Jin di navbera binpêkirin û îsrara azadiyê de riya berxwedanê xêz dikin
Endama koordînasyona Kongra Star Henaf Xelîl, destnîşan kir ku rêveberiya demkî bi zihniyetek radîkal, wê qeyrana Sûriyeyê kûrtir bike û ev polîtîka bibin sedema komkujiyên zêdetir ku bandorê li pêkhateyên cuda yên civakê dikin.
SÎLVA EL ÎBRAHÎM
Kobanê- Cîhadîstên Heyet Tehrîr El Şam, li deverên di bin kontrola xwe de polîtîkayeke bi pergalî ku jinan hedef digre, dimeşînin. Ev polîtîka, ji rêbazên ku DAIŞ’ê di heyama berê de pêk dianî ne cuda ye û armanc dike ku jinan ji beşdariya civakî bêpar bike. Ev yek tê wateya binpêkirinek eşkere ya mafên mirovan.
Li Rojavayê Kurdistanê, ji aliyê Heyet Tehrîr El Şam ve tevgereke leşkerî ya nû hat destpêkirin û ev yek bû sedema zêdebûna binpêkirinên li dijî jinan. Bûyera dawî, li Efrîna dagirkirî qetilkirina sê jinan bû. Ev geşedan, di hawirdoreke ku zagonên navneteweyî bi awayekî zelal tên paşguhkirin û bêdengiya navneteweyî ya li dijî êrîşên dawî yên cîhadîstan de pêk hat. Aktîvîst, van êrîşan mîna sûcên şer bi nav dikin û diyar dikin ku berdewamiya van binpêkirinan dê welat bixe nava qeyraneke kûrtir.
Di vê çarçoveyê de, endama koordînanasyona Kongra Star a Herêma Firatê Henaf Xelîl, diyar kir ku di demên dawî de ji aliyê Heyet Tehrîr El Şam ve li herêmê tevgereke leşkerî ku armanc dike gel tune bike û di navbera pêkhateyên ku demek dirêj e di bin pergala neteweya demokratîk de bi hev re dijîn de nefretê belav bike. Henaf Xelîl, da zanîn ev yek bi taybetî di navbera pêkhateyên Ereb û Kurd de bi afirandina şerekî navxweyî yê çêkirî û teşwîqkirina wê bi riya medyayê tê kirin û got: “Dîmenên tundiyê yên li ser medyaya dîjîtal belav dibin, nîşaneya vê polîtîkayê ne. Lê ev polîtîka dê li hemberî yekîtî û hevgirtina gelan têk biçin.”
‘Qetilkirina jinan ji pîvanên exlaqî û mirovî dûr in û sûcên şer in’
Henaf Xelîl, bal kişand ser bûyerên mîna qetilkirina 3 jinan li Efrîna dagirkirî, cînayetên li Reqayê yên di bin kontrola Heyet Tehrîr el-Şam de, birîna porê şervaneke jin a Kurd û avêtina cenazeyê şervaneke jin a ji qata 3’yan a avahiyek û wiha got: "Qetilkirina jinan li Efrîn, Reqa û hemû deverên ku ji aliyê cîhadîst û leşkerên bi pere yên dewleta Tirk ve tên kontrolkirin, li dijî qanûnên şer û hiqûqa navneteweyî ye, ji pîvanên exlaqî û mirovî dûr e û sûcên şer e."
Ji nû ve zindîbûna zihniyeta DAIŞ’ê
Henaf Xelîl, da zanîn ku armanc bi vê hovîtiya li dijî jinan şikandina îradeya wan e û bi taybetî tevî ku jin di hemû warên civakê de bûne pêşeng jî ev hemû binpêkirin ne tenê li herêmî, di heman demê de li asta navneteweyî jî nayên qebûlkirin û got: “Di vê çarçoveyê de, me ji bo jinên Rojava kampanyayên hevgirtinê yên kûrewî dîtin."
Henaf Xelîl, destnîşan kir tiştê ku li bajaran diqewime ji nû ve zindîbûna zihniyeta DAIŞ’ê ye û wiha axivî: “Ji ber ku di serdema vê zihniyetê bajarên Sûriyeyê kontrol dikir de, jin dihatin kevirkirin, neçarî lixwekirina cilên reş dihatin kirin, li bazarên koleyan dihatin firotin û bûyerên revandin û tecawizê jî hatin jiyîn. Pêkanînên heyî yên cîhadîstan li hemberî jinan, heman zihniyetê nîşan didin lê bi rêbazên nermtir û cuda tên kirin. Zihniyeta cîhadîstên Heyet Tehrîr el-Şam di rêvebirina welat de, dirêjkirina rêbazên DAIŞ’ê ye û rêvebirina welat bi vê zihniyetê dê qeyrana Sûriyeyê kûrtir bike. Dê ev polîtîka ne tenê li dijî gelê Kurd, li dijî hemû pêkhateyên herêmê bibe sedema komkujiyên zêdetir."
‘Yekîtiya jinan li çar parçeyan heye’
Henaf Xelîl, di berdewamiya axaftina xwe de bêdengiya civaka navneteweyî rexne kir û wiha domand: "Em ê bang li NY û civaka navneteweyî nekin, ji ber ku wan li hemberî binpêkirinên li dijî gelê Kurd û jinan dengê xwe nekir. Tenê gelê Kurd û jinên her çar parçeyên Kurdistanê heq dikin ku bang bê kirin. Ji ber ku hevgirtin û yekîtî yekane hêza dikare van binpêkirinan rawestîne ye û mafên gel û jinan mîsoger bike.” Henaf Xelîl, diyar kir ku yekîtiya jinan li çar parçeyan heye, ji hev nayê veqetandin û ev yek hêz û îradeya jinan a di derbaskirina hemû komplo û astengiyan de nîşan dide.
Henaf Xelîl, di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir û got: "Divê hemû jin di warên siyasî, leşkerî û rewşenbîrî de xwe perwerde dikin û têkoşîna xwe li leztir bikin û weke jinên xwedî îradeyek nayê şikandin destkeftiyên şoreşê biparêzin, bi vî rengî ji bo tevahiya cîhanê bibin mînak."