Ji Tûnisê Hanane Mahjûbî: Sosyalîzm wekheviyê mîsoger dike
Femînîst û çalakvana mafên mirovan a Tûnisê Hanane Mahjûbî destnîşan kir ku têkoşîna li dijî hemû cureyên şîdeta li dijî jinan ku şîdeta siyasî jî di nav de ye, dê bi sosyalîzmê mîsoger bibe.

ZUHUR EL-MEŞRIQÎ
Tûnis – Cîgira Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst Hanane Mahjûbî, kêmbûna beşdariya jinan a di jiyana siyasî ya Tûnisê de piştrast kir û bal kişand ser astengiyên qanûnî û civakî. Hanane banga xurtkirina rolên jinan a bi rêya hişyarkirinê, budçekirina li ser bingeha zayendî û pêkanîna qanûnan kir da ku wan ji şîdet û marjînalîzekirinê biparêzin.
Hanane got ku Tûnis her gav di pêşvebirina jêhatîbûna jinan de di siyaset, komeleyan û postên serokatiyê yên cûrbecûr de pêşeng bûye û wiha berdewam kir: “Lê belê, ji ber ku salên piştî şoreşê hebûnek jinan a girîng û berbiçav dît, heta di warê namzetiyê de jî dît ku kêmbûnek girîng di hebûna jinan de, di nav partiyên siyasî û qadên giştî de çêbûye.”
Hanane da zanîn ku şoreşê ji wan re derfetek peyda kiriye ku jêhatîbûna xwe nîşan bidin û bi pisporiya xwe xizmeta netewê bikin. Hanane axaftina xwe bi mînakek domand: “Wekî ku kanalek vebûbû û hemû enerjiya di nav jinan de derketibû holê. Jin bi awayek xurt beşdarî hilbijartinên 2011-2014’an bûn, lê beşdarbûna di meqamên serokatiyê de, di salên dawî de kêm bûye."
‘Civaka baviksalar ehlaqa jinê hedef digre, ne kar û têkoşîna wê’
Hanane Mahjûbî, derbarê faktorên beşdariya ku kêm bûyê de bal kişand ser kêmbûna awayê fikirîna li ser jinan, a ku ji hêla desthilatdariya baviksalar û meylên reaksiyoner ve dorpêçkirî ye. Hanane ev faktor wiha şîrove kirin: “Jin careke din wekî bê aqil û ol hatin kategorîzekirin. Rolên wan hatin dabeşkirin: jin li malê bûn û zarokan mezin dikirin. Ev ji bilî tundûtûjiya ku jin hem di nav parlementoyê de û hem jî li derveyî wê pê re rû bi rû dimînin, biçûkxistin û xirabkirina ehlaqê wan tê. Dema ku civatek baviksalar jineke dinirxîne, ehlaqa wê hedef digre, ne kar û têkoşîna wê."
Banga ji bo avakirina rêbertiya jinan a di partiyên siyasî û civakê de
Hanane diyar kir ku qanûna hilbijartinê bûye astengiyek ji bo jinên ku ji bo wezîfeyê dixebitin. Hanane got ku ev astengî piştî ku wekhevî pêk hat, hatiye rakirin. Hanane anî ziman ku ev destkeftî bi têkoşîn û çalakvaniya jinan hatine bidestxistin û wiha got: “Lê belê, hilbijartinên dawî yên piştî rakirina wekheviyê pêk hatin, bûn sedema parlamentoyek bê jin. Her wiha, hin partî red dikin ku jin di Lijneya Rêveber, Buroya Siyasî, an Konseya Navendî de cih bigirin.” Hanane tekez kir ku piştgiriya beşdariya jinan a di siyaset û jiyana giştî de berî her tiştî, hewce dike ku ji hêla siyasî ve ji girîngiya rola wan haydar bin û wê wekî mijarek pêşîn bibînin, ne wekî mijarek duyemîn. Hanane bawer dike ku tenê jin dikarin mafên xwe biparêzin û wiha dibêje: “Her çiqas di nav Partiya Sosyalîst a ku ez jî endama wê me de rêxistinek jinan a taybet tune be jî, ev ji vîzyonek kolektîf derdikeve ku jinan wekî beşek girîng a civakê dibîne, ne wekî îstîsnayek.”
