YRJ’ê rojnamevan Dilîşan Îbiş û Dilovan Gever bibîranî

Yekîtiya Ragihandina Jin di salvegera qetilkirina her du rojnamevanên jin Dilîşan Îbiş û Dilovan Gever de soza berdewamiya rêya medyaya azad nû kir û diyar kir ku dengê rastiyê nayê bêdengkirin.

Navenda Nûçeyan – Yekitiya Rojnamevanên Jin (YRJ) ji bo bîranîna Dilîşan Îbiş, ku di 12’ê Cotmeha 2017’an de hetibû qetilkirin û Dilovan Gever, ku di 13’ê Cotmeha 2019’an de hatibû qetil kirin daxuyaniyek nivîskî weşand. YRJ bal kîşand ser xebata her du rojnamevanan di belgekirina bûyerên di dema şer de û gihandina dengê jinan li çaraliyê cîhanê de û pabendbûna xwe ya ji bo berdewamiya têkoşîna ji bo azadiya çapemeniyê dubare kir.

'Dilîşan û Dilovan bi wêrekî rola rojnamegeriyê lîstin'

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Dilîşan Îbiş û Dilovan Gever rojnamegeriyê tenê wekî pîşeyek nabînin, lê belê eşkerekirina rastiyê wekî berpirsiyariyek civakî û mirovî qebûl dikin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku her du rojnamevanan bi wêrekî û biryardariya xwe mohra xwe li dîroka azadiya çapemeniyê hiştine û hate gotin, "Têkoşîna wan delîl e ku, çi dibe bila bibe, azadiya ramanê û wêneyên rast dê berdewam bikin û bibin dengê rastiyê."

'Dilîşan tevî xetereyan dibû dengê jin û civakê'

Daxuyaniyê tekezî li ser kariyera medyayî ya rojnamevan Dilîşan Îbiş kir û wiha xuya kir: "Dilîşan Îbiş yek ji rojnamevanên ku ji destpêka Şoreşa 19'ê Tîrmehê ve di dilê bûyeran de bû, li wir wê ji bo belgekirina rastiyan û veguheztina êşa sivîlan di bin şert û mercên pir xeternak de xebitî. Ew di 12'ê Cotmeha 2017'an de, dema ku rewşa sivîlên ku ji herêmên Dêrazorê di encama êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de direviyan dişopand, ligel hejmarek ji hevkarên xwe yên medyayî şehîd bû. Şehadeta wê qonaxek bi êş di rêwîtiya medyaya azad de bû û şahidiyek li ser xetereyên ku rojnamevan pê re rûbirû dimînin da ku rastiyê vebêjin û tiştên ku li ser erdê diqewimin belge bikin."

'Dilovan bi wêrekî tev diveriya'

Daxuyaniyê bal kişand ser rola medyayî ya rojnamevan Dilovan Gever di belgekirina bûyeran û veguhestina êşên civakê ji raya giştî re û tekez kir ku wê berpirsiyariya xwe ya medyayî li ser bingeha baweriyek xurt pêk anî, ku medya peyamek mirovî ye ku ji sînorên pîşeyê derbas dibe. Her wiha peyv û wêne du amûrên bingehîn in ji bo eşkerekirina rastiyê û veguhestina dengê gelan ji cîhanê re. Di heman demê de Dilovan di belgekirina êrîşên ser Kobanê de rolek mezin lîst.

'Dilovan ji bo belgekirina rastiyê canê xwe feda kir'

Daxuyanî destnîşan kir ku kariyera Dilovan Gever îradeya rojnamevaneke azad û pabendbûna wê bi pirsgirêkên gelê xwe re, israra wê ya li ser pêkanîna erkê xwe yê pîşeyî û mirovî tevî xetere û zehmetiyan nîşan dide: "Dilovan Gever di 13'ê Cotmeha 2019'an de, di berxwedana rûmetê de li deverên Serêkanî û Girê Spî şehîd bû, da ku rastiyê vebêjin û bûyeran belge bikin. Navê wê di bîranîna medyaya azad û rêwîtiya wê de wê her zindî bimîne.”

'Kariyara her du rojnamevanan baweriyek xurt nîşan didan'

YRJ'ê di daxuyaniya xwe de tekez kir ku bîranîna rojnamevan Dilîşan Îbiş û Dilovan Gever ne tenê rêzgirtina li bîranîna wan e, lê nûkirina pabendbûna bi nirx û prensîbên ku wan jiyana xwe ji bo wan terxan kirine ye, di nav wan de cesaret, pabendbûn û berpirsiyariya di vegotina rastiyê de. Di daxuyaniyê de hate eşkere kirin ku kariyerên wan ên rojnamevaniyê baweriyek xurt nîşan didin ku belgekirina bûyeran û eşkerekirina rastiyan erkek exlaqî û mirovî ye û parastina mafê wan ê bihîstina dengê wan li çaraliyê cîhanê, bingeha mîsyona medyaya azad pêk tîne.

'Mîrata her du şehîdan dê wek çavkaniya îlhamê bimînin'

Yekîtiya Ragihandina Jin tekez kir ku hedefgirtina rojnamevanan dê nikaribe rastiyê tarî bike an jî dengê medyaya azad bêdeng bike, lê tenê dê biryardariya xwe ya ji bo berdewamkirina mîsyona xwe ya belgekirina bûyeran, veguheztina êşên civakê û parastina mafê jinan ji bo xwe îfadekirin û gihandina dengê xwe li çaraliyê cîhanê zêde bike. Mîrata her du cangoriyan dê ji bo nifşên medyayê wekî çavkaniya îlhamê bimîne û motîvasyonek ji bo berdewamkirina têkoşîna ji bo medyayek serbixwe û azad, li ser bingeha berpirsiyarî û wêrekiyê û kirina rastiyê bingeha peyama xwe