Ji Hûsiyan di sê mehan de li dijî Taîzê 80 binpêkirin

Li gorî rapora Mafên Mirovan, li bajarê Taîz yê başûr û rojavayê Yemenê, ji aliyê Hûsiyan ve di nava sê mehan de gelek binpêkirinên wek êrîşên bê navber, dorpêç û xirabbûna şertên mirovî hatiye belgekirin.

Navenda Nûçeyan- Binpêkirinên Hûsiyan ên li herêmên cûda yên Yemenê didome. Sivîl di nava êrîş, dorpêç û xirabbûna şertên mirovî de hewl didin jiyana xwe bidomînin. Binpêkirin ji derveyî sûcên kuştin û revandinê, hedefgirtina milkên civakê jî digre nava xwe. Ev rewş êşên gel kûr dike û jiyana wan a rojane zortir dike.

Navenda Rehabilitasyon û Agahiyan a Mafên Mirovan, di 23’yê Kanûnê de rapora bi sernavê ‘Taîz di nava nexweşî, êrîş û dorpêçê de’ weşand. Di raporê de binpêkirinên di nava sê mehan de ji aliyê Hûsiyan ve li dijî bajarê Taîz yê başûr û rojavayê Yemnê de hatî pêkanîn, hatine belgekirin. Li gorî raporê ji 1’ê Nîsanê heta Hezîrana 2025’an, ji ber domandina êrîş, dorpêç û giranbûna rewşa mirovî 80 binpêkirin hatine qeydkirin.

Sivîl tên hedefgirtin

Di raporê de mirina zarokek û jinek di nav de û 6 binpêkirinên ku ji ber rasterast êrîş û mayînên ku Hûsiyan çandiye û 21 bûyerên birîndarbûnê, cîh digirin. Di raporê de hate destnîşankirin ku beşek ji birîndaran astengdariya mayînde dijîn.

Di raporê de bûyerên revandin û êrîşek ji aliyê Hûsiyan ve hatiye belgekirin. Ev rewş jî nîşan dide ku hedefgirtina sivîlan bi awayek sîstematîk didome.

Di raporê de hate destnîşankirin ku binpêkirinên li dijî milkên taybet di demên mijara xeberê de gihîştiye 43 bûyeran, ji vana 28 mal beşek jê xisar dîtine, 5 mal jî ji ber êrîşên Hûsiyan bi temamî hilweşiyane.  

Di raporê de hate îfadekirin ku bi ser malekê de hatiye girtin, malek û depoyek çekan teqandine û hejmarek zêde ya ajalan jî telef bûne. Ev binpêkirin nîşan dide ku êrîşên ku li bajarê Taîzê didomin, di bin şertên mirovî ku her ku diçe giran dibe de, êşên kûr ên sivîl lê rast tên, bi awayek eşkere radixe berçavan.