Ji serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ bandor bû berê xwe da refên gerîla

Delal Botan ku pêşengî ji serhildana li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir dikir, ji bo têkoşîna xwe mezin bike beşdarî nava refên HPJ’ê bû wiha got: “Hêrs û kîna li dijî hikumetê veguherî serhildanê.”

HAVRÎN CENGAWER

Navenda Nûçeyan- Dengvedana serhildana ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê; piştî Jîna Emînî li Tahranê ji aliyê ‘Polîsêne exlaq’ ve hat qetilkirin di 16’ê îlona 2022’an de dest pê kir, ne tenê li Îran û Rojhilat, belavî hemû cîhanê bû. ‘Jin Jiyan Azadî’ bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re serhildana bi pêşengiya jinan bi pêş ket, geşedanên weke şoreşê bi xwe re anî. Serhildan, bi pêşengiya jinan belavî her qada jiyanê bû. Ji ber wê ye ku hikumeta Îranê hewl dide van serhildanan, bi darvekirin, girtin û îşkenceyan bitepisîne. 

Piştî pêvajoya ku li hemû cîhanê weke serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ hat binavkirin, gelek jin ketin riya lêgerîna mezinkirina têkoşînê. Yek ji van jinan jî Delal Botan e. Delal Botan ji felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ bi bandor bûye piştî serhildanê berê xwe daye nava refên gerîla. Delal Botan, beşdarî Yekitiya Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) bûye got ku pirsgirêk ne tenê hîcab e û tayeke por e, hêrsa kombûyî der bûye. 

‘Ev hêrs êdî ne îsyanek ji rêzê bû’

Delal Botan bal kişand ku serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ tenê bi pirsgirêka hîcabê yan jî tayê por dest pê nekiriye û got: “Hêrs û kîna li dijî hikumetê veguherî şoreş û serhildanê. Ev hêrs êdî ne îsyanek ji rêzê bû. Dema em li rûyê mirovan dinêrin, em hêrsa wan a ji ber zilma ku bi salan e hikumet li wan dike bibînin. Zilma bi salan ji nişkave weke bombeyek teqiya û jin pêşengiya vê teqînê dikin.”

‘Bi me re kelecan û hestên lêgerînê çêbûn’

Delal Botan bal kişand ser kêliya ku xwepêşandanan dest pê kiriye û wiha domand: “Demên destpêkê li herêma me xwepêşandan ne ewqas germ bûn. Em li dibistanê bûn û cara yekem bû me bi du hevalên xwe re biryar da beşdarî çalakiyan bibin. Tirs û teredut hebû lê belê me dirûşmên xwe berz dikir. Hêdî hêdî hevalên me yên din jî beşdar bûn. Di dawî de me dest ji dibistanan berda. Destpêkê me nizanibû dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ tê çi wateyê. Di dema xwepêşandanan de di nava me de kelecan û hestên lêgerînê hebûn. Me dest bi pirsan kir. Peyva jin tê wateya jiyanê lê ev jiyan li ku ye? Me di dema lêgerînê de fam kir ku  rê û rêbazek balê bide ser rewşa jinan heye. Tevgerek ku girîngî dide jinan û fikrên wan heye. Jiyana ku xwe dispêre fikir û felsefeya Rêber Apo, bû sedema bingehîn ku ez beşdarî têkoşînê bibim.”

‘Ji bo hebûna xwe divê mirov di nava hewldanan de be’

Delal Botan di dawiya axaftina xwe de peyam da jin û ciwanan û got: “Bi taybetî peyama min ji bo hevalên me yên ku li gel me hîcaba xwe derxistin beşdarî çalakiyan bûne ev e; hûn gelek bi hêz in lê belê hê gelek riyên ku biçinê hene. Rêber Apo dibêje; ‘Îxanetê li xeyalên xwe nekin, ji bo azadiyê şer bikin.’ Di dema şoreşê de gelek îdiayên me hebûn û niha em di vê xalê de ne. Îdiayên xwe zindî bihêlin û ji bo jiyana we ya azad û hebûna xwe her di nava hewldanan de bin.”