‘Ji îdeolojî û mejiyê PKK’ê nebûya Kurd û Kurdistan wê nemana’
Hemdiya Kûtê ya ku keça wê Jînda jî di nav refên PKK’ê de ye û ew bi pêşengên azadiyê re hevaltî û xebat kiriye, got ku “PKK mêjî û felsefeya jiyanê ye û heta dawî jî em ê piştgirên banga Rêber Ocalan a Aştî û Civaka Demokratîk bin.”

SORGUL ŞÊXO
Til Temir – Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê di 12’emîn kongreya xwe de fesihkirina PKK’ê ragihand. Dayîka Jînda ya PKK’yî Hemdiya Kûtê ya ku di salên 90’î de bi pêşeng û mîlîtanên PKK’ê re hevaltî û xebat kiriye, yek ji dayîkên ku xebatên eniyan dikirin e. Dayîka Hemdiya, behsa têkoşîn û hevaltiya PKK’ê, biryara fesihkirinê û banga Aştî û Civaka Demokatîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.
‘Ne ji têkoşîna PKK’ê ya nîv sedsalî bûya, cîhanê me nedibihîst’
Hemdiya Kûtê bi bîranîna cangoriyên PKK’ê Alî Haydar Kaytan (Fûat) û Riza Altûn dest bi axaftina xwe kir. Dayîka Hemdiya wiha got: “Rêber Apo bi van du hevalan û hevalên xwe yê din re bingehê PKK’ê ava û saz kirin. Şehadeta wan me gelek xemgîn kir, ku tevî her cûre zordarî û êrîşên dewleta Tirk a dagirker berxwedaniyek bêhempa meşandin. Xwezî îro ew jî hebûna û banga Rêber Apo bidîtana û bijiyana. Ger ku îro PKK nehata damezrandin û felsefeya Rêber Apo nebûya, wê cîhan li me neketiba şewqê û li me guhdar nekiriba. Em bi Rêbertiya xwe bawer in û banga wî destek dikin. Emê heta dawî jî bi biryar û peyamên wî re dibin yek. Nîv serdemek zêdetir dewletên mezin nikaribûn PKK’ê têk bibin. Ji ber ku PKK xwediya felsefeya jiyanê ye û xwedî wê bingeh û dilsozên fedayî ye, heta ku Rêber Apo banga aştî û fesihkirina PKK’ê ragihand.”
Pêvajoyên Aştiyê û dijberiya Tirkiyeyê
Hemdiya Kûtê da zanîn ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk bandora xwe li Tirkiyeyê dike û banga guhertina siyaseta dewleta Tirk kir. Hemdiya got ku: “Banga Rêber Ocalan ne tenê ji bo Gelê Kurd e, lê belê giştî gelên Tirkiyeyê digre nav xwe. Pêwîst e Tirkiye banga Rêber Apo baş fêm bike û bikaribe guhertineke bingehîn di siyaseta welatê xwe de çêke. Ji ber ku banga serokatî xilasiya Tirkiyeyê ya ji gelek krîzan e, yan jî Tirkiye dê têk biçe. Şerê PKK’ê yê 50 salî zêdetir, li dijî NATO bi xwe bû, ne tenê li dijî Tirkiyeyê. Rêber Apo di salên 90’î de careke din pêvajoya Aştiyê ragihand. Lê belê Tirkiyê xwe neguherand, komên aştiyê binçav kirin, xistin girtîgehan û serokê xwe Turgut Ozal kuştin. Şerê çekdarî hîn berdewam kir, ji lewra Tirkiye roj bi roj lawaztir bû. Em ne ew partiya lawaz in, em aştiyê dipejirînin. Lê bi şer çareserî nabe û PKK naqede û têk naçe. Tevî ku Ewropa bi NATO û dewletên mezin re jî çek didan Tirkiyeyê da ku PKK’ê tune bike, çekên kîmyewî li ser kurdan diceribandin, lê nikarîbûn PKK’ê tune bikin. Ji ber PKK xwedî felsefeya jiyanê ye.”
