Ji SAMER’ ê rapirsek nû: Ji bo pêşketina pêvajoyê berpirsyarî li ser hikûmetê ye
Li gorî lêkolînên SAMER a li 18 bajaran pêkaniye, welatî difikirin ku ji bo pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bi tendurist pêşde biçe, berpirsyartî li ser hikûmetê ye.
Amed – Navenda Lêkolînên Qadê a SAMER, li gelemperî Tirkiyeyê, ji bo pîvana sekna welatiyan a derbarê pêvajoya ku di Cotmeha 2024’an de destpê kiriye û meylên berbijêr, rapirsek amade kiriye. SAMER, piştî encamên xebatên rapirsê rapora bi sernavê ‘lêkolîna meylên berbijêr û rojeve siyasî ya gelemperî Tirkiyeyê’ eşkere kir.
Lêkolîn di navbera 7-10’ê Gulana 2026’an de, li 18 bajaran û bi hezar û 995 kesan re hatiye pêkanîn. Xebatên rapirsê, bi armanca raxistina ber çavan a hişmendiya civakê derbarê pêvajoya aştî, diyalog û muzakereyan, asta baweriya ji pêvajoyê, aktorên ku berpirsyartî li ser milê wane û meylên tercîhên siyasî hate kirin.
Li gorî raporê, li ser pirsa “Hûn difikirin ku pêvajo bi encamek erênî biqede?” tenê ji sedî 21,8’ên wan got “Erê”. Ji sedî 26,5’an jî got ku “pêvajo encamek erênî nade.” Ji sedî 20,7’an nirxandina “Bi qismî”, ji sedî 14,9’an “Bêbiryar im” û ji sedî 12,3’an “Fikreke min tune” kirin. Ji sedî 3,8’an jî gotin “Pêvajo tune”. Li ser pirsa ku ger hun ji 1’ê heta 5’an puan bidin baweriya we ya ji bo vê pêvajoya dimeşe hunê çendê bidin? sedî 22,9’ê wan ji bo ‘pêvajoyê’ nirxandina “Hîç bawer nakim” kir, ji sedî 23,2’ê wan jî gotin “Bawer nakim”. Bi vî rengî rêjeya yên ku bawerî bi pêvajoyê nakin gihişt sedî 46,1’an. Ji sedî 25,9’ên welatiyan gotin “Hinek bawer dikim”, ji sedî 16,8’ê wan nirxandina “Bawer dikim”, ji sedî 7,4’ê wan “Pir bawer dikim”, ji sedî 3,8’ê wan jî gotin “Pêvajo tune”.
‘Berpirsîyarî li ser hikûmetê ye’
Disa bersivên ji bo pirsa ‘hûn di fikirin ku ji bo pêvajoya aştî û muzakereyê bi tenduristi pêşde biçe destpêkê berpirsiyartî li ser kijan sazî yan jî pergalê ye?’ welatî diyar dikin ku ji bo pêvajo bi tendurist bimeşe berpirsyartî li ser hikûmetê ye. Li serê vê pirsê ji sedî 40,7 welatiyan diyar kiriye ku hikûmet, ji sedî 25,9’ê welatiyan jî gotine “Meclis”, ji sedî 11,2 muxalefet, ji sedî 10,3 Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji sedî 8,1 jî PKK’ê berpirsiyar dîtin. Ji sedî 3,8’an gotin “Pêvajo tune”.
Welatî bi ser pirsa “Gelo berpisyar bi erkên xwe radibin yan na? wiha bersivandin: ji sedî 52,7 “Na”, ji sedî 26,9 “Erê”, ji sedî 16,6 “Bi qismî”, ji sedî 3,8 gotin ‘pêvajo tune’ ye.
Welatiyan ji bo pirsa “Heke roja Yekşemê hilbijartin hebe hûn ê dengê xwe bidin kîjan partiyê?”, ji sedî 27,2 AKP, ji sedî 26,9 CHP. Rêjeya hilbijêrên bêbiryar jî bû ji sedî 10,9. Partiyên siyasî yên din ewqas piştgiriya gel girtin: “DEM Partî ji sedî 7,4, MHP ji sedî 6,5, IYI Partî ji sedî 4,7, Partiya Zaferê ji sedî 2,8, Partiya Anahtar ji sedî 2,7, Partiya Refaha Nû ji sedî 2,6 û TIP ji sedî 0,8. Dema ku dengên bêbiryar hatin belavkirin, ev rêje hate guhertin.