‘Jin bûn pêşengên banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’
Di ser banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re salek derbas bû. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi banga Aştî û Civaka Demokratîk PKK’ê fesh kir û dawî li stratejiya têkoşîna çekdarî anî.
ŞADIYA FEQÎR
Şengal – Li ser girîngiya vê bangê û gavên di pêvajoya salek de hatin avêtin bandorên wê yên li ser civaka Êzidî, endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Besê Avêsta ji ajansa me re axivî û anî ziman ew, weke civaka Êzidî bi hemû hêz û îradeya xwe ya rêxistinkirî beşdarî pêvajoya banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bûne.
‘Gel bi gavên ku Rêber Apo davêje heta dawî bawer e’
Besê Avêsta di destpêka axaftina xwe de bi navê civaka Êzidî silavên xwe ji Rêber Abdullah Ocalan re şand û wiha got: “Di serî de wekî miletê Êzidî û bi taybetî jinên Şengalê em ji çiyayên Şengalê heta Girava Îmraliyê silavên xwe ji Rêber Apo re dişînin. Salek di ser pêvajoya banga aştî û civaka demokratîk re derbas bû. Par vê demê Rêber Apo bi banga aştî û civaka demokratîk gaveke mezin a dîrokî avêt. Ev gav hem ji bo gelê Kurd hem ji bo tevahî gelên xwedî çand û baweriyên cuda bû. Ji ber ku pêvajoya Rêber Apo da destpêkirin ne tenê ji bo Kurdan bû. Ji bo hemû civakan bû. Rêber Apo ruxmî ewqas sal in di zindanê de ye, her dem bi civaka xwe bawer bû. Heta roja îro jî pê bawer e. Gel jî bi gavên ku Rêber Apo davêje heta dawî bawer e. Weke jinên Êzidî, me ji roja ku banga Aştî û Civaka Demokratîk hat kirin ve heta niha bi vê pêvajoya dîrokî ya Rêber Apo destpê kir bawer kir. Ji bo wê me gelek çalakî, kar û xebat dan meşandin. Ji ber ku me jî weke civaka Êzidî xwe di nava vê pêvajoyê de dibînin, em jî tevlî bûn. Me hewl da em vê pêvajoyê fêm bikin û daxwaza Rêber Apo ji me dike çi ye rast fêm bikin. Daxwaza herî mezin a Rêber Apo pêşketina jinan û gelan e. Em dizanin Rêber Apo herî zêde girîngiyê dide rêxistinbûn û zanekirina jinan. Rê daye jin xwe bi pêş bixin û pêşve biçin.”
‘Komploya li ser Rêber Apo berdewam dike’
Besê Avêsta fermana 74’an bi bîr xist û got: “Em sala 2014’an bînin bîra çawa bi hezaran jinên me ketin destên çeteyan. Çawa êrîş li ser me hatin kirin çawa em hatin kuştin û firotin. Lê ger beriya fermanê em bi fikrên Rêber Apo bizanibûna dê wiha nebûya. Ji ber wê rêxistinbûna herî mezin ew e ku jin xwe birêxistin bikin. Komploya ku li ser Rêber Apo berdewam dike îro xwestin ji nû ve li ser Rojavayê Kurdistanê pêk bînin. Êrîşên li ser Rojava destpê kirin di esasê xwe de êrîşên li ser fikrên Rêber Apo bûn. Rojava ji bo parastina hebûna xwe li ber xwe dide. Di şexsê gelên li ber xwe didin de êrîşî Rêber Apo dikin em viya baş dizanin. Lê bi taybetî êrîşa herî mezin li ser jinên bi rêxistinkirî ye. Jina ku xwe bi rêxistin kiribe, xwe perwerde kiribe êrîşî wê jinê dikin. Me dît cenazeyê jina şervan çawa ji qata çaran avêtin û keziya şervanek li Reqayê jêkirin, di medyaya dîjîtal de parve kirin. Ev hovîtiya herî mezin îro li dinyayê, li dijî jina berxwedêr tê kirin. Îsal berxwedaneke mezin a gelan çêbû. Bi saya fikrên Rêber Apo hêza têkoşîna gel zêdetir bû. Ji bo ku pêşî li vê bigrin êrîş kirin. Komploya li ser Rojava encama vê bêtehemuliya hêzên serdest bû.”
‘Metirsiya li ser Şengalê li ser tevahî Iraqê ye’
Besê Avêsta di berdewamiya axaftinên xwe de bal kişand ser metirsiya êrîşên nû yên li dijî Şengalê û wiha go: “Bi êrîşên li ser Rojava re niha xetereyeke mezin li ser tevahiya Iraqê jî heye. Ev xeter ne tenê li ser Şengalê ye. Ger şer nêz bibe wê ev şer ji bo Êzidî, Kurd, Ereb, Xirîstiyan û hemû gelên din ên li îraqê dijîn xeter be. Divê her kes vê rastiyê bizanibe metirsiya heyî li ser her kesê ye. 11 sal di ser fermanê re derbas bû. Heta niha dewleta Iraqê ev qirkirin wekî jenosîd qebûl nekiriye. Her dem dibêjin em hemwelatiyên Iraqê ne û mafên me heye em daxwazên xwe bînin ziman. Ger niha êrîşek çêbibe wê dîsa Êzidî li ber xwe bidin û ji bo xaka Iraqê şehîd bibin. Di sala 2014’an de jî me weke civak li gelek deverên Iraqê li dijî DAIŞ’ê şer kir û em şehîd bûn. Îro jî wê careke din keç û xortên Êzidî parastina Iraqê û xaka xwe bikin. Em ji Iraqê re dibêjin divê bizanibe xeter li ser tevahiya Iraqê heye.”
‘Em azadiya fizîkî ya Rêber Apo dixwazin’
Di dawî de Besê Avêsta anî ziman ku divê sala duyemîn a pêvajoya banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bibe sala azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û wiha got: “Em careke din dibêjin em weke gelê Êzidî azadiya fizîkî ya Rêber Apo dixwazin. Em bi wê banga aştî û civaka demokratîk re ne. Di nava salê ji bo pêkanîna hewcedariyên banga aştî û civaka demokratîk herî zêde erk ket ser milên jinan. Me dît ku jin çawa dikarin xwedî li vê pêvajoyê derbikevin û azadiya Rêber Apo dixwazin. Di her çalakiyê de jin li pêş bûn, bi rengekî aktîf cihê xwe girtin. Jinan careke din dîtin ku Rêber Apo azadiya jinan dixwaze û ji bo wan têkoşînê dimeşîne. Ji ber wê jî jinan ev wekî erk dîtin û azadiya fizîkî ya Rêber Apo xwestin. Beşdariya jinan a di her çalakiyê de moral û coşeke mezin da me jî. Jinan di vê pêvajoyê de careke din gotin em bi hêza xwe hene û em ê li her derê cih bigrin. Me weke jinên Êzidî bi rastiya jinên bi rêxistinbûyî xwe bihêz kir û em dubare dibêin em azadiya fizîkî ya Rêber Apo dixwazin.”