Jinên Sûrî û avakirina pêşerojeke dadperwer

Her çiqas riya li pêşiya jinên Sûrî dijwar û zehmet be, ew ji bo avakirina jiyaneke baş bi ezmûn, zanîn û girêdana xwe ya kûr bi civakê re, dibin stûnek girîng ji bo pêkanîna projeyek neteweyî ya berfireh.

GOTAR

* Mehasên Med Ellah

Wekî ku em tev jî dizanin, jinên Sûrî yekparebûnek bi nêrîneke yekgirtî pêk nayên, pirrengiya nêrîn û têgihîştinan li ser pêşeroja Sûriyeyê tiştekî xwezayî ye ku kompleksa tecrubeya Sûriyê bi xwe û pir rengiya riyên wê yên siyasî, civakî û aborî nîşan bide. Lêbelê, ev pirrengî hebûna hevpariyên kûr ên ezmûnên jinên Sûriyeyê hem di hundirê welat de û hem jî li welatên penaberiyê li hev dicivin, red nake.

Di dema mayîna min li Lubnanê de, ev fikarên hevbeş bi riya hevdîtinên rasterast û nîqaşên dirêj ku mezinahiya pirsgirêkan, her wiha hêza hêvî û îradeyê nîşan dan, bi awayekî zelal eşkere bûn. Hejmareke mezin ji jinên Sûrî heya niha jî piştî windakirina mêr, bav, an bira, an jî di encama girtin, windakirina bi zorê, an koçberiya bi zorê de barê xwedîderketina tevahî malbatên xwe hildigirin. Ew vê rolê di siya yek ji krîzên mirovî yên herî xirab de ku cîhan di deh salên dawî de nas kiriye, pêk tînin. Derfetên kar kêm bûne, debara jiyanê kêm bûye û rêjeyên xizaniyê gihîştine astên bêhempa.

‘Tevî zor û zehmetiyan jinên Sûrî wiha hevgirtina malbat û civakên xwe diparêzin’

Lê belê, jinan dev ji hewildanên xwe yên ji bo dabînkirina rûmetê di asta herî kêm de be jî ji bo malbatên xwe bernedane, xwe dispêrin karên ne fermî, alîkariya mirovî ya sînordarkirî, an torên hevgirtina civakî yên lawaz bûne. Ewlekariya kesayetî ya jinên Sûriyeyî di ronahiya belavbûna tundiyê de, kêmbûna serweriya qanûnê û hilweşîna pergalên civakî yên kevneşopî de fikarek rojane çêdike. Diyardeyên zewaca temen biçûk, zewaca bi darê zorê berdewam dikin. Li hin derdoran wekî bersivek bi zorê ji bo zehmetiyên aborî û tirsa ji pêşerojê kûrtir dibin, rewşa keçan ya lawaz zêdetir dike û wan ji perwerdê, mafê hilbijartinê û derfetên beşdariya nava civakê de bê par dike. Her wiha, gelek jinên Sûrî ji ber windakirina hezkiriyên xwe, çi hatibin kuştin, çi winda, çi jî girtî bin, êş û azareke giran dikşînin - êşek ku ji ber nebûna rastî û edaletê, ji ber bendê mayîna dem dirêj ku xemgîniyê vediguherîne rewşek her heye, ji nû ve tê çêkirin, dijîn. Tevî giraniya barê derûnî û hestyarî, jinên Sûrî jiyana xwe ya rojane birêve dibin, zarokên xwe mezin dikin, her wiha hevgirtina malbat û civakên xwe diparêzin.

‘Hêviya jinan avakirina Sûriyeyek wekhev e’

Jinên ku ez li Lubnanê rastî wan hatime ji herêm, paşxane û girêdayîbûnên cuda bûn, ezmûnên wan jî cihêreng bûn. Tiştê ku ew jin difikirin yek hestek kûr a berpirsiyariyê li hember Sûriyê û pêşeroja wê bû. Hemûyan hêviyek mezin, enerjiyek bêdawî û pabendbûnek zelal ji bo Sûriyeyek çêtir- Sûriyeyek li ser bingeha edalet, wekhevî û rûmeta mirovan - nîşan dan. Wan xwesteka xwe ya eşkere tekez kir ku bibin beşek ji teşedana pêşeroja welatê xwe, ne tenê wergirên biryaran bin.

