kêm bû. Lê niha bi perwerdeyan hebûna jinan di nava qadên kar de zêde bûne. Tevî destkeftiyên me bidest xistine, hin jin hene ku bê proje û kar mane. Em ji bo vê xebatên xwe dijwartir dikin û giranî didin jinên gundan ji bo ku di warê aborî de bihêz bikin."
'Em rola jinan li gor prensîbên Netewa Demokratîk çalak dikin'
Rêvebera komîteya Aborî Jin a Kongreya Star Rozelîn Bekir tekez kir ku rola jinan di warê aborî de li gor prensîbên Netewa Demokratîk çalak dikin û got: "Şoreşa Rojava xalek girîng di warê bihêzkirina jinan di qada aborî de ava kir. Komîteya Aboriya Jin rola xwe di zanekirin û pêşxistina jinan di warê aborî de lîst. Me gelek proje avakirin da ku jin xwe di warê aborî de pêş bixe û serxwebûna xwe îlan bike."
'Bang li jinan dikin ku aboriya xwe bihêz bikin'
Rozelîn Bekir di dawiya axaftina xwe de bang li jinên herêmê kir û wiha vegot: "Em bang li her jinekê dikin ku beşdarî projeyên aborî bibin û xwedî li hêz û îradeya xwe derkevin. Em jî di warê piştevanî û destekdayînê de her amade ne û hemû jinan di nava xwe de dihewînin. Di heman demê de em jinan di warên bîrdozî û madî de jî bihêz dikin."