Ji jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo peravên Sûriyeyê pêngav
Platforma Çalakiyên Hevbeş a Rêxistin û Tevgerên Jinan bi dirûşma “Piştevaniya jinên Sûriyeyî bingeha rawestandina komkujiyên li dijî jinên li peravê ye” pêngavek da destpêkirin.

Qamişlo – Platforma Çalakiyên Hevbeş a Rêxistin û Tevgerên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca piştgiriya jinên perava Sûriyeyê daxuyaniyek da û pêngavek da destpêkirin.
Daxuyanî li Stadyuma Şehîdên 12’ê Adarê bi amadebûna hejmarek jin, nûnerên partiyên siyasî, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê û Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ji aliyê Emîne Omer ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Komkujî û sûcên şer ên li perava Sûriyeyê hatin kirin xwedî aliyekî etnîk in. Bêdengiya li hemberî van sûcan jî nabe. Ev sûc rasterast encamên siyasetên rejîma heyî ye ku derfet da komên çete yên wekî Ebû Emşe û Ebû Hatim El Şeqra ku binpêkirinên herî mezin li dijî sivîlan bikin. Em Platformên Çalakiyên Hevbeş ên Tevgerên Jinan van komkujiyên hovane şermezar dikin û piştgiriya xwe bi tevahî jinên li perava Sûriyeyê û qurbaniyên şer re nîşan didin. Em qebûl nakin jin bibin alavek ku ji bo pêşxistina xîtaba siyasî ya baviksalar. Em qebûl nakin ku rola me di avakirina Sûriyeya nû de were paşguhkirin. Em ê parastina mafên xwe bidomînin. Em ji bo welatekî ku nirxên me nas bike û rola me di diyarkirina siberoja me de diyar bike, tê bikoşin.”
Di daxuyaniyekê ji bo piştgiriya jinên li perava Sûriyeyê bi dirûşma “Piştevaniya jinên Sûriyeyî bingeha rawestandina komkujiyên li dijî jinên li peravê ye” pêngavek hat ragihandin.
Li gorî daxuyaniyê, bernameya pêngavê wiha ye:
*Ji bo jinên mexdûr ên li peravê dê kampanyaya komkirina alîkariyan were destpêkirin.
*Ji bo dengê jinan ragihînin alîkariyên navneteweyî yên têkildar dê îmze werin komkirin.
*Bi armanca komkujî û binpêkirinên li perava Sûriyeyê yên li dijî jinan werin rawestandin, dê name ji saziyên navneteweyî re werin şandin.
*Dê çalakiyên protestokirina komkujiyên li dijî jinan werin lidarxistin.
*Bi armanca piştgiriya jinên li perava Sûriyeyê dê meşên jinan werin lidarxistin.
*Şanoyek bi mijara êşên jinên li peravê dê were pêşandan û şevbuhêrkek helbestan were lidarxistin.
*Dê komxebatek bi mijara nîqaşkirina helwesta jinan ji komkujiyan û danezana destûrî were lidarxistin.
*Di roja dawîn a pêngavê de dê kampanyaya hashtagê bê birêvebirin.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li tevahî jinên sûriyeyî hat kirin ku piştgiriyê bidin jinên li peravê û ji bo yekkirina hewldanên avakirina sûriyeyeke adilane û wekhev beşdarî pêngavê bibin.