Ji TOHAV’ê rapora ‘Mafê Hêviyê’

TOHAV’ê rapora xwe ya “Mafê hêviyê” aşkera kir, di raporê de bal kişand ser binpêkirinan û got: “Misogerkirina mafê hêviyê şertê pêşîn ê parastina rûmeta mirovan û pêşeroja demokratîk a Tirkiyeyê ye.”

Stenbol- Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûqî (TOHAV), li avahiya xwe ya li Beyoglûya Stenbolê rapora xwe ya têkildarî “Mafê hêviyê” eşkera kir. Gelek parêzvanên mafan tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Mafê hêviyê nas bikin” hat hilgirtin. 

Kurtahiya rapora ku ji 70 rûpelan pêk tê û bi Kurdî û Tirkî hatiye amadekirin, ji aliyê Rêvebera TOHAV’ê parêzer Zozan Vargun ve hat xwendin. 

Rapor wiha ye: 

“Mafê hêviyê di dema me de ji bo pergalên hiqûqî yek ji ezmûnan herî girîng e. Armanca vê raporê ew e ku vî mafî derxe holê, nîqaşên têkildarî wî mafî di astên hiqûqî û civakî de kûrtir bike û îradeya ji bo reformê xurttir bibe. Di vê çarçoveyê de; mafê hêviyê mafekî bingehîn e ku hêviyên kesekî ji bo pêşerojê û îhtîmala wan a guhertin û ji nû ve entegrekirina wan di nav civakê de diparêze. Ev rapor jî angaşt dike ku pratîkên di nava pergala dadgeriya cezayî de ku vê hêviyê bi tevahî ji holê radikin ne ji hêla qanûnê ve û ne jî ji hêla exlaqî ve rewa nîn in. Pratîka dadî ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û hişyariyên ji hêla dezgehên çavdêriyê yên Neteweyên Yekbûyî (NY) ve ji Tirkiyeyê re hatine kirin jî piştgiriyê didin vê angaştê. Di vê çarçoveyê de; rapor bi taybetî mafê hêviyê ji bo wan girtiyan dinirxîne ku ji ber ‘terorîzm û tawanên destûrî’ hatine darizandin û cezayê muebbeda girankirî li ser wan hatiye sepandin ji mafê berdana bi şert hatine bêparkirin.

‘Modelên cuda yên Ewropayê hatine lêkolînkirin’ 

Ev rapor tenê bi rejîma înfazê re sînordar e û balê nakişîne ser vê çendê ka gelo darizandinên bingeha girtinê pêk tînin li gorî prensîbên darizandineke dadmendane pêk hatine yan na. Rapora mafê hêviyê, çarçoveya bingehên wê yên têgehî, dîrokî û normatîf vedikole. Di vê çarçoveyê de, girîngiya mafê hêviyê ji bo civakek demokratîk û têkiliya wê bi diyardeyên mîna têkiliyên sivîl, siyaseta cezayî ya rewiştî û baweriya civakî re tê lêkolînkirin. Di çarçoveya Tirkiyeyê de, mafê hêviyê di bin sernavên wekî rakirina cezayê darvekirinê û peydabûna cezayê zindanîkirina heta hetayê ya girankirî, rêziknameyên qanûnî û îhtîmalên berdanê, biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û erkên Tirkiyeyê, giraniya rejîma darvekirinê, mijara hucreya yekkesî, rexneyên navneteweyî û mijara zelaliyê de hatiye lêkolînkirin. Ev metn her wiha agahiyên pratîkên dadî yên têkildarî pîvanên ku ji hêla DMME’yê ve ji bo parastina mafê hêviyê hatine destnîşankirin nîqaş dike û vedikole. Di vê çarçoveyê de, pratîk û modelên cuda yên Ewropî hatine lêkolînkirin. Ev lêkolîn, çarçoveya qanûnî û kargêrî ya heyî ya ji bo sîstema cezayên girankirî li Tirkiyeyê vedikole. Rakirina cezayê darvekirinê ji hêla dîrokî ve tê analîzkirin, guhertinên qanûnî tên nirxandin û xalên girîng ên di qanûnên bingehîn de ku têkildarî peragala muebbeda girankirî, tên nîqaşkirin. Beşeke taybet ê raporê ji bo bandora Abdullah Ocalan a li ser pêşveçûna vê qanûnê hatiye veqetandin. Di wê beşê da rakirina cezayê darvekirinê, danîna cezayê muebeda girankirî li dewsa wê û binpêkirina binemaya wekheviyê hatiye lêkolînkirin.

