Dayikên Şemiyê: Heta heqîqet dernekeve holê em ê têbikoşin
Dayikên Şemiyê di çalakiya vê hefteyê de gotin ku aştî tenê dikare bi bîra civakî, edaleta tam û pejirandina mafên mirovan pêk were. Dayikan destnîşan kir ku heta heqîqet dernekeve holê dê têkoşîna xwe bidomînin.

Stenbol – Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê çalakiya xwe ya 1051'emîn li Qada Galatasarayê li dar xistin û xwestin aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatine windakirin û qetilkirin bizanibin û kujer bên darizandin.
Di çalakiya vê hefteyê de Hevserokê Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan, endama Heyeta Îmrali ya DEM Partiyê Pervîn Bûldan û her wiha gelek xizmên windayan û endamên partiyên siyasî amade bûn. Dayikên Şemiyê çalakiya xwe ya vê hefteyê bi dirûşma "Hefteya Windayan 17-31 Gulan" li qadan kom bûn û wêneyên xizmên xwe yên di bin çavan de hatin windakirin hilgirtin.
‘Em ê dest ji lêgerîna xwe ya edaletê bernedin’
Xwişka Hasan Ocak ê di binçavan de bi îşkenceyê hat qetilkirin Masîde Ocak jî diyar kir ku çanda bêcezahiştinê ya heta roja îro berdewam kiriye rê li ber binpêkirinên nû vedike. Masîde Ocak da zanîn ku ev çanda bêcezahiştinê li pêşiya aştiya civakî û prensîbên dewleta hiqûqê astengiyeke mezin e û wiha got: "Îro çawa ku em dikevin Hefteya Windayan em careke din bi dengekî bilind diyar dikin ku em hezkiriyên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin ji bîr nakin, em ê wan ji bîr nekin û dest ji lêgerîna xwe ya edaletê bernedin. Weke malbatên kesên ji aliyê rayedarên dewletê yan jî saziyên dewletê ve hatine windakirin, bi salan e em dipirsin dibêjin: Hezkiriyên me li ku ne? Em di berdewamiyê de îsrar dikin. Windakirinên di bin çavan de, travmayeke ku ne tenê jiyana kesên jiyana xwe ji dest dane tarî dike ye. Travmayeke ku nifş bi nifşan berdewam dike. Ev sûc ne dikare bibe mijara qanûnên sînordarkirinê, ne jî nikare ji nedîtî ve bê."
‘Divê windakirina di bin çavan de weke sûcê li dijî mirovahiyê bê qebûlkirin’
Masîde Ocak wiha berdewam kir: “Divê aqûbeta her kesên di binê çavan de hatine windakirin bê eşkerakirin, kiryar û berpirsyar li pêşberî edaletê werin darizandin û hesab ji wan bê pirsîn, windakirina bi zorê di Qanûna Ceza ya Tirk de weke sûcê li dijî mirovahiyê bê qebûlkirin û dawî li pêkanînên bêcezahiştinê were. Divê Tirkiye Peymana Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Parastina Hemû Mirovên ji Windakirinên bi Zorê îmze bike û bi cih bîne û qedexeyên ne destûrî û ne hiqûqî yên li ser hejmara mirovên li Meydana Galatasarayê tavilê bên rakirin.”
Daxwaza aştiyek adil û mayînde
Masîde Ocak da zanîn ku bicihneanîna daxwazên wan ancax bi aştiyeke mayînde re pêkan e û wiha got: “Divê di pêvajoya nû de rastî, rûbirûbûn û edalet pêk were. Aştiya rastîn tenê dikare bi vegerandina bîra civakî, bêqusûrkirina dadweriyê û bi temamî naskirina mafên mirovan pêk were. Divê derfeta aştiyê ji hesabên siyasî re neyê qurbankirin; ji bo pêkanîna aştiyeke adil û mayînde divê vîneke xurt a siyasî were nîşandan Bi wesîleya Hefteya Windayan em hêvîdar in ku bêçekbûyîn wê rê li ber aştiyeke rasteqîn veke. Em bang li hemû beşên hesas ên raya giştî dikin ku tevlî daxwaza me ya heqîqet, edalet û aştiyeke bi rûmet bibin.”
‘Ez ne bi tenê me’
Mîkaîl Kirbayirê birayê Cemîl Kirbayir ku di binçavan de hate windakirin jî wiha got: “Li dijî kesên ku li dijî mirovên me yên di binçavan de hatine windakirin bêrêziyê dikin; li dijî polîtîkayên îmha û înkarê; em malbatên windayan tevî hevriyên xwe heta edalet û heqîqetê derxin holê em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
Çalakî, piştî daxuyaniyê bi qurnefîlên ku ji bo windayan danîn Qada Galatasarayê bi dawî bû.