Ji Kongra Star banga seferberiya ji bo kampanyaya ‘Jin Rojava diparêzin’

Kongra Star, bang li tevgerên jinan û hêzên demokratîk ên li çar aliyên cîhanê kir ku di 31`ê Çileyê de ji bo piştgiriya berxwedana Rojava li dijî êrişên qirkirinê, qadên giştî veguherînin qadên berxwedanê.

Navenda Nûçeyan- Kongra Star, têkildarî bangên ji bo seferberiyê û xwepêşandanên li çar aliyên cîhanê yên di 31`ê Çileyê û 1`ê Sibata 2026`an de ji bo piştgiriya berxwedana Rojava, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku banga 'Roja Çalakiyê ya Cîhanê di 31`ê Çileya 2026`an de' hatiye kirin û wiha hat domandin: “Wek bersivdayîna banga kampanyaya 'Jin Rojava diparêzin', ji çeperên berxwedanê yên ku bi xwîn û îradeyê hatine çêkirin û ji qadên ku qîrîna azadiyê ya yekem lê bilind bû, ev bang hat kirin. Kongra Star, wek bersiva ji bo parastina destkeftiyên şoreşa jinan, seferbereya xwe ya giştî radighîne.”

'Rizgariya civakê tenê bi azadkirina jinan dest pê dike’

Daxuyaniya Kongra Star wiha dewam kir: "Êrîşên hovane yên li dijî herêmên me ku ji hêla hevpeymanên tarîtiyê ve têne birêvebirin, ji komên girêdayî hikûmeta veguhêz a li Şamê bigre heya bermahiyên îdeolojiya DAIŞ'ê û hêzên şovenîst, hewldanên bêhêvî ne. Armanca wan, xeniqandina modela demokratîk e ku nîşanî cîhanê daye ku rizgariya civakê tenê bi azadkirina jinan dest pê dike.”

‘31`ê Çileyê dê bibe rojek ji bo bilindkirina têkoşîna navnetewî’

Kongra Star banga bilindkirina asta têkoşînê kir û wiha got: “Bi navê her jineke Kurd, Ereb, Ermen, Asûrî û Suryan ku nasnameya xwe di nava jiyana hevbeş de afirandiye, em ji tevahiya cîhanê re radighînin ku 31`ê Çileyê dê bibe rojek ji bo bilindkirina têkoşîna navneteweyî. Em bang li hemû tevgerên jinan û hêzên demokratîk ên li çar aliyê cîhanê dikin ku di 31`ê Çileyê de, ji bo piştgiriya berxwedana Rojava li dijî êrişên qirkirinê, qadên giştî veguherînin qadên berxwedanê. Ji ber ku parastina Rojava îro parastina mafê hebûna jinan e, ew mertala li dijî belavbûna terorîzma faşîst di nav mal û bajarên we de ye.”

Kongra Star got ku “Soza xwe em ji bo şehîdan û ji bo Rêber Abdullah Ocalan nû dikin ku em ê gavekê jî ji destkeftiyên xwe paşve neavêjin” û wiha bidawî kir: “Şoreşa ku bi xwîna Hevrîn, Salîha û Denîz hatiye avdan, nekarî bê şikandin û qîrîna me dê erîşên zaliman bihejîne, serkeftina dawîn pêk bîne.”