Ji Meclîsa Jinê ya PYD’ê banga ‘sivîlan biparêzin’

Meclîsa Jinê ya PYD’ê li dijî êrîşên cîhadîstên HTŞ’ê yên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê banga “Bila rêxistinên mirovî, mafên mirovan û jinan, tedbîrên lezgîn bigirin û zextê bikin” kir.

Qamişlo-  Di 22’yê Kanûnê de cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ), bi top û çekên giran êrîşî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê kirin. Li dijî van êrîşan îro Meclîsa Jinê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê, li bajarê Qamişloyê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi tevlîbûna endamên Meclîsa Jinê a PYD’ê  li pêşiya avahiya wan a bajêr hat xwendin. Di daxuyaniya ku ji aliyê  Hevseroka Navenda Partiya Yekîtiya Demokratîk ya navçeya Girkê Lêgê Şehnaz Ebdo ve hat xwendin de hat diyarkirin ku weke Meclîsa Jinê ya PYD’ê, bi tundî êrîşên sîstematîk ên li ser taxa Şêx Meqsûd  û Eşrefiyê li Helebê, şermezar dikin.

‘Ev êrîş binpêkirineke eşkere ya nirx û perensîbên mirovî ne’

Şehnaz Ebdo diyar kir ku ew binpêkirinên giran ên li dijî sivîlan, bi taybetî jin, zarok û malbatên ewle, ji aliyê komên girêdayî Hikûmeta Demkî ve, şermezar dikin û wiha got: “Ev êrîş binpêkirineke eşkere ya nirx û perensîbên mirovî ne û bi awayekî eşkere li dijî xwestekên hemû Sûriyan ên ji bo aştî, aramî û ewlehiyê ne. Em tekez dikin ku tiştê ku diqewime berdewama siyasetên tundiyê û dûrxistinê ye, ku gefê li aştiya sivîl dixwe. Her hewldanek rastîn a ji bo çareseriyek aştiyane li Sûriyeyê têk dibe û astengiya pêkanîna Peymana 10’ê Adarê ye. Bi vî awayî bê aramiyê didomîne û êşa sivîlan kûrtir dike.”

‘Tavilê agirbest îlan bikin’

Şehnaz Ebdo her wiha qetilkirina sivîla bi navê Fedwa Mihemed el-Kurdî ya di encama êrîşa komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Veguhêz de, şermezar kir. Şehnaz Ebdo da zanîn ku Meclîsa Jinê aliyên berpirsyar, ji hêla yasayî û ehlaqî ve bi tevahî wek berpirsyarên vê êrîşê dibîne û daxwaz dike ku li gorî qanûn û pîvanên navneteweyî yên têkildar hesab bidin. Meclîsa Jinê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk pabendbûna xwe ya ji bo parastina mafên jinan û parastina sivîlan piştrast kir û bang kir ku agirbesteke tavilê û berfireh bê îlankirin û bi van gotinan dawî li daxuyaniyê anî: “Rakirina dorpêçê û mîsogerkirina gihîştina bê asteng ji bo alîkariya mirovî. Girtina tedbîrên berbiçav ji bo parastina sivîlan, bi taybetî jin û zarokan. Her wiha em bang li rêxistinên mirovî, mafên mirovan û jinan, hem yên herêmî û hem jî yên navneteweyî dikin ku ji bo rawestandina binpêkirinan, parastina sivîlan û pêşîgirtina li rijandina xwînê, tedbîrên lezgîn bigirin û zextê bikin. Bêdengiya civaka navneteweyî li hember van sûcan, wê dike qismê berpirsiyar û nirxên mirovahiyê dike ceribandinek rastîn.”

Daxuyanî bi dirûşmeya “Bijî berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê” bi dawî bû.