‘Jin çawa beşdarî şoreşê bûn dê bi heman rengî deskeftiyan jî biparêzin’

Şîrîn Oso yek ji wan jinên pêşeng e ku ji aliyekî ve li dijî zîhniyeta civakê, ji aliyê din ve jî li dijî êrîş û siyaseta îmhayê ya rejîma Baasê şer kiriye û ji bo rêxistinkirina jinan xwedî kedeke mezin e.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – 15 sal di ser Şoreşa Rojava re derbas dibe. Di vê şoreşê de, di gelek waran de xebat hatin kirin, bi taybetî di mijara jinan de ku stûneke bingehîn a têkoşînê ne. Têkildarî vê mijarê rêvebera Meclisa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Şêrîn Oso ji ajansa me re nirxandin kir.

Şêrîn Oso yek ji jinên pêşeng ên Şoreşa Rojava ye, 15 sal in bênavber ji bo doza jinan ked, kar û xebat dide meşandin . Ji sala 2011’an ve di nava Yekîtiya Star de cih girt û bi pêşketina vê rêxistinê ku bi navê Kongra Star hat nasîn berdewam kir. Şêrîn Oso nêzî 10 salan kar û xebatên Kongra Star da meşandin û jê û şûnde di rêveberiya Meclisa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê de cih digre .

‘Rêxistina jinan bi pêşengiya dayîkên Kurd bingeh girt’

Şêrîn Oso da zanîn ku Yekîtiya Star di sala 2005’an de ji aliyê komek dayîkên Kurd ên ji herêmên cuda yên Sûriyeyê ve hatiye damezrandin lê bi hejmareke kêm ji ber ku ji aliyekî ve zext û êrîşên rejîma Baasê li ser civaka Kurd hebûn, ji aliyê din ve jî hebûna jinan nedihat qebûlkirin û wiha axaftina xwe berdewam kir: ”Dayikên Kurd bi dizî dixebitin lê dikaribûn jinan birêxistin bikin û bingeha vê dozê li Sûriyeyê deynin. Di sala 2011’an de Şoreşa Rojava dest pê kir û fikra rizgariya jinan di nava civakê de berfirehtir bû. Jin bi eşkereyî derketin kolanan, civakên xwe birêxistin kirin û mafên xwe xwestin. Bi keda wan malên jinan, rêxistinên jin, hêza parastina jinan YPJ’ê  ava kirin û di bin sîstema hevserokatiyê de di meqamên biryardanê de gavên girîng avêtin.”

‘Jinan ji Şoreşa Rojava gelek şoreş afirandin e’

Şêrîn Oso behsa zehmetiyên ku jin di destpêka şoreşê de bi wan re rerûbirû mane kir da zanîn ku di nava şoreşê de jinan gelek şoreşên din ava kirine û got: ”Şoreşa yekemîn naskirina cinsê xwe bû, şoreşa duyemîn rûbirûbûna civakê û dîroka jinan û guhertina hişmendiyê bû. Civak bi dîrokeke ku bi hezaran salan li ser zihniyeteke otorîter hatiye nivîsandin re rûbirû mabûn. Vê zihniyetê sînoran li ser jinan ferz kir, wan tenê weke jinên malê yên bê mafê îfadekirina ramanên xwe pênase kir, mêran wekî parêzvanên wan bi nav kir û bi her cure derbasbûna van sînoran qedexe kir.Di destpêkê de, civakê fikra azadiya jinan qebûl nedikir û jinên ku di şoreşê de roleke pêşeng lîstin, ji bo reşkirinê dihatin hedefgirtin. Lê belê, jinan li hemberî vê zîhniyetê li ber xwe dan û berxwedana wan ne destpêkek nû bû, ji ber ku jinên li çiyayên Kurdistanê nêzî 60 salan têkoşînê didomandin. Em şoreşê weke berdewamiya têkoşîna li dijî zîhniyeta baviksalar û otorîter dibînin.”