‘Pirsgirêk ne şexesî ye pergalî ye’ 

Ev rapor agahiyên tekûz ên kesên ku li Tirkiyeyê cezayê muhebeda girankirî li wan hatiye sepandin pêşkêşî raya giştî nake. Ji ber vê yekê, kêmasiya daneyan û nebûna zelaliyê weke mijarên cuda hatine nîqaşkirin. Di bin sernavê ‘Bandorên Rejîma Înfazê li ser Tenduristiya Derûnî û Fizîkî ya Girtiyên ku cezayê zindanîkirina her û her ê girankirî li ser wan hatiye sepandin’ de, hinek agahiyên der barê şert û mercên girtinê, binemayên hiqûqa navneteweyî yên der barê hucreya yekkesî û cezayê hucreyê de hatine pêşkêşkirin. Gewhera girêder a biryarên DMME’yê û bicîhanîna wan di hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê de û her wiha bandorên pêvajoya çavdêriya berdewam a Komîteya Wezîran li ser hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê, di çarçoveya qanûnên heyî de hatiye nîqaşkirin. Di bin sernavê ‘Di Pratîkê de Pirsgirêk’ de, pêkhate û karê desteyên kargêrî û desteyên çavdêriyê, desthilatdariyên wan ên îhtiyarî di nirxandina başreftariyê de, pirsgirêkên ku rû dane û çareseriyên pêşniyarkirî hatine nîqaşkirin. Ev rapor eşkere dike ku cezayê muebbeda girankirî li Tirkiyeyê ne tenê bûye pirsgirêkeke takekesî, di heman demê de bûye pirsgirêkek mafên mirovan a çarçoveyî jî û ev rejîm li dijî rûmeta mirovan e. Ev sîstema ku piştî rakirina cezayê darvekirinê wekî gaveke mafên mirovan a pêşketî hat pêşkêşkirin, di pratîkê de bûye pergaleke bêhêvîbûnê ya domdar. Ev rapor bi lêkolîna mafê hêviyê li ser bingehên wê yên têgehî, dîrokî û qanûnî, nîşan dide ku pratîka li Tirkiyeyê bi awayekî sîstematîk vî mafî binpê dike.

‘Dewlet nikare kesekî ji ber kiryarên berê heta hetayê mehkûm bike’ 

Mafê hêviyê tenê bi ihtîmala bidestxistina azadiyê sînordar nîn e lê belê ev maf her wiha berdewamiya girêdana bi pêşerojê re, guherîn û têketina dubare ya di civakê de ye. Di vî warî de, mafê hêviyê sînorek exlaqî li ser fonksiyona cezayî ya qanûnê çêdike. Dewlet nikare kesek li ser bingeha kiryarên wî yên berê heta hetayê mehkûm bike lê belê neçar e ku îhtîmalên pêşerojê jî li ber çavan bigre. Her wekî ku di vê raporê de jî amaje pê hatiye kirin, ev maf rûmeta mirovan e û tekeziyê li ser vê çendê dike ku mirov ne tenê bi kiryarên xwe yên berê lê belê di heman demê de bi potansiyela xwe ya ji bo pêşerojê jî mirov e. 

Mînakên biryara mafê hêviyê 

Di hiqûqa navneteweyî de ev têgihîştin çavkaniya xwe dispêre xala 3’yem a Peymana Mafên Mirovan ya Ewropayê ku muameleya nemirovane û sivikker qedexe dike. Pêşîneya dadî ya ku ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ve di dozên mîna Kafkaris, Vinter, Murray, Petukhov, Marcello Viola’yê da hatiye esasgirtin, amajeyê bi vê babetê dikin ku biryarên cezayê muebbeda girankirî tenê wê demê li gel rûmeta mirovî diguncin ku ji aliyê hiqûqî (de jure) û hem jî ji aliyê pratîkî ve (de fakto) kêmkirina wan pêkan be. Li gor biryarên dadgehê, heger ku di tu şert û mercan de ixtîmala berdana kesekî neyê berçavgirtin, ev tê vê wateyê ku kapasîteya wî kesî ya guhertinê tenê ji ber rabirdûya wî tê sînordarkirin. Ji ber vê yekê jî, divê mekanîzmayên nirxandinê herî zêde piştî 25 salan werin destpêkirin, di navberên birêkûpêk de werin dubarekirin û pêşketina kesane û têkiliyên civakî yên wî kesê di wan nirxandinan da li ber çavan bên girtin.

‘Tirkiyeyê gavên pêwist neavêtiye’

