Ji jinan bang: Divê kujerên jinên peravên Sûriyeyê werin cezakirin

Rêveberên Meclîsa Jinan a Kongra Îslama Demokarîk, komkujî û qirkirina li ser jinên Sûriyeyê şermezar kirin û diyar kirin ku divê kujer werin cezakirin, sûcên tên kirin jî aşkera bibin. Jinan gotin ku tu olek, qetilkirina jinan qebûl nake.

SORGUL ŞÊXO

Til Temir – Gelê li peravên Sûriyeyê dijî, bi gelek komkujî û êrîşên qirkirinê yên ji aliyê HTŞ’ê ve  rûbirû maye. Di nava zêdetirî 2 hezar kesên ku hatin qetilkirin de jin û zarok hene. Komkujî bi awayekî veşartî hê jî didomin. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser qetilkirina jinên li bajarên peravên Sûriyeyê, nerazîbûnên xwe nîşan dan. Têkildarî mijarê ji koordînasyona Meclîsa Jinan a Kongra Îslama Demokratîk Xulûd Ebdo, ji rêveberiya Saziya Olî ya Kongra Îslama Demokratîk Ebîr Elî û Ahîn Şerîf û rêveberên Meclîsa Kongra Îslama Demokratîk ên Kantona Cizîrê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivîn.

‘Tu ol û baweriyan ji bo qetilkirina jinan bang nekirine’

Ji koordînasyona Meclîsa Jinan a Kongra Îslama Demokratîk Xulûd Ebdo, qetilkirin û komkujiyên li ser jinên li bajarên peravên Sûriyeyê dijîn, şermezar kir. Xulûd Ebdo da zanîn ku di tu ol û baweriyan de qetilkirina jinan nehatiye erêkirin û wiha berdewam kir: “Di ola Îslamê de gotine ku divê mirov û bi taybetî jin neyên kuştin. Ji ber ku di şeran de jî hatiye gotin ku divê jin werin parastin. Di pirtûka pîroz de kuştina mirovan wek kuştina jiyanê hatiye pênasekirin û xilaskirina mirovan a ji kuştinê, jiyandina mirovahiyê ye. Îro bi çi mafî jin li bajarên peravê yên Sûriyeyê di bin navê îslamê de tên qetilkirin? Em van komkujiyan qebûl nakin, kuştina jinan kuştina jiyanê ye. Qetilkirina jinên li peravên Sûriyeyê qetilkirina jinên Êzidî û Efganî tîne bîra me jinan. Mafê tu kesê tuneye jinan bikuje. Em bûyera qetilkirina Jîna Emînî ya ji ber ku porê wê xuya dikir hat qetilkirin, ji bûyerên ku îro jinên li peravên Sûriyeyê dijîn cudatir nabînin. Ji vir em ji bo rawestandina qetilkirina jinan bang dikin.”

‘Qetilkirina jinan ji bo şoreşa jinan û demokratîkbûna Sûriyeyê xeter e’

Ji rêveberiya Saziya Olî ya Kongra Îslama Demokratîk Ebîr Elî jî bal kişand ser kirinên rêveberiya demkî ya cîhadîst HTŞ’ê yên li ser jinên Sûriyeyê, bi  taybetî jinên Elewî. Ebîr Elî hedîsa Hz. Muhemmed bi bîr xist û got: “Di hedîsa pêxember de hatiye gotin ku ji jinan re qenciyê bikin. Lê îro em ji rêveberiya demkî pirs dikin, hûn çi bi jinan dikin? Jixwe qenciyê ji jinan re nekirine, îcar jinan dikujin, destdirêjî li wan dikin. Rêveberiya demkî tiştek ji ola Îslamê ya rast li ser rûyê erdê pêk neaniye. Lê belê ola Îslamê ji binî heta serî li gorî berjewendiyên xwe pênase kirine. Em binpêkirin û kiryarên ku jin bi wan re rûbirû mane, şermezar dikin. Qetilkirina jinên Sûriyeyê, bi taybetî jinên Elewî, xeterê li ser yekîtiya Sûriyeyê û demokratîbûna wê çêdike. Ji ber ku şoreş û civak bi jinan ava dibin, Şoreşa Jinan a ku bi ramanên Rêber Abdullah Ocalan pêk hatiye didome. Qetilkirina jinên li peravên Sûriyeyê xeterê li ser jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên şoreşê pêk anîne çêdike. Li vir em bang li rêxistinên hiqûqî dikin ku bi erkên xwe rabin û komkujiyên li ser jinên Elewî çêdibin, rawestînin.”

‘Yên îro jinên Elewî dikujin duh jinên Êzidî kuştin’

Ji rêveberiya Saziya Olî ya Kongra Îslama Demokratîk Ahîn Şerîf jî got ku divê Sûriye, Rêveberiya Xweser ji xwe re mînak bigre û di Sûriyeya nû de jin neyên qetilkirin. Ahîn destnîşan kir ku bi giştî ol, bawerî, mezheb û etnîk divê bên parastin û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Divê rêz ji azadiya kesan re were girtin. Divê li dijî ol û baweriyan êrîş çênebin û rê li ber kuştinê were girtin. Rêveberiya Xweser hemû pêkhateyan ji kîjan nasnameyê be jî, hembêz dike. Rêveberiya demkî ya Sûriyeyê divê rêzê ji hemû gel û nasnameyan re bigre û di nava Sûriyeya nû de jî wan bihewîne. Êrîşên li ser jinên li peravên Sûriyeyê heman êrîşên li ser jinên Kurd ên Êzidî û jinên Serêkaniyê yên ku bi êrîşa dagirkeriya Tirk re rû bi rû mane ne. Êrîşên li ser jinan mîna xelekê ye, bi hev ve girêdayî ye. Ji ber ku dijminê êrîşê wan dike yek e. Komên ku îro jinên li peravê qetil dikin duh li Şengalê jinên Êzidî revandin, tecawizî wan kirin û li bazaran firotin, qetil kirin. DAIŞ û komên girêdayî wê yên ku îro jinan qetil dikin, em baş dizanin di bin rêveberî û fermana dewleta Tirk a dagirker de ne.”

‘Kujerên jinên Elewî di bin parastina dagirkeriya Tirk de ne’

Ahîn Şerîf tekez kir ku destê dewleta Tirk a dagirker di qetilkirina jinên Elewî de heye û wiha pêl da gotinên xwe: “Çawa destên dewleta Tirk di qetilkirina jinên Efrîn û Serêkaniyê de hebû, di qetilkirina jinên Elewî de jî heye. Ji ber ku HTŞ’a îro di bin rêveberiya dewleta Tirk de bû, piştgirî dida komên girêdayî wê jî. Kula dilê dewleta Tirk, qetilkirina jinên Kurd e. Kujerên jinan û gelê Elewî îro di bin parastina dewleta Tirk de ne, li Serêkaniya dagirkirî ne. Em bang li sazî û dezgehên hiqûqî û yên xwe weke parêzvanên mafên mirovan û jinan bi nav dikin û erkên xwe dibînin dikin û dibêjin ku divê bûyerên li peravên Sûriyeyê çêdibin ronî bikin, nedin veşartin, aşkera bikin û kujer cezayên pêwîst bigrin. Her wiha divê cîhan ji bo van bûyerên bi êş bêdeng nemîne, ji ber ku jin pêşengên civakan in.”