‘Nebûna fînanse û piştgiriyê beşdariya wan a bi bandor asteng dike’
Hanane destnîşan kir ku pêwîst e derfetên serokatiya jinan bi rêya hişyarkirin û budçekirina zayendî zêde bibin. Hanane diyar kir ku ji ber nebûna fînanse û piştgiriyê beşdariya wan a bi bandor asteng dike, ev hewce ye û wiha got: “Erkê hikûmetê heye ku piştgiriyê bide jinan û budçeyan veqetîne da ku li dijî îdeolojiya baviksalar şer bike û hebûna wan li ser erdê biparêze. Pêdivî bi qanûnên parastina jinan ji zext û çewisandinê heye. Nemaze ji ber ku ehlaqa jinan di civakek baviksalar de çekek e. Qanûna Hejmar 58 a 2017’an a li ser Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Dijî Jinan de, heye. Ev qanûn, li dijî şîdeta siyasî şer dike. Ev qanûn, encama tevgerek femînîst a bihêz a salan e.”
‘Bila qanûnê pratîk bikin’
Hanane da zanîn ku ev tevgera pêşeng di warê maf û destkeftiyên hatine qezenckirin de mînakek e, lê ji ber ku qanûn nehatiye pratîkkirin, nikarin tundiynebûna fînanse û piştgiriyê beşdariya wan a bi bandor asteng dike, nikarin tundiyê kêm bikin. Hanane daxwaza pejirandina qanûnê kir û wiha got: “Ev qanûnek berfireh e. Hemû cureyên tundûtûjiyê, çi li dijî siyasetmedarên jin be, çi li dijî jinan bi giştî, çareser kir. Di demekê ku kuştin bi rêjeyek ‘xeternak û balkêş’ zêde dibin de.”
‘Sosyalîzm pergalek e ku ji bo jinan edaletê pêk tîne’
Hanane derbarê destkeftinên sosyalîzmê yên ji bo jinan de jî wiha dibêje: “Sosyalîzm ne tenê xwedîkirina amûrên hilberînê ye. Her wiha pergalek berfireh e ku jinan li kêleka mêran di hemû waran de, bê dabeşkirin, bi wekheviyek bê kêmasî û bibandor û bêyî cudakariya li ser bingeha zayendî, dihewîne. Ew pergalek e ku edaletê ji bo jinan pêk tîne û ger were bicîhkirin, em ê bibînin ka rola jinan dê çawa di çalakiyê de pêşeng û berbiçav be, ne tenê di dirûşmeyan de."
‘Ji ber ku jin in tundiyê du car dijîn’
Hanane derbarê destdirêjî, kuştina bêserûber û zordariya ku jin li Sûriye, Sûdan, Xezzeyê û Yemenê dijîn de, got “Ji ber ku ew berî her tiştî jin in û ji ber ku di çarçoveya şîdeta siyasî de li deverên şer hene, du şîdetan dijîn. Berpirsyarî li ser wan dengan e ku ji hêla agirê şîdet, tundrewî, cudakarî û tirsandinê ve hatine bêdengkirin. Erk e ku êşên wan ragihînin û binpêkirinan ji cîhanê re eşkere bikin. Nemaze ji ber ku jinên li van deveran înternet tuneye ku li ser binpêkirinên giran ên ku ew dikişînin biaxivin. Mînak, li Afganistanê, li deverên Sûriyeyê û El Faşer a li Sûdanê.”
‘Heya ku aştî vegere, em dengê wan in’
Hanane tekez kir ku erkê mirovî û femînîst, hevgirtin û axaftina li ser van binpêkirinan e û wiha berdewam kir: “Li ser platformên dîjîtal, an jî di medyaya ku piştgiriya pirsgirêkên jinan dike de hewce dike. Ji ber hebûna medyayên din ên ku hin rojevan pêşve dibin. Carinan em nikarin guh bidin tundûtûjî, tecawiz, destdirêjî û dîlgirtina ku jinên li van deveran dijîn. Piştgiriya me, di eşkerekirina sûcan, îfadekirina hevgirtinê û daxwaza bicîhanîna peyman û qanûnên navneteweyî de ye ku jin û zarokan di dema şer û pevçûnan de diparêzin. Divê em dev ji piştgiriya wan û axaftina ji bo wan bernedin. Heya ku aştî vegere, em dengê wan in. Ji ber vê yekê em ê piştgiriya xwe bidomînin.”
