Ji Kongra Star peyama 25’ê Mijdarê
Komîteya Têkilî û Tifaqên Siyaseta Demokratîk a Kongra Star bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê nameyek ji tevahî tevgerên jinan û şoreşgerên li cîhanê re şand.
Navenda Nûçeyan- Komîteya Têkilî û Tifaqên Siyaseta Demokratîk a Kongra Star bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê nameyek parvekir. Di nameya ku bang li tevger û şoreşgerên jinan dike de wiha hatgotin: “Werin em têkoşînê bidomînin, yekitiya xwe xurt bikin û vê sedsalê bikin sedsala azadî û bilinbûna jinan."
Berfirehiya nameyê wiha ye:
"Di vê roja taybet a ku dengê jinan ji bo parastina rûmet û mafê xwe yê jiyaneke ewle û azad bi yek dibe, em di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê de bi dengekî tijî têkoşîn û biriyardarî, ji we re dinivîsin. Ji bo her jineke li dijî zordariyê li ber xwe dide, çi li mal, li kolanan, li zindan û çi li qadên têkoşînê, silaveke têkoşînwarî ya kûr dişînin.
Ji bo hemû jinên ku li her derê cîhanê, azadî û rûmeta mirovahiyê diparêzin, Silavek tijî şanazî û serbilindî. Ji Filistîna ku jinên wê li hemberî zordaiya dagirkeriyê liberxwedidin, ta Hîndîstana ku jin ji bo wekheviyê têdikoşin û ji Sûdana ku jin berdêlê şer û zordariyê didin, ta Îran û Rojhilatî Kurdistanê, ku jin tevî zordestiyê ala têkoşin û berxwedanê lê bilind dikin e. ji her jineke şoreşger, bi coş, ku ji bo cîhanek baştir têdikoşe re.
Rejîma baviksalarî bi îdeolojiya xwe şerekî taybet li dijî jinan dimeşîne
Şîdeta sîstematîk a li ser jinê, ji mêtingerî û dagirkeriya bi zorê bigire ta koletî û qetlîaman, derçûna hişmendiya baviksalarî ya ku hemû cureyên tundiyê jê dertên. Jibo vê gereke têkoşîna li dijî vê şîdetê, heman zihniyeta baviksalarî ya ku dewlet di her astê de xurt dike, dike amûra herî hovane ya ji nû ve hilberandina tundiya li ser jinê bi awayekî domdar û sîstematîk , bike armanc.
Îro ku bandora vê zihniyetê li cîhanê berfireh dibe, rejîma baviksalarî bi îdeolojiya xwe ya cudaxwaz şerekî bi awayek taybet li dijî jinan dimeşîne û tevahî destkeftî û mafên wê yên bi têkoşînên berdewamî bi dest xistine raçavî xwe dike. Ev hewldan bi armanca tevlêkirina tevgera jinê di nava pergala heyî de, bêserûberkirina berxwedana wan û ji desteserkirina derfetên wanî rizgariya rasteqîn, zêdedibin.
Îro ro, em di bin siya Şerkî Cîhanê yê Sêyemîn ê ku nehatiye ragihandin de dijîn, ku jin di pevçûnek piralî de hedefa bingehîn e ku hebûna wê dixe metirsiyê û dixwaze dengê wê bibire. Ev şerê ku ji pergala mêr û baviksalariyê derketiye, dixwaze destkeftiyên jinan tunebike û mafên wan desteserbike, jin bike mexdûra qirkirina sîstematîk. Bi hewldanên berdewamiyê ku ruhê berxwedanê yê kû bi dehê salan têkoşînkirî vemirîne.
Em bi felsefeya jin, jiyan, azadî, xwe biparêze” liberxwedidin
Şerê Cîhanê yê Sêyem ne tenê şerekî leşkerî ye, lê belê şerekî sîstematîk e ku jiyanê bi hemû wateyên wê dike armanc. Çand, xweza û nirxên bingehîn ên mirovahiyê tune dike. Nirxên azadî, aştî, demokrasî, têkoşîna jinê û xwezayê wek dijminekî ku divê ji holê bê rakirin dibîne. Ev şer di koka xwede li feraseta jiyana hevbeş dide, mîrateyên dîrokî û nirxên ku civak li ser hatine avakirin ji holê radike, li beramber vê xetereya gerdûniya li ser hebûna me weke kes û weke gel, erka me wek jin, rawestandina li hember vê şîdeta sîstematîk a ku jiyan, nasname û hêviyê raçavîxwe dike.
