Ji lêpirsîna HDK’ê du tehliye
Di rûniştina yekem de biryar hat dayîn ku Dîlek Posl û Kardelen Taş, ku di çarçoveya lêpirsîna HDKê de bi sûcê ‘endamtiya rêxistinê’ dihatin darizandin, bên berdan.

Navenda Nûçeyan- Yekem rûniştina darizandina Kardelen Taş û Dilek Posl, ku ji 11'ê Sibatê ve di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de girtî ne û bi sûcê ‘endamtiya rêxistinê’ têne darizandin, li 13'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edliya Stenbolê ya li Çaglayanê hat dîtin. Kardelen Taş û Dilek Posl û parêzerên wan di rûniştinê de amade bûn. Rêveberên HDK û gelek hunermend, rewşenbîr û siyasetmedar beşdarî rûniştinê bûn.
Dadgehê piştî navberê biryara xwe eşkere kir û bi şertê kontrola edlî û qedexekirina derveyî derveyî welêt biryara berdanê da. Rûniştin heta 21'ê Cotmehê hate taloqkirin.