Riya dijwar a ber bi zanînê ve: Ji qedexeyê heta xwendina bilind

Rêwîtiya Rabîa Îto ya ji bo xwendinê ku gihîşt asta mezûniyetê berxwedana nasnameyê ya li dijî polîtîkayên dûrxistina çandî û çîrokeke xwedîtinê nîşan dide. Rabîa diyar dike ku bi meraqa zarokatiyê dest pê kiriye gihîştiye asta akademîk.

SÎLVA EL-IBRAHÎM

Kobanê – Nifşeke ji xwendekarên ji bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê, bi awayekî serkeftî ji dibistanên ku zimanê wan ê zikmakî qedexe bû gihîştin asta ku bi zimanê Kurdî zanîngehê bixwînin. Ev rewş çîroka vejîna çandî temsîl dike. Vê nifşê tevî êşa zordariya çandî dît û tirsa şer jiya jî neket bin bandora polîtîkayên dûrxistinê yên sîstematîk. Di şûna wê de, wan zimanê xwe veguherand nasnameyeke akademîk û çekeke rewşenbîrî, bi hezaran ezmûnên takekesî veguherandin ronesansek perwerdeyê ya berfireh gihîştin kok û dîroka xwe.
Ziman her dem ji amûrek ragihandinê bêhtir, bûye keleha dawî ya berxwedanê ku li hemberî polîtîkayên dûrxistina sîstematîk ên dehan salan rê li ber hilweşîna nasnameyê digre. Li çar aliyên Kurdistanê, ji qedexeyan bigre heta polîtîkayên Erebkirin û Tirkkirinê yên bi zorê, nifşên Kurdan li pişt deriyên girtî têkoşiyan da ku zimanê xwe yê dayîkê zindî bihêlin û biparêzin.


Çirûska Şoreşa Zimanî

Sala 2012’an ne tenê şoreşeke siyasî bû, di heman demê de çirûska şoreşa zimanî bû ku pira di navbera gel û dîroka wan de ava kir, zimanê Kurdî ji têgeha “sûc” ku bi qanûnê tê cezakirin gihîştand asta akademik, li dibistan û zanîngehan. Di ronahiya vê veguherîna dîrokî de, çîroka jina ciwan Rabîa Îto derdikeve pêş.
Rabîa Îto ku li taxên bajarê Kobanê ji dayik bûye, perwerdeya xwe bi zimanekî ku li ser wê hatiye ferzkirin dest pê kiriye. Îro, Rabîa Îto ne tenê mezûna zanîngehê ye, di heman demê de rojnamevanek e ku rastiya civaka xwe vedibêje her wiha  xwendekara masterê ya beşa sosyolojiyê ye.
Rabîa Îto li bajarê Kobanê ji dayik bûye û niha bîst û heft salî ye. Wê perwerdeya xwe ya seretayî û amadekarî bi zimanê Erebî li bajarê xwe dîtiye. Bi êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên di sala 2014’an de li ser bajarê wê Kobanê re ew nikaribû di wê salê de beşdarî ezmûnên sertîfîkayê yên amadekariyê bibe. Rabîa Îto destpêka rêwîtiya xwe wiha vegot: “Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ya di sala 2012’an de ji bo qeydkirina qursên zimanê Kurdî li Dibistana Şehîd Osman deriyan li me vekir ku vê yekê meraq û motîvasyoneke xurt di dilê min de çêkir ez bikaribim bi awayekî akademîk fêrî zimanê xwe yê dayîkê bibim. Qedexekirina axaftina bi Kurdî li sazî û dibistanên giştî di dema rejîma Baasê de tê wê wateyê ku xelkê Kobanê tenê di jiyana xwe ya rojane de dikare bi Kurdî biaxive û ji ber siyasetên zordar ên di wê serdemê de bêkar man.”


Şoreşa Rojavayê Kurdistanê xaleke werçerxê ye
Rabîa Îto rave kir ku Şoreşa Rojava ji bo gelê Kurd xaleke werçerxê û dîrokî bû ji ber ku wê şoreşek zimanî di civakê de da destpêkirin. Rabîa Îto destnîşan kir ku ferzkirina zimanekî ji bilî zimanê dayîkê, weke Erebî, li ser xwendekarên ku di asta têrker a jêhatîbûnê de nîn in, performansa wan a akademîk qels dike û wan ji şiyana xweîfadekirinê bêpar dihêle. Her wiha bal kişand ser bandorên psîkolojîk ên cezakirina xwendekaran tenê ji ber ku bi zimanê xwe yê dayîkê diaxivin. Berovajî vê, Rabia Îto piştrast dike ku pejirandina bernameyeke xwendinê ya bi zimanê Kurdî hawirdoreke fêrbûnê ya teşwîqker afirandiye ku alîkariya xwendekaran dike serkeftinên berbiçav bi dest bixin.