Di bin dirûşmeya “Bi felsefeya jin, jiyan, azadî, xwe biparêze” em îro li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê liberxwedidin û radighînin ku vê kêliyê pêwîstî bi yekkirina hewldanan û xurtkirina hevkariya jinan heye. Îdî Pêwîstî bi hevgirtina tevgerên jinan ên li çaraliyê cîhanê heye, ku bibin xwedî mekanîzmayên xweparastinê yên bibin astengê Li hemberî hewldanên hêzên tarî yên ku têkbirina vê şoreşa jinê ya bêhempa kû em li gelek deverên cîhanê dibênin, dike armanc.
Şoreşa jinê her ku diçe pêş dikeve û mezindibe
Şoreş ne bûyereke awarte ye, belê pêvajoyeke dirêj a têkoşîn û berxwedanê ye ku bê rawestandina wê ne mumkine. Şoreşa jinê ya li Rojava/Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku hîn berdar nebuye, tevî zoriyên ku pê re rû bi rû maye jî, pêş dikeve û mezindibe. Ev şoreşa ku jin navde wek hêzek jiyanî û eksane derdikeve pêş, nemaze ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve ku xwe weke dijminê jinê nîşan dide û hewl dide vê şoreşa azadî û wekheviyê tine bike, biberdewamî rastî êrîşan tê.
Dijmin êrîşên hovane yên ku ti şer negihişne wê astê dike, hewl dide şerekî berfireh li ser gelê me û şoreşa me ferz bike. Li herêmên dagirkirî kuştin û sîtemkarî li dijî jinan berdewam e, bi taybetî êrîşên hovane yên ku bi awayekî sîstematîk pêşengên jin dike armanc. Ev êrîşa hovane ne tesaduf e, Belê, ev armanckirineke bi zanebûn e, ji ber kû rejîma Tirk baş dizane kû rola pêşengiya jin yek ji stûnên vê şoreşê ye. Armanca wan ew e ku vîna gelê me ya di lêgerîna azadî û wekheviyê de, bi tinekirina pêşengtiya jinê ku di têkoşîna azadiyê de sembola hêz û berxwedanê ye, bi bifetisînin.
Hewl didin hemû tiştên ku me ava kirine hilweşînin, lê em baş dizanin kû şoreşa jinan têk naçe û heta ku armancên xwe biser nexe dê berdewam be.
Werin em vê sedsalê bikin sedsala azadî û bilinbûna jinan
Ev bang banga nûkirina wêrekî û pabendbûna bi rêya têkoşînê ye. Werin em dest bi dest ji bo damezrandina torên piştgirî û hevgirtinê yên ku li dijî tundî û zordariyê radiwestin û dengê jinan bilind dihêlin, xebatbikin. Em soz didin ku em ê li kêleka her jina ku li dijî zordariyê li ber xwe dide û ji bo azadiyê têdikoşe û her jineke kû li dijî bendan derdikeve û doza mafên xwe yên civakek adil û jiyanek birûmet dike, bin.
Em wek Kongra Star di wê zanebûnê de ne ku ji bo parastina şoreşa jinê pêwîstî bi xurtkirina rêxistinbûna xweser û mekanîzmayên xweparastinê heye, vê kêliyê ji bo avakirina hevpeymaniyeke cîhanî ya ku tevahiya hewldanên serdestî û sînordarkirinê pûç dike û ku dengê jin ji hêzên tarî bi hêztire radigihîne, weke derfeteke dîrokî dibînin.
Ji bo tevahî jinên şoreşger, ji bo tevahiya jinên ku tevî zordestiyê, hê jî bi xeyalên xwe ve girêdayî ne, ji bo tevahiya kesên ku li her derê cîhanê li dijî tundiyê li ber xwe didin, em radighînin ku hûn ne bi tenê ne. Em bi hev re di dîroka têkoşînê de qonaxeke nû xêz dikin, bi armanca avakirina pêşerojeke ku azadî û rûmeta jinê dinavêde mafekî bê muzakere be, em dixebitin.
Werin em têkoşînê bidomînin, yekitiya xwe xurt bikin û vê sedsalê bikin sedsala azadî û bilinbûna jinan.