Ji girtiyê siyasî Şerîfe Mihemedî re heftiyek destûr hat dayîn

Çalakvana karker a jin û girtiyê siyasî Şerîfe Mihemedî, roja ku hatiye girtin heya roja îro li Girtîgeha Lakan a Reştê de dihat girtin. Lê îro heftiyek destûr jêre hate dayîn.

Navenda Nûçeyan – Çalakvana kedê, parêzvana mafên karkeran û girtiya siyasî Şerîfa Mihemedî, ku cezayê hepsa heta hetayê lê hatibû birîn, piştî salan di girtîgehê de û ji mafê xwe yê betlaneyê bêpar mayî, hefteyek destûr lê hat dayîn.

Li gorî raporek ku îro, Çarşemê, 27’ê Esfandê (17’ê Adar) ji aliyê Kampanyaya Parastina Şerîfe Mihemedî ve hatiye weşandin, çalakvana kedê û parêzvana mafên karkeran, ku ji dema girtina xwe ve bêyî ku destûr werbigire li Girtîgeha Lakan a Reştê dihat girtin, vê dawiyê hefteyek destûr lê hat dayîn.

Li gor Kampanyaya Parastina Şerîfa Mihemedî ku dibêje dinava van salan de Şerîfe Mihemedî bi zextên ewlehiyê yên giran û biryarên dadwerî yên dijwar re rû bi rû maye.

Çalakvana karker Şerîfe Mihemedî di 14’ê Kanûna pêşîn a 2023’an de, dema ku ji kar vedigeriya malê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate girtin. Di 8’ê Tîrmeha 2024’an de, ji aliyê Ehmed Derwîş-Goftar, serokê Daîreya 1’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Reştê, bi tohmeta "serhildanê" cezayê darvekirinê lê hate birîn.

Ev biryar di 13’ê Cotmeha heman salê de ji aliyê Dadgeha Bilind ve hate betalkirin û ji bo ji nû ve nirxandinê ji daîreyek wekhev re hate şandin; lêbelê, vê daîreyê dîsa cezayê darvekirinê da. Di dawiyê de, bi biryara Serokê Dadweriyê, cezayê darvekirinê bi yek pileyê hate kêmkirin û bû cezayê girtîgehê yê 30 salî.