Jin civaka xwe diparêzin

Endamên Hêzên Parastina Civakî yên jin anîn ziman ku weke HPC jin di her warî de bûye xwedî îrade û civaka xwe parastine. Dan zanîn ku pêwist e hebûna jinan di destûra bingehîn ya Sûriyeyê de were misogerkirin.

 NEXEM ÇAÇAN

Qamişlo – Ji destpêka Şoreşa Rojava ve, jinan di nava hêzên parastina civakê de wekî stûnek bingehîn di parastina bajaran û parastina destkeftiyên şoreşê de îsbat kirin. Jin di pêşengiyê de bûn, ewlehiya civakên xwe diparastin û ew îro jî bi biryardariyeke bê şik û guman erkên xwe li hemberî hemî dijwariyan pêk tînin.

Endamên Hêzên Parastina Civakê yê Jin ji ajansa me re anîn ziman ku weke HPC jin di her warî de xwe îsbat kirin û civaka xwe parastin.

Komîteya Parastinê ya Meclîsa bajarê Qamişloyê Leyla Mio di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku em weke HPC jin ji her tiştî re amade ne û wiha got: “Ji 6`ê meha Çileyê ve heta roja îro, em wekî Hêzên Parastina Civakê a jin, ji ber êrîşên ku li ser Rojava çêbûn em li ser piyan in. Em weke HPC Jin li kolan û taxan in, ji bo ku em civaka xwe biparêzin û gelê me bi aramî bin. Rast e em gelekî kar dikin û diwestin lê ev hemû ji bo ku em weke Kurd hebûna xwe diyar bikin pêwist e. Em ji dewletên navnetewî re dibêjin, dema em hevkarên we û tunekirina DAIŞ` bûn we pişta me digirt. Dema ku dewletên navneteweyî dîtin ku Kurd hemû bûne yek, metirsiyên wan jî hatin xuyakirin. Di vê rewşê de Kurd li her deverî rabûn, ji ber ku tu kes nikare Hêza Kurdan tune bike .”

 ‘Jinan li Rojavayê Kurdistanê şoreşek li dar xistin’ 

Leyla Mao da zanîn ku HTŞ’ê jinan qebûl nake û wiha got: “Kurd di tifaqa Saykis Bîko de hatin xapandin lê Kurdên îro ne wekî wê demê ne, îro Kurd xwedî hêz û maf in. Azadiya welat bi xwînê tê girtin. Jinan li Rojavayê Kurdistanê şoreşek li dar xist û destkeftiyên vê şoreşê parastin. Ji dema ku HTŞ hatiye, jinan qebûl nake HTŞ li dijî hebûn û mafên jinan e. Em ji HTŞ’ê re dibêjin hûn tu carî nikarin me tune bikin û pêwist e em weke jin cih di Destûra Sûriyeyê de bigrin, pêwist e hebûn û nasnameya me were misogerkirin di destûrê de.”

 ‘Pêwist e Rêber Apo bi fizîkî azad bibe’

 

Leyla Mao anî ziman ku 27 sal in Rêber Apo bi komployeke navneteweyî dîl hat girtin û got: “27 sal in ku Rêber Apo di zindanê de ye, dewletên navneteweyî xwestin bi dîlgirtina Rêber Apo Kurdan tune bikin lê belê daxwaza hebûn, maf û nasnameya me xurtir bû.”

 ‘Jinan di Şoreşa Rojava de roleke girîng lîst’

 Rêveberiya Hêzên Parastina Civakê Mizgîn Hesen da zanîn ku ji destpêka Şoreşa Rojava ve jinan gelek destkeftî bi dest xistin û wiha got: “Em weke Kurd ji destpêka şoreşê ve parastina xwe dikin. Bi fikir û felsefeya Rêber Apo îro jinan çek girtine, kolan û taxên xwe diparêzin. HTŞ jinan de destûrê de qebûl nake, ji ber ku ji jinan ditirse. Me xwe îsbat kiriye li her deverê em jin hene. Weke jin di Şoreşa Rojava de me roleke girîng lîst û di her warî de me xwe îsbat kir.”

 ‘Kurd li her derê rabûn ser piyan’

 Mizgîn Hesen da zanîn ku ew roja 15`Sibatê ku Rêber Apo hatiye girtin şermezar dikin û wiha anî ziman: “Dewletên navneteweyî komployek li ser Rêber Apo kirin û Rêber Apo dan girtin. Em weke gelê Kurd roja 15`Sibatê ku Rêber Apo bi Komployeke navneteweyî hat girtin, şermezar dikin.  Dewletên navneteweyî xwestin bi riya girtina Rêber Apo gelê Kurd tune bikin. Kurd li her deverê rabûn û xwe îsbat kirin.”

 ‘Piştî Şoreşa Rojava jinan di her warî de xwe îsbat kir’

Endama Hêzên Parastina Civakê Roksan Şemdîn diyar kir ku ji dema seferberî hat ragihandin ve heta niha derdikevin nobetan, taxan diparêzin û wiha pêde çû: “Erka li ser milê me ew e ku weke jinên ciwan, em welatê xwe biparêzin. Beriya Şoreşa Rojava jin di gelek waran de nedihatin qebûlkirin lê piştî Şoreşa Rojava jinan di her warî xwe îsbat kirin û hatin qebûlkirin. Ji destpêka ku seferberî hat ragihandin ve, em li hemû taxan kom dibin û diparêzin.”