Ji TJA û DEM Partî bang: Em xwedî li şoreşa jinê derkevin

TJA û Meclîsa Jinan a DEM Partî, têkildarî êrîşên li dijî gelên sê taxên Helebê daxuyanî dan û banga xwedîderketina li Şoreşa Jinan a Rojava li hemû gelan kirin.

Navenda Nûçeyan- Bertekên li dijî êrîşên çeteyên cîhadîst ên Heyet Tahirir el-Şam (HTŞ) û girêdayî dewleta Tirk li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiya û Benî Zeyd ên Helebê her ku diçe zêde dibin. 

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a DEM Partî, daxuyanî dan û banga xwedîderketina li Şoreşa Jinan a Rojava kirin.

‘Gefek aşkera ya li dijî şoreşa jinê’

Di daxuyaniya TJA’yê de ev tişt hate gotin: “Ev êrîşên rejîma Şamê gefek aşkera li ser yekperçeyiya îdarî û siyasî ya Sûriyeyê ne. Her wiha gefek mezin li ser rêveberiya xweser a demokratîk a wekhev ku li Rojava bi berxwedana gel a ku ji hêla jinan ve tê rêvebirin hatiye damezrandin, pêk tînin.”

‘Rêveberiya Şamê peyman pûç kiriye’

Di daxuyaniyê de peymana 10’ê Adarê hat destnîşankirin û wiha hate gotin: “Dema ku ev êrîş diqewimin, hêjayî gotinê ye ku li gorî Peymana 10'ê Adarê ya di navbera QSD û hikûmeta demkî ya Şamê de hatiye îmzekirin, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di Nîsana 2025'an de ji taxên Kurdan vekişiyan û ewlehî radestî rayedarên herêmî kirin. Ev êrîşên hêzên girêdayî hikûmeta demkî ya Şamê bi tevahî Peymana 10'ê Adarê pûç dikin. Ev êrîş kiryarek êrîşkar a ku rêxistinek civakî hedef digire, şer li ser gelê Kurd ferz dikin û bi vî rengî pêşeroja Sûriyeyê dikin xetereyê ye.”

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ezmûna Rojava yek ji mînakên kêm e, bi bedêlên mezin hatiye teşekirin, pergalek li ser rizgariya jinan a li dijî kevneşopiya siyasî ya Rojhilata Navîn a ku ji hêla mêran ve serdest e, leşkerî û otorîter e. Ji ber vê yekê, hedefgirtina Rojava ji hêla komên xwedî îdeolojiyên dijminê jinan ên wekî HTŞ’ê ve, êrîşek zelal û îdeolojîk temsîl dike. Armanc dike ku rasterast xeta rizgarker ji holê rake. Êrîşên rejîma demkî ya Şamê jiyana civakî hedef digrin.

‘Êrîşên îmhayê’

Ev êrîş, ji bilî ku gefên mezin li ser yekperçeyiya îdarî û siyasî ya Sûriyeyê çêdikin, rasterast ramana aştiyê ya ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi israr hewl didin ava bikin, têk dibin. 

‘Em ê xwedî li xeta azadiya jinê derkevin’

Wekî Tevgera Jinên Azad, em bi tevahî vê zîhniyeta êrîşkar, paşverû, dijminê jinan, wêranker qebûl nakin. Em diyar dikin ku em ê li her eniyê li dijî wê bisekinin, şer bikin û xeta rizgariya jinan biparêzin. Em diyar dikin ku bidawîbûna kaos û pevçûnê li Sûriyeyê bi avakirina hikûmetek hevbeş ve girêdayî ye ku dê mafên wekhev û demokratîk ên hemû gelên li Sûriyeyê mîsoger bike. Em bang li her kesî dikin ku baweriya xwe bi têkoşîn û berxwedana jinan bîne û ji bo wan têbikoşe, ku li dijî êrîşên rejîma Şamê rawestin, helwestek tund nîşan bidin û piştgiriyê bidin şoreşa jinan.”

‘Li hember sûcên mirovatiyê bêdeng nemînin’

Meclîsa Jinan a DEM Partî, banga “Divê li beramberî vê sûcê li dijî mirovatiyê tê kirinê bêdeng nemînin” li saziyên navnetewî kir.

Di daxuyaniya Meclîsa Jinan a DEM Partî de ev tişt hatin gotin: “Em çeteyên ku li taxê malbat, jin û ciwanan direvînin baş nas dikin û dizanin ku xwedî kîjan zîhniyetê ne. Em van çeteyan ji zîhniyeta li Şengal û Rojava jinan qetil kirin, jinan li bazarên koleyan firotin nas dikin, ji qetlikirina endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya dizanin. Bi destê van çeteyên di nava DAIŞ û yên mîna wê de cih digirin re mafê jiyanê yê sivîlan bi awayekî sîstematîk tê binpêkirin û armanc dikin ku Sûriyeyeke mêrserwer, yekperest, zayendperest û mezhebperest ava bikin. Li dijî van êrîşan em ê dev ji piştevaniya bi jinên Sûriyeyî û Rojavayî bernedin.

‘Bikevin nav liv û tevgerê’

Banga me ji bo hemû saziyên navneteweyî, rêxistinên mafan û rêxistinên jina ye; ji bo sekinandina van êrîşên li dijî jin, ciwan û gelên Sûriyeyê, divê her kes demildest bikeve nava tevgerê û li dijî vî sûcê li dijî mirovahiyê bêdeng nemînin. Rojava wîjdan e, azadî ye, berxwedan e û nayê teslîmgirtin. Rêya jiyaneke azad û wekhev a gel, jin û ciwanan, avakirina Sûriyeyeke demokratîk e.”