Ji Wezareta Tenduristiya Xezayê hişyariya karesata mirovî

Wezareta Tenduristiyê ya li Xezayê hişyarî da ku di sektora tenduristî de ji ber kêmbûna petrola ji bo jeneretorên nexweşxaneyan ewê felaketeke mirovî çêbibe û bang li rayedarên navneteweyî kir ku bi awayekî lezgîn mudexleyî rewşa li Xezayê bikin.

Navenda Nûçeyan – Şerîda Xezayê ji ber ku şer bûye sedema wêraniyeke berfireh a binesaziyê, rastî krîzeke mirovî ya giran tê. Bi taybetî jî, di sektorên tenduristî û xizmetguzariyê de ev krîz derdikeve pêş. Her wiha ev şer bûye sedema hilweşîna piraniya sîstema tenduristiyê. Peydakirina tiştên ku ji bo niştecihan pêwîst in jî, rastî tengasiyan tê.

Wezareta Tenduristiyê ya Şerîda Xezayê duh, hişyarî da ku ji ber kêmbûna petrola ku ji bo xebitandina jeneratorên elektrîkê yên li nexweşxane û navendên tenduristiyê pêwîst e, Xeza li ber felaketeke mezin e. Cîgirê alîkar ê Sektora Endezyarî û Amûrên Tenduristiyê ya Wezaretê diyar kir ku kêmbûna zeyta jenertoran li bazara herêmî ya di sektorê de pêşbîniya karesateke tenduristiyê û mirina rastîn a bi hezaran nexweşan li deverên hesas dike.

Cîgir destnîşan kir ku ev krîz dibe ku bibe sedema wêrankirin û xirabbûna vakslêdan û yekîneyên xwînê yên zarokan û xizmetên tenduristiyê ji bo bi hezaran nexweş her roj werin rawestandin.  Her wiha bang li saziyên navneteweyî kir da ku destwerdana lezgîn bikin û zextê li hêzên Îsraîlê bikin ji bo ku zeyta pêwîst bînin û destnîşan kir ku mehane pêdiviya nexweşxaneyan bi 2500 lîtreyan heye.

Navendên tenduristiyê ji ber rewşa şer rastî wêraniyê tên

Di demekê ku krîzeke mirovî û tenduristiyê ya bêhempa li Şerîda Xezeyê ji destpêka şerê di navbera hêzên Îsraîlê û tevgera Hemasê de di 7’ê Cotmeha 2023’an de destpê kiriye de ev hişyarî hat kirin. Ev şer, bû sedema wêraniyeke berfireh a binesaziyê ku di nav de jî nexweşxane û navendên lênêrîna tenduristiyê hene.

Piraniya navendên tenduristî yên di sektora tenduristiyê de ji ber qutbûna elektrîkê bi giştî ji ber rewşa şer, xwe dispêrin jeneratoran. Di heman demê de, sektor ji ber qedexeyên Îsraîlê yên li ser peydakirina sotemenî û pêdiviyên bijîşkî, her wiha kêmbûna dijwar a derman û alavan, zehmetî tê kişandin.

Neteweyên Yekbûyî bang kir ku ji bo dabînkirina kelûpelan rê vebin, her wiha bibe bersiv ji bo tevgera mirovî.

UNRWA: Rewşa mirovî li Xezayê di astek trajedî de ye

Berdevkê Ajansa Alîkarî û Kar a Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberên Filistînî (UNRWA) got ku rewşa mirovî li Xezayê gihîştiye astên trajediyê yên bêhempa. Ev yek nîşan dide ku tesîs û dezgehên sîstema tenduristiyê hema bêje bi temamî hilweşiyane û destnîşan kir ku nexweşxaneyên sektorê ji ber kêmbûna dijwar ya derman û pêdiviyên tenduristî zehmetî dikişînin. Her wiha zehmetî di odeyên emeliyat û lênêrîna giran de jî tê kişandin, westandina giran a karmendên bijîşkî ku pir hewcedarê guheztin û piştgiriyê ne jî.

Nexweşiyên epîdemîk pir belav bûne

Wezaretê balkişand ser pêwîstiya avakirina nexweşxaneyên meydanî ya bi awayekî lezgîn û piştrast kir ku barana dijwar a ku li kampên penaberan bariya, êşa niştecihan zêde kiriye, ji ber ku ava selebê bi ava baranê re tevlihev bû. Ev bû sedema belavbûna nexweşiyan, di demekê ku bergiriya tenduristiyê ya niştecihan bi girîngî kêm bûye û fîzîka wan kêmtir şiyana berxwedana li hember epîdemiyan dike.

Krîza aborî rewşa mirovî aloztir kiriye

Wezaretê destnîşan kir ku encamên krîza aborî rewşa mirovî aloztir dike, ji ber ku piraniya niştecihên sektorê ji ber bihayên bilind û bi piranî girêdayîbûna wan, bi alîkariya mirovî nikarin kelûpelên bingehîn bikirin.