Ji Ugandayê piştgiriya YPJ’ê: Em heyrana wêrektiya we ne

Jinên ji Ugandayê bi pêyama xwe piştgirî dan YPJ’ê. Jinan di pêyama xwe de gotin: “Em heyrana wêrektî û rêxistinbûna we ya bilind in. Em hêvîdar in ku hemû jinên kedkar ên cîhanê ji we fêr bibin û we bikin mînak.”

Navenda Nûçeyan – Jinên ji Ugandayê bi pêyama xwe piştgirî dan Yekîneyên Parastinê Jinê (YPJ) û berxwedana wan a li dijî êrişên dagirkeriyê yê dewleta Tirk û çeteyên wî.

Pêyama jinan wiha ye:

“Silavên şoreşgerî ji jinên ku şoreşa Rojava diparêzin!

Hûn jinên herî bi hêz in ku niha li ser gerstêrka cihanê dijîn. Em heyranê wêrektî û rêxistinbûna we ya bilind in.

Em hêvîdar in ku hemû jinên kedkar ên cîhanê ji we fêr bibin û we bikin mînak.

Hilweşîna dîktatoriya Baas nîşana hêza we ya rêxistinî ye. Berdewamiya têkoşîna we ya li dijî hêzên emperyalîst ên ku AANES’ê tehdît dikin, îspata berxwedana we ye. Hêz ji we re!

Bi hêz bimînin, tekoşîna xwe berdewam bikin.

Em piştgiriya we dikin û ji we hez dikin.

Em ji jinên Ugandayê, hezkirin û hêzê ji we re dişînin.

Her Bijîn!”