Parêzer Zahra Nakşîne li Tebrîzê hat binçavkirin

Endama Komeleya Parêzeran a Azerbaycana Rojhilat Parêzer Zahra Nakşîne, piştî ku serdana 15’emîn Şaxa Lêpirsînê ya Dozgeriya Giştî û Şoreşgerî ya Tebrîzê kir, hat binçavkirin.

Navenda Nûçeyan – Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, parêzer û endama Komeleya Parêzeran a Azerbaycana Rojhilat Zahra Nakşîne 9’ê Îlonê hate binçavkirin.

Hate ragihandin ku Zahra Nakşîne, piştî ku teblîxat jê re hatin şandin, serdana 15’emîn Şaxa Lêpirsînê ya Dozgeriya Giştî û Şoreşgerî ya Tebrîzê kiriye. Piştî ku parêzer çû saziya dadweriyê, hatiye girtin.

Di bangewaziya ku ji bo parêzer hatibû şandin de, asta sûcdariya li dijî wê wekî ‘sûcekî cezaî nîne’ hate binavkirin. Li gorî çavkaniyan, doz li ser bingeha raporeke Rêveberiya Îstîxbaratê ya Tebrîzê û têkildarî çalakî û nivîsên yasayî û rexneyî yên Zahra Nakşîne yên derbarê mijarên cûrbecûr de hatiye vekirin.

Heya niha der barê cihê ragirtina Zahra Nakşîne an jî sûcdariyên li dijî wê de tu agahiyeke zêdetir nehatiye belavkirin.

Zahra Naklîne, di Komeleya Parêzeran a Azerbaycana Rojhilat de karê parêzeriyê kiriye û berê jî di Komîsyona Jinan a Komeleyê û Sekreteriya Pêşîlêgirtina Tundiya li Dijî Jinan de cih girtiye.