Ji lêkolînera Asyayê hişyariya ‘Penaberên Efgan venegerînin welatên wan’

Farîşta Abbasî ku lêkolînera Asyayê ya HRW’ê ye, destnîşan kir ku sala çaremîn a desthilatdariya Talîbanê ji bo jinan bîranînek bi êş a binpêkirinên mafên mirovan e û xwest ku tu welatek, penaberên Efgan xwe dersînor nekin.

Navenda Nûçeyan – Çavdêriya Mafên Mirovan raporek weşand û tê de balkişand ser zordariya desthilatiya Talîbanê. Saziyê diyar kir ku Talîban ji dema di 15’ê Tebaxa 2021’an de desthilatdariya li Efganistanê girtiye heta niha, zextên xwe zêde kiriye. Ev zext, sînordarkirinên zêde yên li ser mafên jinan, girtina rojnamevanan û bêdengkirina hemû dengên nerazî dihewînin. Efganistan niha bi yek ji krîzên mirovî yên herî xirab ên cîhanê re rû bi rû ye. Ji ber kêmkirina alîkariya ji welatên bexşker û vegera bi zorê ya 1.9 milyon penaberên Efganî ya ji Îran û Pakistanê, girantir bûye. Talîban hê jî keçan ji xwendina dibistana seretayî piştî pola şeşemîn û ji zanîngehê bêpar dihêle. Jin bi sînorkirinên giran re rû bi rû ne. Li ser kar, rêwîtî û gihîştina xizmetên giştî, gihîştina wan a alîkariya mirovî û lênihêrîna tenduristiyê wan bi giranî sînordar dike.

Bîranînek bi êş a binpêkirinên mafên mirovan e

Di 8’ê Tîrmeha 2025’an de, Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî ji bo serokê Talîbanê Hîbetullah Axunzade û Serokê Dadgeha Bilind Abdulhekim Heqqanî, ji ber "sûcên li dijî mirovahiyê ji ber zilm û zordariya li ser bingeha zayendî" fermana girtinê derxist. Farîşta Abbasî ku lêkolînera Asyayê ya HRW’ê ye, got ku “Sala çaremîn a desthilatdariya Talîbanê bîranînek bi êş a binpêkirinên mafên mirovan e, nemaze li dijî jin û keçan. Ev pêkanînên hovane yên Talîbanê divê hikûmetan teşwîq bikin ku ji bo berpirsiyarkirina serokên Talîbanê û sûcdarên din tedbîran bigirin.”

Jin nikare bêyî mêr rêwîtiyê bike

Li gorî raporê, Talîbanê bi qanûna "Emrê tiştê rast bike û tiştê xelet qedexe bike" dest bi kontrola cil û berg û tevgerên kesan kir ku di sala 2024’an de ket meriyetê. Hêzên Talîbanê cihên kar kontrol dikin, qadên giştî dişopînin û telefon û tevgerên mirovan bi rêya xalên kontrolê dişopînin. Mirov ji ber sedemên wekî guhdarîkirina muzîkê, lixwekirina ‘hîzara ne guncaw’ an tevlihevkirina jin û mêran, ji kar tên girtin. Qedexeya rêwîtiyê li ser jinan heye. Bêyî parêzvanek mêr nikare rêwîtî bike. Ev, tenê jiyana wan a rojane asteng nake, di heman demê de gihîştina wan a alîkariya mirovî û lênihêrîna tenduristiyê jî asteng dike.”

Farîşta Abbasî her wiha diyar kir ku Îran û Pakistanê nêzîkî 2 milyon penaberên Efganî yên ku ji ber Talîbanê reviyane, dersînor kirine. Ferîşta ev agahî dan: “Hin ji van kesan bi dehan sal an jî tevahiya jiyana xwe li derveyî Efganistanê derbas kirine. Van vegerên bi darê zorê zextek bêhempa li ser çavkaniyên mirovî yên xwezayî, sînordar kirine. Di 18’ê Tîrmeha 2025’an de Almanyayê 81 Efganî dersînor kir Kabîlê. Ev beşek ji polîtîkayên dersînorkirinê yên hikûmeta Şansolyer Friedrich Merz bû.”

Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, rêveberiya Trump statuya parastina demkî ya ji bo Efganan betal kir, bernameya rûniştinê ya mirovî bi tundî sînordar kir, qebûlkirina penaberan rawestand û Efganistan xist nav welatên ku qedexeya seferê li ser wan heye. Van biryaran bi hezaran Efganî xistine xetereya dersînorkirinê, rasterast an jî bo welatên sêyemîn. Medyaya herêmî li Efganistanê jî rastî sînordarkirinên giran ên naverokê hatiye. Wêneyên rûyên mirovan qedexe ne û rêziknameyên nezelal weşandina naveroka ku wekî "ne-îslamî" tê hesibandin qedexe dikin. Rojnamevan dibêjin ku ew ji bo dûrketina ji tolhildanê, xwe-sansurê dikin.

Rêveberiya Trump her wiha ji sedî 40’î zêdetir alîkariya mirovî ya Amerîkî ji bo Efganistanê kêm kiriye. Ev biryar alîkariya xwarinê û xizmetên tenduristiyê ji bo jin û keçan pir lawaz kiriye û li seranserê welêt bûye sedema girtina zêdetirî 400 navendên tenduristiyê. Xwarina kêm a zarokan bi piranî zêde bûye û bernameyên fêrbûna ji dûr ve yên bi taybetî ji bo keçan, hema hema hatine rawestandin.

Farîşta Abbasî, di dawiya raporê de hişyarî da û wiha got: “Encamên gerdûnî yên çar salên desthilatdariya Talîbanê niha eşkere ne. Divê hikûmet zextê bikin da ku binpêkirinên mafên mirovan li Efganistanê bi dawî bikin û di heman demê de bersîvê bidin krîza mirovî ya heyî. Divê tu welatek, Efganiyan bi zorê venegerîne."