'Armanca min beşa wêjeya Kurdî bû'

Şerên dijwar û êrîşên DAIŞ’ê bûn sedema girtina dibistanan û koçberbûna xelkê Kobanê. Rabia Îto û malbata xwe jî di nav kesên koçber de bûn. Piştî ku bajar di sala 2015’an de hat rizgarkirin, vegeriya dibistanê lê guhertina herî mezin ew bû ku mufredat bi tevahî bi zimanê Kurdî bû. Rabîa Îto bi berdewamî anî ziman ku azmûnên amadekarî bi zimanê Kurdî derbas kiriye û wiha pê de çû: “Min azmûnên amadekariyê bi Kurdî derbas kirin û rêwîtiya xwe ya perwerdeyê bi heman awayî domand heta ku di sala 20217’an de Zanîngeha Kobanê deriyên xwe vekir ji xwendekarên xwe re. Armanca min xwendina beşa wêjeya Kurdî bû.”
Rabîa Îto tenê bi qada akademîk sînordar nemaye di sala 2015’an de dest bi rojnamegeriyê kiriye, bi îlhama ku ji fedakariyên hevkarên xwe yên di lêgerîna rastiyê de jiyana xwe ji dest dan girtiye. Bi hevsengiya serkeftî ya xwendina xwe ya medyayê û perwerdeya xwe ya zanîngehê, di sala 2021’ê de di nava yekem mezûnan de bû.


‘Daxwaza kifşkirina zimanekî di bin zilmê de'

Rabîa Îto, dema ku behsa sedema hilbijartina xwe ya ji beşa wêjeya Kurdî li zanîngehê kir diyar kir ku ji daxwaza kifşkirina zimanekî ku demek dirêj di bin zilmê de ye derketiye holê. Rebîa Îto destnîşan kir ku di dema xwendina xwe de wê dewlemendiya zimanê Kurdî di warê zanîn û çandê de kifş kiriye û wiha pêl da gotinên xwe: “Ez di zanîngehê de der barê dîroka gelê Kurd û afirîneriya nivîskar û helbestvanên wan fêr bûme û bi vî rengî girêdana xwe bi vê qadê re kûrtir kiriye. Ji ber ku ziman û rojnamegerî qadên wisa ne ku rehên wan di civakê de kûr in û ev ahengek entegrasyona îdeal di navbera kariyera wê ya profesyonel û xwendinên akademîk de peyda dike. Vê zanînê bandoreke erênî li ser karê min ê rojnamegeriyê kiriye.”
Rabîa îto ya ku ji bajarê Kobanê ye, mezûnbûna xwe weke destkeftiyeke bêhempa bi nav dike ji ber ku bajar tevî êrîş û astengiyên dubare yên perwerdeyê ji xweliyê rabûye. Rabîa Îto serkeftina xwe wekî serkeftinek ji bo zimanê Kurdî dibîne ku bi salan e bi hewldanên jêbirin û tepeserkirinê re rû bi rû maye.
Di roja mezûnbûnê de, Rabîa îto û hevkarên wê beriya merasîmê tercîh kirin ku serdana goristana şehîdan bikin da ku spasiya xwe ji kesên jiyana xwe feda kirine da ku nifşên nû bikaribe bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibîne re nîşan bidin. Ji wê demê ve, serdana goristanê beriya merasîma mezûnbûnê bûye kevneşopiyeke domdar.
'Ez dixwazim nifşekî ku hêjayî dîrok û mîrateya dewlemend a zimanê Kurdî ye temsîl bikim'

Zanîngeha Kobanê îsal bernameyên masterê di gelek dîsîplînên cuda de dest pê kir, Rabîa îto ji ber girêdana xwe ya nêz bi qada xwe ya pîşeyî û daxwaza wê ya kûrkirina pisporiya xwe, di vê dîsîplînê de, bidestxistina zanîn û ezmûneke berfirehtir, beşa sosyolojiyê hilbijart. Bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, Rabia Îto soza xwe ya ji bo terxankirina destkeftiyên xwe yên akademîk ji bo xizmeta civakê û temsîlkirina nifşekî ku hêjayî dîrok û mîrateya dewlemend a zimanê Kurdî ye dubare kir.
Rabîa îto bi van gotinan bi bawî kir: “Zilma sîstematîk a li ser zimanê me berpirsiyariya vejandin û parastina wê bi hemû rêbazên berdest dide ser milên me. Nakokiya di rewşa heyî ya Sûriyeyê de ku zimanê Erebî tevî soza hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ya rêzgirtina li pirrengiyê tê ferzkirin e. Tiştê îro diqewime, bêyî qedexeyek fermî meylên dûrxistinê yên li ser erdê eşkere dike, meylên ku berê ji hêla kesên soz dabûn çand û zimanê wan werin parastin hatine redkirin.”