Ji IPC’ê ji bo Sûdanê hişyariya lezgîn

Şer, hişkesalî û astengkirina alîkariyan Sûdan anî ber krîzeke giran a birçîbûnê. Hişyariya IPC'yê nîşan dide ku ger mudaxeleya lezgîn çênebe karesata mirovî dikare heta 2027'an dirêj bibe.

Navenda Nûçeyan – Şerê li Sûdanê di nîvê Nîsana 2023'an de dest pê kir, bi hezaran kes mirin û birîndar bûn û binesazî wêran kir, di nav birçîbûneke giran û pêlên rekord ên koçberiyê de, welat bi karesateke mirovî tehdît kir. Rewşeke ku ji bo rizgarkirina bi milyonan jiyanan mudaxeleyeke navneteweyî ya lezgîn hewce dike.

Li gorî hişyariyeke nû ya ku ji aliyê însiyatîfa Dabeşkirina Qonaxa Ewlekariya Xwarinê ya Yekgirtî (IPC) ve duh hatiye dayîn, Sûdan li çend deverên ku ji ber şerê berdewam ê welêt bandor bûne, bi metirsiyeke zêde ya birçîbûnê re rûbirû ye.

Ji ber gelek faktoran krîz rû daye

Ev krîza mirovî ji ber tevliheviyek faktoran girantir dibe. Bi taybetî hişkesaliya ji ber diyardeya El Nîno, kêmbûna giran a fînansmana alîkariyê û sînordarkirinên ewlehiyê yên ku rê li ber gihandina alîkariya mirovî digirin.

Hişyariya Dabeşkirina Qonaxa Ewlekariya Xwarinê ya Yekgirtî (IPC) xetereya birçîbûnê ya zêdebûyî li hin deverên Darfûra Mezin û Kordofana Mezin ronî kiriye. Ev jî, ji ber kombînasyona pevçûnên çekdarî, koçberiya berfireh û şert û mercên hişkesaliya giran çêdibe.

Nebûna ewlehiya xwarinê fikaran zêde dike

Agahiyên herî dawî nîşan didin ku li çend herêmên Sûdanê astên pir bilind ên nebûna ewlehiya xwarinê û kêmbûna xwarinê ya tûj hene. Hişkesaliya giran ku bandorê li piraniya Darfura Mezin dike, digel bandora hevbeş a şer û barana kêm li Kordofana Mezin, gefê li qadên xwarinê yên mayî dixwe.

Birçîbûn dê kerasetek mirovî çêke

Însiyatîfê destnîşan kir ku rewşa piraniya deverên ku berê di analîza Gulana borî de wekî "di xetereya birçîbûnê de" hatine dabeşkirin hê jî pir nîgeran e. Di heman demê de delîl û nîşaneyên nû nîşan didin ku rêjeyên kêmxwarina akût xerabtir dibin. Ger rewş wisa li Sûdanê dewam bike birçîbûn û xela heya sala 2027'an jî wê dirêj bibe. Ev jî kerasetek mirovî ava bike.

Pêlên koçberiyê yên berdewam

Her wiha însiyatîfê koçberbûna zêdetirî 300 hezar kesan li herêma Kordofanê ya mezin ji Cotmeha sala borî ve tomar kir. Ji ber ku şerên tund civakên cotkaran, di nav kêmbûna derfetên debara jiyanê de ji ber bêewlehiyê, ber bi bajarê El Obeid ve ajotin.

Alîkarî tên astengkirin

Derbarê zehmetiyên alîkariyê de, însiyatîfé şîrove kir ku valahî di navbera pêdiviyên zêde û mezinahiya bersivdayînên li ser erdê de fireh dibe. Operasyonên mirovî bi kêmasiyeke giran a fînansmanê re rûbirû ne û rêjeya vegirtinê ya plana bersivdayînê ya salane, ji sedî 50'î derbas nabe. Ev valahî bi sînorkirinên ewlehiyê yên hişk re hevdem e ku rê li ber gihandina alîkariyê digire. Vê dawiyê di encama êrîşeke li ser du kamyonên aydî Bernameya Xwarinê ya Cîhanê de, yek ji ajokaran hat kuştin.