‘Kurd ne bêçare ne, xwedî projeyeke demokrasiyê ne’
Hemdiya Kûtê ji Tirkiyeyê re got ku Kurd ne bê çare ne û wiha pê de çû: “Tirk yek al û yek ziman û yek gel dixwazin. Lê ez dixwazim vê pirsê bikim; çima di Tirkiyeyê de ewqas netew bê ziman û maf û hiqûq in? Kurd ne kurdên bê çare ne ku xwe dispêrin dîwaran, em îro xwedî felsefe ne. Jiyanek bi rûmet an jî mirinek bi rûmet em ê di dawiya berxwedana xwe de bidest bixin. Lê Erdogan divê ku gavên şênber bavêje û wê gotinên ku di qirika wî de ne derxe û were ser maseya lihevhatinê. Keda Kurdên ku bi saya wan Tirkiye bû dewlet, tevî ku wan di qirkirin û komkujiyan re derbas dikir, jibîr kiriye. Kurd jiyaneke azad û birûmet hêvî dikin û ji bo wê têdikoşin. Erdogan xwe diguhere bila biguhere, naguhere jî em Kurd û PKK’yiyên berê ne ku stûyê xwe ji kesî re xwar nakin. PKK’ê şoreşek pêk anî û cîhanê Kurd nas kirin. Di Rojhilata Navîn de guhertinek çêkir û têkoşîna ku jiyaneke aram, azad û wekhev dike, netew bi maf bibin û ti netew neyê çewisandin, meşand. Ji ber ku PKK partiyeke civakî ye jî.”
Ji bo serdema 21’an bibe serdema avakirina civakên demokratîk
Hemdiya Kûtê rola jinan a di vê pêvajoya girîng de û xebata ku ji wan tê xwestin, bi van gotinan anî ziman: “Êdî xebatek ji xebata berê zêdetir pêwîst dike. Divê ku çi bibe jî em azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan bidest bixin. Em lawaziyên heyî derbas bikin, xwe bihêztir bikin, ji bo civakeke demokratîk hemû derfet û zanebûna xwe bikin xizmetê. Ji bo ku ev pêk were jî divê jin werin cem hev, nêrînêneke wan a hevbeş hebe û jinên cîhanê jî bigrin nav vê guhertina ku dê çêbibe ku wê serdema 21’an bibe serdema civakeke demokratîk.”
Di navbera wê û Sakîne Cansiz de diyalogek kurt
Hemdiya Kûtê ya ku hevaltiya Sakîne Cansiz kiriye û ji têkşoîna wê re şahidî kiriye, bi van gotinan qala wê dike: “Ji me re her qala têkoşîna jinê li hember zilm û zordariya dewleta Tirk dikir. Sakîne Cansiz jineke bihêz bû, ji wê hînî gelek tiştan dibûm. Tevî zexta ku di girtîgehên dagirkeriya Tirk de dîtibû hîn jî bihêz bû, ew ji bo min pir cûda bû. Min ji heval Sakîne re got; Eger min evqas zordarî dîtiba minê careke din ev rêxistin nepejirandiba, te ewqas zehmetî dît û tu hîn jî jinan kom dike û bi felsefeya Rêber Apo didî nasîn. Şehîd Sakîne wiha bersiv da min: Anê! Dijminê me ne dijminekî hêsan e û ne jî dewleteke ku hew em ê li hember wê li ber xwe bidin. Na ne wiha ye. Bi hêsanî li dijminê xwe nenhêrin, dijminê me tu carî nabe dostê me. Li ku fersendê bibîne wê li te bide.’ Ev ji bo min gelek bi qîmet e û xwedî nirxekî mezin e. Her wiha naskirin û xebata demeke kurt bi Şîlan Kobanê re jî gelekî bi qedir bû. Xwezî hun jî hebana û we ev roj dîtiba û ji bo wê we tiştên pir mezin kiribana. Bi taybetî di hembêzkirina banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêber Ocalan banga wê kiriye de.”
‘Ji îdeolojî û mejiyê PKK’ê nebûya Kurd û Kurdistan wê nemana’
Hemdiya Kûtê got ku PKK îdeolojî ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “PKK mêjî, fikir û îdeolojî ye. Ger nehatiba hembêzkirin, nedihat mezinkirin jî. PKK’ê rih û jiyaneke nû da gelê Kurd û giştî gelên ku fikrê Rêber Ocalan hembêz kirin û pejirandin û xilasiya xwe di nav de dîtin. PKK nebûya wê Kurd ewqas nehatibana naskirin û bihîstin û zimanê Kurdî nehatiba parastin. Bi saya têkoşîna PKK’ê îro cîhan pirsgirêka Kurd nîqaş dike û li çareseriyan ji bo wê digere. PKK nebûya, îro Kurd nedibûn, em di vê de jî piştrast in ku wê Kurdistan jî nebûya. Ji lewra îro ji bo banga Rêber Abdullah Ocalan a Aştî û Civaka Demokratîk jî heta dawî em ê piştgiriyê bidin û çi were xwestin jî em ê bikin. A girîng em azadiya fizîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin, bajarên xwe yê dagirkirî rizgar bikin û alaya serkeftinê ya bi xwîna şehîdan bilind bû, hîn bilindtir bikin.”