‘Jinên Sûrî ji bo pêşerojeke azad xwe amade dikin’

Gelek jinan ji min re gotin ku ew dixwazin kursiyeke rastî li ser maseya biryardayînê hebe, ew dikarin di warê pisporî, zanîn û ezmûnan de gelek tiştan pêşkêş bikin û ew êdî îstismarkirin, marjînalîzekirin an jî cudakariya li ser bingeha zayendê qebûl nakin. Her wiha ew ji bo roja ku ew ê di nav mîmarên vejîna aborî, civakî, çandî û siyasî ya Sûriyeyê de bin amadekariyê dikin, ji ber ku wan ew qezenc kiriye û bedêlên giran dane.

‘Peymana Civakî mafên welatiyan diparêze’

Jinên Sûrî dixwazin tundî, cudakarî û bê ewlehiyê bi dawî bikin, di heman demê de hewl didin ku dabeşbûnên ku civaka Sûriye yê perçe kirine, bi dawî bikin. Ew dizanin ku bidestxistina vê yekê ji nû ve avakirina baweriyê, sererastkirina tevna civakî û ber bi peymanek civakî ya nû ve ku li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev, serweriya qanûnê û rêzgirtina mafên mirovan, pêwîst dike. Jin li ser pêwîstiya sektorek ewlehiyê ya pîşeyî ya ku hemû welatiyan bê cudakarî diparêze, li hember qanûnê berpirsyar e û di çarçoveya serweriya qanûnê de dixebite, li hev dikin. Ew her wiha daxwaza edaletê li ser bingeha pêvajoyek dadperwer dikin, ne li ser bingeha tolhildan an bê cezatiyê û dibînin ku bidestxistina ewlehiya rastî, ji bidestxistina edaletê ne cûda ye.

‘Civaka Sivîl stûneke bingehîn e ji bo veguherîna siyasî ya rastî û domdar’

Her wiha jin tekezî bi rola girîng a civaka sivîl, aktîvîteyên jinan û rêxistinên jinan di pêvajoya vejîn û ji nû ve avakirinê de, bi çavdêriya performansa giştî de û di parastina mafên komên marjînalîzekirî de dikin. Ew civaka sivîl wekî stûnek girîng û neçar ji bo her veguherînek siyasî ya rastî û domdar dibînin. Jinên Sûrî ji bo nûbûnek civakî ya berfireh hêvî dikin ku bibe sedema lihevhatina neteweyî û hevgirtina civakî, nirxên hevgirtinê û berpirsyariya hevbeş vegerîne û aştiyek mayînde ava bike. Aştî ne tenê nebûna tundiyê ye, aştî li ser bingeha edalet, rûmet û beşdarbûnê pêkan dibe.

‘Jin aktor û mîmarên sereke yên pêşeroja Sûriyê ne’

Divê beşdariya çalak a siyasî, aborî û sivîl a jinan bi riya polîtîkayên zelal ên ku gihîştina cihê biryardanê ya çalak bi awayekî xurt were mîsogerkirin. Ew ne tenê qurbaniyên şer in, di heman demê de aktor û mîmarên sereke yên pêşeroja Sûriyeyê ne. Di dirêjahiya dîrokê de, jinên Sûrî welatê xwe parastine, rêwîtiya wan bi qurbanî, wêrekî û pabendbûneke kûr ji bo edalet û wekheviyê dagirtî bû. Gelek ji wan jiyana xwe xistine xeteriyê, hin ji wan jî ji bo parastina maf û rûmeta mirovan bedêlên herî bilind dane.

‘Avakirina welat daxwaza jinên Sûrî ye’

Li hember demên dijwar ên ku Sûriye tê re derbas dibe, gelek kes li pey peyvên ku li gorî mezinahiya êş û windahiyê ne digerin. Lê belê, îro tiştê herî girîng ew e ku mirov hêvî û pabendbûna kolektîf a ji bo ji nû ve avakirinê ji bo niha û pêşerojek ronîtir biparêze. Digel hemû dijwariyan, jinên Sûrî bi hêvî li pêşerojê dinhêrin û balê dikişînin ser tiştên ku dê bên avakirin, ne li ser tiştên ku hatine wêrankirin.

Îro, berpirsyariya kolektîf tê nûkirin da ku beşdariya çalak a jinên Sûrî di hemû riyên xebata neteweyî û siyasî de mîsoger bibe. Ji ber ku ew hewl didin ku salên şer bibin sedema rastiyek nû ku beşdariya siyasî mîsoger dike û rêzê li beşdariyên hemû Sûrîyeyiyan digre.

