Ji Tulay Hatimogullari banga têkoşîna hevpar
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari got “Ji derveyî aştiyê tu hilbijartina me nîne” û banga têkoşîna hevpar li gelan kir.
Navenda Nûçeyan – 13’emîn Lijneya Giştî ya Asayî ya Weqfa Çandê ya Anatoliyayê ya Haci Bektaş Velî li eywana konferansê ya navenda xwe li dar xist. Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari jî tev li konferansê bû. Beriya lijneyê li stranên elewiyan hatin guhdarîkirin.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser komkujiyên Koçgirî, Dêrsim û Sêwasê û kesên jiyana xwe ji dest dayin bi bîr anî. Tulay Hatîmogûllari, bertek nîşan da ku cemxane girêdayî Wezareta Çand û Turîzmê hatine kirin û da zanîn ku elewîtiyê di tevahiya dîroka xwe de bedel da û got: “Hûn nikarin bi rêya tayînkirina qeyûmên xwe elewîtiyê dîzayn bikin. Hûn nikarin asîmîle bikin û ji baweriya wan bikin. Di dîrokê de tu daran teslîm nebû û dê nebe jî.”
Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku wan ji bo mafê hemwelatiya wekhev a elewiyan gelek xebat kirine û wiha pê de çû: “Heke em baştir bixebitin û bêhtir piştevaniya hev bikin, em ê bikarin Destûreke Bingehîn a demokratîk derbixin. Pêdivî bi destûreke bingehîn a her kes xwe tê de dibîne heye. Di vê mijarê de erk û berpirsyartiyên mezin dikevin ser milên partiyên siyasî, hêzên demokrasiyê û rêxistinên elewiyan. Rojhilata Navîn, Tirkiye, Anatoliya û Mezopotamya baxçeyê çîçekên reng bi reng e. Dixwazin rengê me vemirînin û me ji darê qut bikin. Lê ez di baweriyê de me ku em ê bikarin bi têkoşîna xwe, komara demokratîk ku her kes bi reng û dengê xwe tê de dijî ava bikin.
‘Em ê serî netewînin’
Em ê tu caran serî li ber zîhniyeta qeyûmperest netewînin. Em ê serî li ber rejîma otorîter a faşîst netewînin. Qeyûm, dizîna îradeya gel e. Derbeyeke siyasî ya bi destê daraz û polîsan e. Tu ferqa vê ji derbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê nîne. Tunekirina mafê bijartin û hilbijartinê ye.
Di demên dawî de li ser pirsgirêka kurd çendek nîqaş tên kirin. Em careke din bibêjin; li vî welatî yên herî zêde zext lê tê klirin, yên tên înkarkirin û rastî polîtîkayên yekperestiyê tên, elewî û kurd in. Ji bo pirsgirêkên elewî û kurdan bi rêyên demokratîk û aştiyane çareser bibin, em ê têkoşîna xwe mezintir bikin.”