Ji kenê Ferahê ber bi peravên bêhêviyê ve: Rûyê nû yê koçberiyê û jin - GOTAR

HENAT HARÊT

Ev du roj in, ez pêla koçberiyê ji bakurê Mexribê ber bi Ceuta (bajarekî Mexribê yê di bin desthilatdariya Spanyayê de) ku di bin dagirkeriyê de ye, ji nêz ve dişopînim. Dîmenên vê carê ji yên ku em di salên borî de hîn bûbûn pir cuda bûn. Niha derya ne tenê xortên ku hewl dan derbas bibin lê tevahiya malbatan, dayîk û bavên ku zarokên xwe, heta pitikan hamîl bûn, digre. Van dîmenan nîqaşek cidî li ser sedemên ku tevahiya malbatan dixin xetera her tiştê xwe, da destpêkirin.

Yek ji wêneyên herî balkêş di hişê min de ew bû ku xortekî dayîka xwe li ser pişta xwe digre û hewl dide bigihîje Ceuta. Mîna ku ev rêwîtî êdî ne biryareke takekesî ye biryareke kolektîf a tevahiya malbatê bû.

Serhildana nifşekî û wêneyê Ferahê

Di nava van hemû dîmenan de, wêneyek din hebû ku demek dirêj li ser piyan ma. Wêneyê Ferah, şampiyona avjeniyê ku bi nîşaneya serkeftinê digihîje Ceutayê.

Min her wiha tiştê ku çalakvana siyasî Kebîre Şatır nivîsandiye xwend, nêzîkatiyek dişibe vê lê ji perspektîfek cuda. Şatir kenê Ferah wekî serhildana tevahiya nifşekî, bi taybetî jinên ciwan, şîrove kir. Ev serhildan li dijî rastiyek bû ku xewnên wan sînordar dike û li dijî têgihîştinek bû ku hê jî pêşeroja gelek jinan bi zewacê ve sînordar dike. Lê belê jin niha mafê perwerde, kar, serxwebûn û mafên hilbijartina xwe dixwazin.

Di van herdu şîroveyan de, min hewl da nîqaşa ku ji ber kenê Ferah derketiye holê fam bikim, li şûna li wateya wê ya fermî bigerim. Wêne gelek tiştan li ser civaka ku li wê dinêre û pirsên wê civakê mijûl dikin eşkere dikin.

Jin di navenda veguherînên civakî de ne

Belkî ji ber vê yekê hişê min ne tenê li ser wêneyê Ferah sekinî; ew min di heman demê de vegerand wêneyên din ên ji salên rojnamegeriya min. Gelek caran, wêneyek ji tomarkirina kêliyekê derbas dibe û dibe neynikek ku pirsên tevahiya civakê nîşan dide.

Jinek ciwan ku ciwanek diparêze dema hêzên ewlehiyê wî ji wan dûr dixin, bû sembolek ji bo tirsa ji dayîkan û hevgirtina jinan.

 Jinên ku ji bo mafê avê xwepêşandanê dikin, nîşan dan ku jin ne li kêleka veguherînên di civaka wan de diqewimin lê di navenda wê de ne.

Tiştê ku van jinan li hev dicivand ne xewna koçberiyê bû; daxwaza derfet, naskirin, rûmet û cihekî bû ku xewn lê geş bibin. Li Mexribê û welatên din ên li başûrê Deryaya Spî, jin di veguherînên civakî de her diçe xuya dibin. Di hêza kar de, di xwepêşandanan de, di werzîşê de û di çîrokên koçberiyê de.

Paradoksa sînoran û pirsên ku bersivên wan nîn in

Her çiqas wêneyê Ferahê vê nîqaşê derxist holê jî raporên nûçeyan nîşan dan ku gelek koçber ji Mexrib û welatên cuda yên Afrîkî gihîştine Ceutayê û nîqaş li ser dersînorkirina wan didomin. Li vir paradoksek berbiçav hebû her çendî hinek kesan wêne wekî kêliyek serkeftinê şîrove kirin jî rastiyê ji me re anî bîra xwe ku gihîştina perava din ne dawiya çîrokê ye lê destpêkek nû ye ku ji hêla sînor, qanûn û polîtîkayan ve hat şekilkirin.

Pirsa ku ji bo min vekirî ma ev bû: Dema ku çarçoveya xewnan teng dibe gelo koçberî ji bo jin û mêran vebijêrkek çawa ye?

Ev pirs ne tenê ji bo Mexribê ye. Her kesê ku bûyerên li Deryaya Navîn a Rojava dişopîne dibîne ku derya niha çîroka Tûnisî, Cezayîrî, Lîbyayî û bi hezaran koçberên ji Afrîkaya Başûrê Sehrayê jî vedibêje.

Pêwîst e mirov li welatê xwe hêviyê bibîne

Di dawiyê de, wêneyê Ferah ne tenê li ser keçeke ku deryayê derbas dike; ew li ser wê yekê ye ku meriv çawa şert û mercên dê rê bidin jin û mêrên ciwan pêşerojeke li welatên xwe bibînin biafirîne.

Ji ber ku divê mirov bikaribin li welatên xwe hêviyê bibînin berî ku ew perava din wekî yekane vebijarka xwe bibînin.