Dema ku em bandora kûr a ku jinên Sûrî di seranserê dîrokê de kirine dinirxînin, pêwîst e ku em rêz li wêrekiya wan bigirin û rola wan a mihwerî û girîng qebûl bikin. Ew tînin bîra me ku riya aştiyê bi biryardariya wan kesan tê avakirin ku cesaret dikin xeyala welatekî bikin ku jin tê de cihekî tam li ser maseya biryardayînê hebe. Bi hev re, bi hêz û wêrekiya xwe, jinên Sûrî dê ji bo Sûriyeya ku ew xeyal dikin pêşerojek berfirehtir û ji bo mirovahiyê ava bikin.

‘Tevî nebûna yasayan jinên Sûrî di hemû waran de kar kirin’

Wekî ku Îmîliya Îrhart got: “Tiştê herî dijwar ew e ku mirov biryara tevgerê bide; ya mayî jî tenê gav avêtin e.” Ev gotin bi awayekî rast rêwîtiya jinên Sûrî nîşan dide ku tevî hemû xetereyan biryara tevgerê dane û hîn jî ji bo welatekî hêjayî jiyanê gavan davêjin. Bi berfirehkirina aliyê aborî yê ezmûna jinên Sûrî, pêdivî bi naskirina rola navendî ya ku wan di parastina aramiya malbat û civakê de lîstiye derdikeve holê. Ew neçar man ku bikevin warên nû yên xebatê ku berê ji wan re ne mumkin bû û di şert û mercên dijwar û ne aram de bêyî parastina yasayî an civakî kar kirin.

‘Heya niha jî lawaziyeke kûr a aborî heye’

Lê belê, wan formên nûjen ên adaptasyonê pêş xistin ku xwe dispêre jêhatiyên berdest, xwe fêrbûnê û torên piştgiriya jinan ên herêmî, ku alternatîfên ne fermî ji bo pergalên parastinê yên ne amade pêk anîn. Heya niha jî lawaziyeke kûr a aborî heye ku bi riya polîtîkayên berfireh ên ku karê jinan nas dikin, parastin û rûmeta wê mîsoger dike, perspektîfên ji bo derbasbûna bo aboriya fermî vedikin, derfetên perwerdeyê û gihîştina mîkrofînansê berfireh dikin û piştgirî didin însiyatifên jinan a hilberînê. Em nikarin bêyî ku ew bi fêrkirin û perwerdeyên pîşeyî were girêdan, her wiha gihîştina keçan bo dibistan û zanîngehan mîsoger bike, derbarê hêzdarkirna aborî de biaxivin.

‘Nebûna edaletê lihevhatinê tehdît dike û çerxên nû yên tundiyê gur dike’

Di warê edaleta veguhêz de, jinên Sûrî tekez dikin ku pêwîstiya pejirandina rêbazek berfireh heye ku qurbaniyan di navenda pêvajoyê de bi cih bike û mafê rastî, hesabpirsîn, telafîkirin û dubarenekirinê garantî bike heye. Jin bawer dikin ku nebûna edaletê ne tenê tê wateya berdewamiya êşê, di heman demê de îhtîmalên lihevhatinê jî tehdît dike û çerxên nû yên tundiyê gur dike. Beşdarbûna jinan di sêwirandin û bicîhanîna mekanîzmayên dadweriya veguhêz de ji bo mîsogerkirina tevlêbûn û hesasiyeta wan a li hember zayendê pir girîng e. Her wiha jin tekezî bi girîngiya çareserkirina binpêkirinên taybetî yên ku wan di salên pevçûnê de kişandine, çi şîdeta li ser bingeha zayendê be, marjînalîzekirina aborî be, an jî dûrxistina siyasî be dikin. Îşaret bi edaleta rastî bêyî naskirina van binpêkirinan û avêtina gavên berbiçav ji bo çareserkirina wan di zemîneke qanûnî û sazûmanî ya zelal de nayê bidestxistin dikin.

Jin vê jî îfade dikin, reforma sektora ewlehiyê divê beşek yekgirtî ya her pêvajoyek veguheztinê ya serkeftî be. Beşdarkirina jinan di vê reformê de, çi bi riya cihên biryardayînê be, çi jî bi riya çavdêriya sivîl be, dibe alîkar ku saziyên pisportir ên ku bersivê didin hewcedariyên civakê, ava bibin.

