Ji Rêxistina Efûyê hişyariya DAIŞ’ê
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, diyar kir ku divê sûcên DAIŞ’iyan kirine bêceza nemînin û banga lezgîn kir.
Navenda Nûçeyan- Cîgira Dîrektorê Herêmî ya Rojhilata Navîn û Efrîqeya Bakur a Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Kristine Beckerle, têkildarî êrîşên HTŞ-DAIŞ’ê û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê û dewrkirina girtîgehên DAIŞ’î tê de ne daxuyanî da.
Kristine Beckerle, diyar kir ku divê rayedarên Sûriyeyê bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bi awayekî koordînekirî hemû girtîgeh û navendên binçavkirinê di ber çavan de derbas bikin. Kristine Beckerle, got ku divê belgeyên sûcên ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine kirin tavilê bên parastin û got: “Qadên komkujiyan û goristanên komî, belgeyên li navendên binçavkirinê jî di nav de ne. Îsbatên sûc ên li pey xwe hiştin, hem ji bo diyarkirina aqûbeta sûriyeyiyên hatine windakirin, hem ji bo kesên di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de ji sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên şer bên darizandin, pir girîng e. Pevçûnên nû yên li Sûriyeyê, bandoreke hilweşîner ser sivîlan kir. Em bang li hemû aliyan dikin ku berpirsyariyên hiqûqa mirovî ya navneteweyî bi cih bînin û bedela şikestinên nû bila welatiyên sivîl nedin.”