‘Ji kiryarên li herêmên dagirkirî pêk tên berpirsiyar in’

Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ahîn Elî binpêkirinên li dijî jinan ên li herêmên dagirkirî tên kirin nirxand û diyar kir ku hemû rêxistinên mafên mirovan berpirsyar in.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê – Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (Human Rights Watch) di raporeke xwe ya ku di 29’ê Sibatê de, di bin navê “her tişt bi hêza çekê dibe” de ragihand ku Tirkiye ji binpêkirinên cidî û tawanên şer ên muhtemel ên endamên hêzên wê û komên çekdar ên xwecihî yên ku piştgiriya wan dike ye, li herêmên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve li bakurê Sûriyê hatine dagirkirin, berpirsyar e.

Têlikdarî binpêkirinên li herêmên dagirkirî diqewimin, armanc û têkoşîna ku tê xwestin, Endama Meclisa Giştî ya PYD’ê Ahîn Elî nirxandin kir.

'Herêmên dagirkirî bûne dojeh' 

Ahîn Elî got ku Serokomarê Tirk Recep Tayîp Erdogan siyaseta Osmaniyeke nû dimeşîne û wiha domand: "Erdogan bi nûjenkirina dîroka qirkirina civakan dixwaze bibe Kemal Ataturkê duyemîn. Ji rêxistinên mafên mirovan û yên şopandinê jî li ser binpêkirinên li herêmên dagirkirî dibin, belgeyên bi lêkolîn bi wêne, dîmen û agahî ji hêla me ve gihîştine ber destên wan lê bêdengiyek hebû û heta niha jî heye. Ev rêxistin dibînin ku dewleta Tirk binpêkirinan dike. Divê em bibêjin herêmên dagirkirî bûye mîna dojehê."

'Rapora Human Rights Watch encama zextên civakî ye'

Ahîn Elî da zanîn ku jin li herêmên dagirkirî bi nasnameya xwe nikarin bijîn û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Kampên koçberan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşaneya vê yekê ne ku axa wan dagirkirî ye, li dijî wan qirkirinek heye û ew bêrûmetiya ku li wan bûye qebûl nekirine. Dikaribûn gel koçber bikin lê belê nikarin koçberan dûrî welatparêzî, girêdan û doza wan bixin. Rapora Human Rights Watch a ku di 29’ê Sibatê de hat weşandin, ji zexteke civakî tê ku çalakiyên bi bandor ên li herêmê hatin kirin dikaribûn zextê li Rêxistina Mafên Mirovan bikin, bêdengiya xwe bişkîne û binpêkirinên dewleta Tirk nas bike. Hemû binpêkirinên ku li herêmên dagirkirî ji hêla komên çete û dewleta Tirk bi xwe ve tên kirin, bi belgeyan gihîştine Yekitiya Ewropayê."

'Di nava kaosên Rojhilata Navîn de Kurd xwedî proje ne'

Ahîn Elî bal kişand ser krîza ku li Rojhilata Navîn çêdibe û got ku çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn di çareserkirina doza Kurd re derbas dibe û wiha pêl da gotinên xwe: "Projeya Rêveberiya Xweser û neteweya demokratîk riyên çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn e. Tu projeyên çareseriyê xuya nakin, tenê Kurd îro xwedî proje û çareserî ne. Ev rastî bi destpêkirina şoreşa Sûriyeyê ku piştre veguherî kaosê û Şoreşa Rojava bi parastina hemû dozan dikaribû xwe li ser piyan bigre, zelal dibe. Şoreş bi bandor bû, ev di navneteweyî de jî cih girt. Lê niha koçberên ku li kampan dimînin jî rastî siyaseteke wisa tên ku wan neçarî vegera li cem dagirkeriyê bikin, bi riya zext, êrîş û dorpêça li ser herêmê. Ji lewre divê rêxistinên mafên mirovan bi erka xwe ya li hemberî koçberan di çarçoveya zagonên navdewletî de rabin. Îro pîvanên mirovahiyê tên binpêkirin divê destwerdaneke demildest were kirin."

'Hemû rêxistinên parastin û şopandina mafên mirovan berpirsyar in'

Ahîn Elî gotina ku dewleta Tirk ne temaşevan berpirsiyar e di rapora rêxistina mafên mirovan de hatiye ziman bi bîr xist û got: "Dewleta Tirk hêza duyemîn a NATO’yê ye, em bi xwe NATO’yê berpirsiyarê binpêkirinên li herêmên me yên dagirkirî, dibînin. Mînak şehadeta Hevrîn Xelef bi awayekî hovane û birîndarkirina Mihemedê 9’ê salî bi madeyên kîmyewî, ev mînakên biçûk in ku Hêzên Koalîsyona Navdewletî şahidiya wê kirine. Ev binpêkirin û bêrûmetiya li ser nasnameya jinan bû ew jî dibin tamaşevan. Divê ku rêxistinên mafên mirovan, xwe jî di nav de wekî berpirsiyar bibînin. Yekitiya Ewropayê û hemû rêxistinên parastin û şopandina mafên mirovan berpirsiyar in divê ku binpêkirinên li herêmên dagirkirî dibin rawestînin."

'Ji herêmên dagirkirî heta Efganistan û Filistînê pêwîst e jin xwe bihêz bikin'

Ahîn Elî bi vê bangewaziya li jinan di herêmên dagirkirî de axaftina xwe bi dawî kir: "Eger heta niha mafên jinan tê binpêkirin, tên revandin, destdirêjî li azadî û nasnameya wan dibe ev tê wateyê ku projeya azadiya jinan hê jî negihîştiye armancên ku tê xwestin. Pêwîst e jin ji herêmên dagirkirî serî hildin, bi dirûşma "Jin jiyan azadî" careke din xwe li ser piyan bigrin û têkoşîna xwe xurtir bikin. Pêwîst e jin ji herêmên dagirkirî, heta Efganistan û Filistînê têbikoşin, bibin jiyan û azadî. A ku niha tê xwestin ew e ku jin xwe birêxistin bikin, yekitî û hevgirtina xwe bihêztir bikin. Ji ber ku jin nikarin bi mirinê re bijîn, jin, bi jiyan û azadiyê temam dibe û bi xurtkirina hêzên xwe yên leşkerî dikare azadiya xwe misoger bike."