Ji jinên Efgan bang: Divê hesab ji Talîbanê bê xwestin

Tevgera Jinan a ji bo Aştî û Azadiyê, bi boneya 8'ê Adarê daxuyanî da, diyar kir ku astengkirina azadiya jinên Efgan ji aliyê Talîbanê ve dê bandorê li welatên din jî bike û banga hesab pirsînê kirin.

Navenda Nûçeyan – Talîbanê ji dema ku Efganistanê xistiye bin desthilatdariya xwe ve heta niha, azadiya jinan asteng kiriye. Jin ji hemû qadên jiyanê hatine dûrxistin û ji mafên xwendin, hînbûn û xebatê bêpar mane. Bi nêzbûna 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê Tevgera Jinan a Ji Bo Aştî û Azadiyê duh daxuyaniyek weşand.

'Jinên Efgan ji maf û azadiya xwe bêpar dimînin'

Di daxuyaniyê de tevgerê diyar kir ku tenê li Efganistanê jin ji azadî û mafên xwe mehrûm mane û wiha hat gotin: “Tevgera Talîbanê gelek zagonên cudakariyê derxistin, di nav de 90 biryarname hene ku jin ji mafên xwendin û hînbûnê bêpar dimînin û tevger û azadiya wan tê astengkirin. Em bang li civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dikin ku hesab ji Talîbanî bixwazin."

'Divê hesab ji Talîbanî bê xwestin'

Di daxuyaniyê de ji Dadgeha Tewanan a Navneteweyî daxwaz hat kirin ku bi biryara girtinê ji bo endamên tevgera Talîbanê sînordar nemînin, dozên endamên ku astên bilind di tevgerê de bi dest xistine, bixwînin û der barê wan de jî biryara girtinê bidin.