‘Jin bi coşeke mezin tevlî xebatan bûn‘

Şîrîn Oso diyar kir ku di bin pêşengiya jinên Kurd de, jin weke lehiyê tevlî şoreşê bûne, li seranserê qadên wê belav bûne da ku xwe û civaka xwe azad bikin û wiha axaftina xwe berdewam kir: ”Salên bêparkirina jinan û civakê ji mafên wan, bûn sedema teqîna volkanek ji zextên komkirî ku ev zext veguherî rêxistinkirin û avakirina civakê di bin sîstema neteweya demokratîk û azadiya jinan de. Li ser vê bingehê, gelek destkeftiyên girîng hatin bidestxistin. Bi salan, bi têkoşîna berdewam a jinan ji bo guhertina adet û kevneşopiyên civakî yên ku jinan sînordar dikin û zihniyeta baviksalar, jinên ji her pêkhateyê bi xurtî tevlî refên şoreşê bûn. Beşdarbûna wan di wê qonaxê de bi serê xwe şoreşek bû, ji ber vê yekê Yekîtiya Star veguherî Kongra Star. Li aliyekî din, dema ku jin gihîştin wê baweriyê  ku parastina rastîn di parastina rewa de ye, tevlî asayîşê û Hêzên Parastina Jinan (PYJ) bûn.”

‘Kongra Star lêvegerek  dîrokî ye’

Şêrîn Oso destnîşan kir ku Kongra Star û YPJ ji bo her jinê nasnameya hebûnê ne û wiha anî ziman: ”Em li welatekî ji pêkhateyên cihêreng dijîn, ji ber vê yekê jiyana hevbeş û avakirina komunan lêvegerek li rastî û dîroka civaka me ya xwezayî ye. Jinan  Kongreya Star û Hêzên Parastina Civakê wekî malbatek ku ew pê ve girêdayî ne dîtin. Bi riya rêxistina Kongra Star, jin  dikaribûn xwe, îradeya xwe û dîroka xwe keşif bikin. Ji ber vê yekê, jin, bi taybetî di vê şoreşê de, ji aliyekî ve ji aliyê rejîmê û ji aliyê din ve jî ji aliyê DAIŞê ve bûn hedef. Lê belê, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) dikaribûn cîhanê ji terorê biparêzin û her wiha bi têkoşîna xwe ya berdewam di hilweşandina rejîma Baasê de jî bi ser ketin.”

‘Fikar zêde ne’

Şîrîn Oso destnîşan kir ku dewleta Tirk gelek rêheval û pêşengên Şoreşa Jinan hedef girtiye û got: “Dewletên kapîtalîst Şoreşa Jinan, rêxistinên jinan û sîstema neteweya demokratîk weke gef ji bo xwe didîtin. Ji ber vê yekê, bi her awayî û bi êrîşên hovane hewl dan îradeya jinan bişkînin û serkeftina Şoreşa Rojava asteng bikin. Piştî hilweşîna rejîma Baasê û hatina HTŞ’a cîhadîst, me dît ku ev desthilatdarî li dijî hêz û keda jinan e. Vê desthilatdariyê hebûna jinan di tu warî de qebûl nekir û her wiha êrîşî destkeftiyên şoreşê kir. Jin rastî kuştin û her cure tundiyê hatin. Mînak, şervana jin a Kurd, şehîd Denîz ku civaka xwe ji êrîşên qirkirinê diparast, ji qata çaran hat avêtin û porê şervaneke jin li Reqayê hat birîn. Ev hemû peyamên redkirina jinan û tirsa ji hêz û rêxistina wan in.”

‘Pêwîst e maf û keda jinan di destûrê de were bicihkirin’

Şêrîn Oso diyar kir ku li cihê jin lê bin, avakirin, edalet û jiyan heye. Ji ber vê yekê, dema ku Rêber Ocalan banga pêvajoya aştiyê û civakek demokratîk kir, jinan ji bo pêkanîna aştiyê pêşengî kir û wiha got: ”Dema ku peyman di navbera serokê Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) û fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî de hat çêkirin, me di vê peymanê de bendek ku mafên jinan û keda wan di salên şoreşê de bibîne nedît. Ji ber vê yekê, em daxwaz dikin ku mafên jinan di destûrê de cih bigrin û nasnameya wan a xweser were parastin.”

‘Bê hebûna jinan Sûriye nayê avakirin’

Şêrîn Oso bi boneya nêzîkbûna 8’ê, Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pîroz kir û tekez kir ku têkoşîna jinan li vir bi dawî nebûye; berevajî vê têkoşîna ji bo nasnameya jinan û mafên wan di avakirina civakê de didome û wiha axaftina xwe bi dawî kir: ”Ez dixwazim bi mînakek dawî li axaftina xwe bînim; eger dê yan xwişk di hemû aliyan de ne amade bin dê çi bi serê malek ve were? Ev Sûriye ye; eger jin tunebin û rola xwe di avakirina wê de nelîzin, Sûriye nayê avakirin.”