‘Jinan bi riya însiyatîfan valatiyên saziyên hikûmetê dagirtin’

Di sektora civaka sivîl de, jinên Sûrî roleke pêşeng di avakirin û birêvebirina înîsiyatîfên herêmî û rêxistinên mirovî, mafên mirovan, perwerde û tenduristiyê de lîstin. Valahiya ku ji ber paşketina saziyên hikûmetê mabû dagirtin. Di salên şer de, ev înîsiyatîf pir caran ji bo rûmeta mirovan û aştiya civakî bûn xeta yekem a parastinê. Ezmûnan nîşan da ku jin xwedî kapasîteyek bilind in ji bo avakirina baweriyê, xebata li seranserê dabeşan, birêvebirina nakokiyên herêmî bi rêbazên aştiyane. Ev yek destekkirina serokatiya wan di civaka sivîl de dike vebijarkek stratejîk ji bo pêşvebirina hevgirtina civakî û pêşîgirtina li dubarebûna tundiyê.

‘Reformên qanûnî pêwîst dike ku wekhevî û derfetên wekhev mîsoger bike’

Di warê siyasî de, tevî jêhatîbûn û ezmûna wan, jinên Sûrî bi pirsgirêkên avahî û çandî re rû bi rû dimînin ku beşdariya wan a çalak sînordar dike. Ji bo derbaskirina van pirsgirêkan, reformên qanûnî pêwîst dike ku wekhevî û derfetên wekhev mîsoger bike, ligel hewldanên hişyariyê yên demdirêj ku wêneyên stereotîpîk diguherînin û serokatiyê wekî xizmet û berpirsiyariyek ji nû ve pênase dikin, ne wekî îmtiyazek. Pejirandina tedbîrên taybet ên demkî yên wekî kotayan dikare bibe amûrek bibandor ji bo bilezkirina beşdariya jinan di jiyana siyasî de, bi şertê ku ev yek bi avakirina kapasîteyê û mîsogerkirina hawîrdorek siyasî ya ewle û piştgir re were hevberkirin ku rêzê li pirrengiyê digre û tundî û dûrxistinê red dike.

‘Çand bîra kolektîf û îfadekirina êş û hêviyê ye’

Aliyê çandî ji aliyên din ne kêmtir girîng e, ji ber ku jinan roleke girîng di parastina bîra kolektîf û di îfadekirina êş û hêviyê de bi riya wêje, huner, muzîk û şanoyê lîstine. Çandê wekî amûrek ji bo berxwedana aştiyane û ji bo îfadekirina xwestekên civakekê ku hesreta azadî û rûmetê dike bi kar anîne. Nasîn û piştgiriya rola çandî ya jinan beşek girîng a pêvajoya başbûnê û ji nû ve avakirina nasnameya neteweyî li ser bingehên berfireh ên ku rêz li pirrengiyê digirin e, çêdibe.

Jin hêza ajotina guhertinê û stûnek bingehîn a avakirina welatek dadperwer in

Di encamê de, pêşeroja Sûriyeyê bêyî beşdariya hemûyan û çalak a jinên Sûrî di hemû waran û astan de nayê avakirin. Ew ne tenê nîvê civakê ne, her wiha hêzeke ajotinê ya guhertinê û stûnek bingehîn a avakirina dewletek dadperwer, jêhatî û berfireh in jî. Hêzdarkirina jinan fermanek neteweyî û stratejîk e û pêşwextiyek ji bo bidestxistina aştî, aramî û pêşkeftinê ye. Her riyek ku vê rolê paşguh bike, mehkûmî têkçûnê ye.

‘Ezmûnên jinên Sûrî ji bo pêkanîna projeyeke netewî ya berfireh dibin stûn’

Ezmûna navneteweyî di rewşên şer û piştî şer de nîşan dide ku civakên ku jinan ji pêvajoyên biryardayînê tên dûrxistin, di warê aramî û pêşveçûnê de bedêlên giran didin. Wekî din, pejirandina pêvajoyên aştiyê yên xurttir û domdartir hewceyî tevlêbûna jinan dike. Jinên Sûrî, bi ezmûn, zanîn û girêdana xwe ya kûr bi civakê re, stûnek girîng ji bo her projeyek neteweyî ya berfireh pêk tînin. Piştgiriya beşdariya wan îradeyek siyasî ya zelal, pabendbûnek saziyî ya demdirêj û hevkariyek rastîn bi civaka navneteweyî re li ser bingeha rêzgirtin û hêzdarkirinê ye, ne li ser bingeha patronajê, hewce dike ye.

Her çiqas riya li pêşiya jinên Sûrî hîn jî dijwar û zehmet be, ew ji bo jiyaneke baş, avakirina pêşerojê û parastina Sûriyeyê ku nifşên pêşerojê heq dikin, têkoşîna xwe didomînin.

*Endama Akademiya Jineolojî û Çalakvana Civakî