Ji dirûşmeyan heta serokatiya rastîn
Derbarê pêşketinên dawî yên li Xezayê û girtina Flotîla Steadfastness ku jinên ji welatên cûda di nav de bûn, Hanane diyar kir ku girtina wan qanûnên navneteweyî binpê dike, ji ber ku ew di avên navneteweyî de bûne. Hanane destnîşan kir ku çalakvanên jin û mêr malbatên xwe feda kirine da ku dorpêça li ser beşek ku mirov li ber çavên cîhanê têne qirkirin, bişkînin û wiha got: “Tiştê ku qewimî ne qezayek bû, lê belê kiryarek korsaniyê ya rêxistinkirî bû ku aliyek din ê projeya kolonyalîst-nijadperest temsîl dike. Projeya ku ev sazî bi dehan salan li dijî gelên azad, di serî de gelê Filistînî pêk tîne. Ev pirsgirêk ji êrîşek tenê li ser azadiya navîgasyonê û binpêkirina qanûnên navneteweyî wêdetir diçe, lê ber bi binpêkirina rasterast a serweriya neteweyî ya Tûnisê ve diçe.”
‘Partiya Sosyalîst vê êrîşê wek sûc dibîne’
Hanane bi bîr xist ku heman saziyê berê bi guleyên şewatê yên ji dronan avêtin, keştiyên fîloya ku li bendera Sidi Bou Said a Tûnisê hatibûn danîn jî hedef girtibû û wiha pê de çû: “Îro jî bi revandina çalakvanên ku malbatên xwe feda kirine da ku dorpêça li ser Xezayê bişkînin û beşdarî fîloya berxwedanê bûne û di nav wan de Tûnisî jî hene, binpêkirinên xwe didomîne. Partiya Sosyalîst vê yekê wekî sûc û êrîşeke eşkere ya li ser welatê me, bêrêzîkirina rûmeta gelê xwe û binpêkirina mafê wê yê rewa yê parastina welatiyên xwe dibîne."
‘Bila berpirsyar hesab bidin’
Hanane da zanîn ku partiya wan vê kiryarê şermezar dike û wekî sûcek ji hêla dewletek serhildêr ve ku hemî peymanên navneteweyî binpê dike, dibîne. Hanane daxwaza berdana tavilê û bê şert û merc a hemû girtiyan kir, hêzên Îsraîlî bi tevahî wek berpirsyarê başbûna wan a fîzîkî û derûnî nîşan da. Hanane her wiha bang li desthilatdariya siyasî kir ku bê dudilî erkê xwe yê neteweyî di parastina welatiyên xwe de bi rêya çalakiyên dîplomatîk û qanûnî yên lezgîn di nav Konseya Ewlekariyê, Meclîsa Giştî ya Neteweyên Yekbûyî û dadgehên navneteweyî de bigire ser xwe, da ku vî sûcê giran eşkere bike û berpirsyar hesab bidin.
‘Ev ne tenê şerê Filîstîniyan e’
Hanane di dawiya nirxandinên xwe de bang li gelê Tûnisê û hemû gelên azad kir ku bi rêya xwepêşandanên gel, kampanyayên boykotê, hevgirtina sendîkayan û tevgerên xwendekar û ciwanan bibin yek û têkoşîna xwe ya hevpar mezin bikin, da ku dagirkeriyê eşkere bikin û ji ber sûcên xwe ji hêla siyasî û ehlaqî ve berpirsyar bibînin. Hanane, girîngiya "şer ne tenê yê Filistîniyan e, şerê hemû gelên azad ên cîhanê ya li dijî kolonyalîzm, nijadperestî û faşîzmê ye" destnîşan kir.