Di dozên têkildarî Tirkiyeyê yên mîna Doza Ocalan (Hejmar 2), Kaytan, Gurban û Boltan de, biryarên dayî vê rastiyê derdixin holê ku rejîma cezayê muebbeda girankirî mafê hêviyê ji holê radike. Dadgeh gihîştiye vê encamê ku mekanîzmayên berdana bi merc yan tune ne yan jî tenê bi awayekî teorîk hene. Ew mekanîzma xala 3’yemîn a PMME’yê binpê dike û efûyên serokkomariyê nikarin şûna nirxandina birêkûpêk, berdest û serbixwe bigrin. Ev encam nîşan dide ku pirsgirêk di cewhera xwe de pirsgirêkên çarçoveyî ne, ne takekesî. Komîteya Wezîran a Konseya Erwopayê di çarçoveya Koma Gurbanê de ku çavdêriya pêkanîna van binpêkariyan dike, di nirxandinên xwe yên têkildarî Tirkiyeyê de daxwaza çaksaziyên berfireh kiriye û ji Tirkiyeyê xwestiye vê pirsgirêka çarçoveyê çareser bike. Komîteyê bi taybetî destnîşan kiriye ku xala 107/16ê ya Qanûna Hejmar 5275 ya têkildarî Bicîhanîna Tevdîrên Sizayî û Ewlehiyê û pratîkên têkildarî wê mafê hêviyê bi awayekî pratîkî ji holê radikin. Komîte ji Tirkiyeyê dixwaze ku li gorî standardên DMME’yê pergalek nirxandin û berdana bi merc ava bike. Tevî vê yekê jî, Tirkiyeyê gavên pêwist neavêtine.

‘Li gelek welatan cezayê muebbeda girankirî nayê wateya bêhêvîtiyê’

Beşa mînakên berawirdî yên hiqûqî û pratîkî ya vê raporê nîşan dide ku piraniya dewletên endam ên Konseya Ewropayê piştî demek diyarkirî mekanîzmayeke nirxandina serbixwe û dadî ava kirine. Li van welatan, cezayê muebbeda girankirî nayê wateya bêhêvîtiyê lê ew maf bi pêvajoyên ku kapasîteya takekesî ji bo guhertin û vegerandina nava civakê dinirxînin tê hevsengkirin. Li beramberî vê, rejîma cezayê muebbeda girankirî li Tirkiyeyê hem di warê berdana bi merc de û hem jî di warê şert û mercên girtinê de bi awayekî ne guncaw de li gel rûmeta mirovan berdewam dike. 

‘Mafê hêviyê bûye pirsgirêka demokratîkbûna Tirkiyeyê’

Li Tirkiyeyê cezayê muebbeda girankirî nirxandina keyfî ya ‘başreftariyê’ û nebûna zelaliyê berdewam dike û çarçoveyek diafirîne ku rûmeta mirovan a girtiyan binpê dike û têkiliyên wan bi civakê re qut dike. Ev wêne, dema ku bi hejmara girtiyên di bin vê rejîmê de ne re tê nirxandin, nîşan dide ku mafê hêviyê ne tenê bûye pirsgirêkek takekesî, di heman demê de bûye pirsgirêkek demokratîk û civakî li Tirkiyeyê. Lewre civakek heya wê demê demokratîk e dikare baweriya welatiyê xwe bi pêşerojê bigre bin temînatê. Pergaleke hiqûqî ku hêviyê ji holê radike, ne tenê girtiyan, di heman demê de civakê jî mehkûmî bêhêvîtiyê dike. Armanca hiqûqê ne tolhildan e dadmendî û parastina potansiyela mirovî ye. Di vê çarçoveyê de, gavên ku divê Tirkiye bavêje zelal in.

Gavên ku divê bên avêtin:

Li gorî pêşîneya dadî ya DMME’yê û pîvanên PMME’yê ji bo parastina mafê hêviyê;

* Divê têkildarî dozên cezayê muebbeda girankirî, mekanîzmayeke nirxandinê ya serbixwe, şefaf û birêkûpêk di dawiya heyamek diyarkirî de were damezirandin;

* Divê mafê berdana bi merc ji hemû girtiyan re bê îstîsna were dayîn;

* Divê şert û mercên înfazê yên têkildarî hucreya yekkesî bên rakirin û mercên jiyanê li gor rûmeta mirovî bên afirandin;

* Divê daneyên têkildarî înfazê û girtiyan bi awayekî rêkûpêk û berdest bi raya giştî re werin parvekirin da ku zemînek ji bo çavdêriya giştî û berbariyên navneteweyî were avakirin.

‘Mafê hêviyê pîvana mirovîbûna ceza diparêze’

Ev gav ne tenê pêdiviyeke biryarên DMME’ê ne, di heman demê de ceribandinek e li ser angaşta Tirkiyeyê ya ku dibêje dewletek hiqûqî ye. Mafê hêviyê binemayek e ku pîvana mirovîbûna ceza diparêze û wijdanê hiqûqê temsîl dike. Pergala ku vî mafî ji holê radike, mirovbûna mirovan înkar dike û bêhêvîtiyê li cihê dadmendiyê datîne. Ji ber vê yekê, ev rapor mafê hêviyê ne tenê wekî têgeheke hiqûqî, wekî binemayeke neçarî ji bo berdewamiya mirovahiyê û demokrasiyê pênase dike. Pergalek ku hêviyê qedexe dike, rûmeta mirovan jî qedexe dike. Li ser vê esasê jî misogerkirina mafê hêviyê şertê pêşîn ê parastina rûmeta mirovan û pêşeroja demokratîk a Tirkiyeyê ye.”