Ji pênûsa rojnamevanek jin a Mexrîbî wateya 8’ê Adarê

Weke jin û rojnamevaneke Mexrîbî , ez 8’ê Adarê her sal wek derfetek ji bo nirxandina xwe û têgihîştina rastiya ku em jin dijîn, li vir li Mexrîbê û li seranserê herêmê dibînim.

HENAN HARÊT

Jiyana min a rojane bi berpirsyariyên piralî dagirtî ye. Ez ji dûr ve dixebitim, karên malê birêve dibim, keça xwe xwedî dikim û ji bo şopandina bûyeran diçim, bi jinan re dicivim û çîrokên wan berhev dikim. Jiyana me ya ji bo birêvebirina van karên piralî weke jin ne diyariyeke xwezayî ye, berhema rastiyên ku em pê re rûbirû dimînin e. Fêrbûna rêxistinkirin, plansazî û diyarkirina pêşîniyan di bin zextên jiyana rojane de. Ev ezmûna kesane mezinbûna dijwariyên ku em bi wan re rûbirû dimînin eşkere dike û berxwedana rojane ya ku jiyana jinan, hem ji hêla pîşeyî ve hem jî ji hêla civakî ve, diyar dike, ronî dike.

8’ê Adarê derfetek ji bo nirxandin û hesabdayînê ye jî

Ezmûna min a şexsî jî, li Mexrîbê zehmetiyên berfirehtir eşkere dike. Tundiya li dijî jinan di hemû waran de berdewam dike, newekheviyên aborî û civakî berfireh dibin û temsîliyeta jinan di meqamên biryardanê de armanc an jî jêhatîbûna wan nîşan nade. Ji bo min 8’ê Adarê ne tenê rojek ji bo pîrozbahiyê ye, derfetek ji bo nirxandin û hesabdayînê ye jî. Gelo em têra xwe dikin û mafên me dibin beşek ji jiyana me ya rojane?

Lawaziya jinên Mexrîbî di dema karesatên xwezayî de jî diyar e. Erdheja El Haouz û lehiyên li Safî û Kisar El Kebirê barên zêde yên ku jin hildigrin, careke din nîşan da. Windakirina malan, gefên li ser ewlehiya xwarinê, berpirsyariya parastina zarok û malbatan û beşdarbûna di ji nû ve avakirinê de. Ev ezmûnên rojane nîşan didin ku jin pir caran barê herî giran ê karesatan hildigrin û dijwarî ne tenê di qanûnan de ye, di heman demê de di kapasîteya civak û dewletê de jî heye ku parastineke rastîn peyda bikin.

Dengê jinan nikare were birandin

Dema ku em ber bi çarçoveya herêmî ve diçin, wêneyek berfirehtir ê pirsgirêkên jinan derdikeve holê. Li Cezayîr, Tûnis û Lîbyayê, pirsgirêkên jinan bi tundiya navmalî, dûrketina aborî û nebûna temsîliyeta siyasî ve girêdayî ne. Li herêmên şer, xeter bi girîngî zêde dibin.

Li Sûriyeyê kuştina şervana jin a Kurd ku axa xwe diparast, bû sembolek ji bo jinên di şer de. Piştî mirina wê, birîna keziya wê û xuyabûna wê li ser medyaya dîjîtal bû nîşaneyek sembolîk a berxwedan û berdewamiyê ku dengê jinan nikare were birandin.

Mafên jinan bi aramî û edaleta mirovan ve girêdayî ne

Bi zêdebûna aloziyên heyî yên li Rojhilata Navîn, jin hem rasterast û hem jî nerasterast bi bandor dibin. Nakokî ne tenê bi siyaset an aboriyê ve sînordar in; ew barên zêde li ser jinan disepînin; bêewlehiya xwarinê, koçberiya malbatê, astengkirina perwerdeyê, tundiya rasterast û nerasterast û zêdebûna berpirsyariyên navmalî. Jinên li herêmê barê van nakokiyan hildigrin, rojane bi dilemayên ku ji sînorên neteweyî derbas dibin re rûbirû dimînin û tekez dikin ku mafên wan bi aramî û edaleta mirovan ve girêdayî ne, ne tenê bi qanûnan ve.

Ezmûna takekesî dikare bibe paceyek ji bo têgihîştinê

Tiştên ku em jin di warê dijwarî û berxwedana rojane de dijîn, dikarin bibin çalakiyek kolektîf ku rastiyê diguherîne û piştrast dike her ezmûneke takekesî peyameke berfirehtir hildigre. Di jiyana xwe ya rojane de, ez hewl didim karê xwe yê rojnamegeriyê bi berpirsiyariyên xwe yên dayîktiyê re bi hevseng bikim. Keça min Amîra ku heft salî ye. Min got ku wê li dibistanekê qeyd bikim çêtir e. Ew tevahiya rojê li wir dimîne, ji saet heşt û nîvên sibehê heta çarê piştî nîvroyê. Ji bo ku ez bikaribim karê xwe bişopînim û di vê demê de ji bo hevpeyvînên xwe yên meydanî bikim. Carna dibînim ku ez bi demê re zehmetiyê dikşînim, divê erkên xwe yên kar berî saet 3’yan biqedînim.

Ev hevsengiya rojane min ji mezinbûna dijwariyên rojane yên ku jin pê re rûbirû dimînin haydar dike û çawa ezmûna takekesî dikare bibe pencereyek bo têgihîştineke berfirehtir a dijwarî û mafên ku em daxwaz dikin.

Mafên jinan ne dirûşm in

Ji ber vê 8’ê Adarê ne tenê fersendek ji bo pîrozbahiyê ye, demek e ji bo ramanên kûr, ji bo lêkolînkirinê û ji bo şandina peyameke zelal li ser astên herêmî, neteweyî û navneteweyî. Mafên jinan ne dirûşm in, berpirsyariyeke kolektîf in em rojane pê re dijîn û dengê jinan li her derê heye.

Têkoşîna jinan di hemû şert û mercan de berdewam dike

Hêza rastîn a jinan ne ji xwezayî ye, ji jiyana me ya berdewamiyê û veguherandina astengiyên rojane tê. Ev bi stratejiya jiyanê û ji bilindkirina dengê xwe tê. Ji bo bîranîna her kesê ku bawer dike, edalet û wekhevî bi mafên jinan dest pê dike û têkoşîna jinan di hemû şert û mercan de berdewam dike.