Ji sedî 40,7 jin beşdarî hilbijartina parlementoya Iraqê bûn
Li gorî daneyên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê, di hilbijartinên parlementoya Iraqê ya 11’ê Mijdarê de, 12 milyon deng hatine bi karanîn. Li herêma Federe ya Kurdistanê li sê bajaran rêjeya jinên deng dane giha ji sedî 45’an.
Navenda Nûçeyan – Li gorî daxuyaniyên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê, di hilbijartinên parlementoya Iraqê ya 11’ê Mijdarê de bi giştî 12 milyon 94 hezar û 826 deng hatine bi karanîn. Ev hejmar ji 21 milyon 688 hezar û 862 kesên xwedî mafê dengdanê ne pêk tê.
Ji yên deng dane 4 milyon 920 hezar û 608 jê jin bûn. Beşdariya jinan li gorî ya mêran ji sedî 40,68 bû. Li gorî bajaran hejmara giştî û hejmara jinan wiha hate eşkerekirin:
* Baxda: 2.129.883 deng, 847.446 jin
* Hewlêr: 800.889 deng, 354.527 jin
* Enbar: 695.593 deng, 273.242 jin
* Basra: 827.966 deng, 331.206 jin
* Kadsiye: 344.910 deng, 143.727 jin
* Musenna: 250.634 deng, 111.296 jin
* Necef: 360.140 deng, 145.835 jin
* Babîl: 563.125 deng, 226.972 jin
* Duhok: 624.971 deng, 295.692 jin
* Diyala: 599.734 deng, 251.610 jin
* Zikar: 538.389 deng, 215.420 jin
* Selahaddîn: 598.969 deng, 242.820 jin
* Kerbela: 316.770 deng, 126.465 jin
* Kerkuk: 621.773 deng, 279.795 jin
* Vasit: 368.224 deng, 154.697 jin
* Silêmanî: 742.256 deng, 325.587 jin
* Mîsan: 256.988 deng, 99.607 jin
* Musul: 1.356.152 deng, 571.745 jin
Li sê bajarên herêma Federe ya Kurdistanê Hewlêr, Duhok û Silêmanî, rêjeya jinên dengdane wek ji sedî 45 hate qeydkirin.