Ji fermana 74’an ber bi doza nasname û dadweriyê ve -2
Kurê Dayê Leylê cara yekem gavê xwe davêje wê malê û tiştên ku dibîne wî matmayî dike. Dema bi dayîka xwe re vedigere, serpêhatiya wê ya zindana jinan, bi pêlîstokên bêdeng û sîngerên xewnê yên bi xwînê sor bûyî tên ber çavan.
‘Em ê dev ji axa xwe bernedin’
CÎHAN ZEMO – GULÎSTAN EZÎZ
Şengal – Peyva ‘Ferman’ di dîrok û çanda Êzîdiyan de ji bo komkujî û êrîşên mezin hatiye bikaranîn. Dema ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de DAIŞ’ê êrîş bire ser Şengalê jî. Êzîdiyan vê êrîşa li ser xwe, mîna ‘Fermana 74’an’ binav kirin. Gotin: ‘Ferman bi serê me de anîn.’ Encamên fermanê ji bo civakê giran bûn. Dema xetereya DAIŞ’ê ya li ser Şengalê bi hêz û vîna gerîla hat rakirin û civak carek din vegeriya ser axa xwe, şopên wahşetê hê jî pir zindî bûn. Ma malên Êzîdiyan li wan nekirine girtîgeh? Ma jin û zarok li wir nekirine girtîgehan de? Ma di wan zindanan de ew qetil nekirine? Ma jin nexistine bîrên malan? Vê carê em ê guh bidin Dayê Leylê ya Tilîzêr ku bahsa girtîgehên jinên Êzîdî dike ku bi destê DAIŞ’ê hatine çêkirin.
Dîsa em li Tilîzêr in. Me bihîstiye ku di dema fermanê de li vê derê malek weke girtîgehê hatiye bikaranîn. Jin tê de hatine girtin û kuştin. Ji me re dibêjin ku Dayê Leylê di sala 2020’an de dema vegeriyaye Tilîzêrê hatiye serdana vê girtîgehê, kiriye. Tê de hestiyên jinan, cilên wan, firaqên wan, lîstokên zarokên wan dîtiye...
‘Rojek wisa bû ku hinekan dê, bav û zarokên xwe li dû xwe hiştin’
Dayê Leylê dibêje “roja fermanê tiştek nema ku bi serê me Êzîdiyan de nehat. Tîbûn, birçîbûn, kuştin, talan, tecawiz...” û dixwaze peyva herî rast peyda bike da ku bikaribe pênaseya fermanê bike: “Rojek wisa bû hinekan dê, bav û zarokên xwe li dû xwe hiştin.”
Dayê Leylê di sala 2020’an de vedigere Tilîzêrê. Wê demê hema bêje pir kêm kes vegeriyane, Tilîzêr di nav bêdengiyekê de ye. Heta wê demê jî cenazeyên mirovan hîn li erdê ne, kes nîne li wan xwedî derkeve. Mal wêran in, kes nîne ava bike.
‘Di odeyekê de pêlîstokên zarokan hebûn, sîngerên li erdê hemû bi xwîn bûn’
Cara yekem kurê wê yê şehîd vê mala ku veguheriye girtîgehê, dibîne. Tê malê û ji dayîka xwe re dibêje. Dayê wisa bi hebûna vê girtîgehê dihese. Bi hev re tên vê girtîgehê. Dayê dibêje: “Me li vê malê û malek din ku heman kolanê de ye, mêze kir. Vê mala ku em li ber sekinîne û çend malên din; jin tê de hatibûn girtin. Dema em hatin hîn jî bermahiyên wan rojan di cih de bûn. Diyar bû odeya jin û zarokan ji hev cuda kiribûn. Di odeyekê de pêlîstokên zarokan hebûn, di du odayên din jî tiştên aydê jinan hebûn. Sîngerên li erdê hemû bi xwîn bûn. Alavên jin bikar tinin, li derdorê bûn. Di metbaxê de di firaqên wan de hîn xwarin hebûn. Deriyên malê tev hesin bûn û bi zinciran ve hatibû kilîdkirin, derfetê revê ji malan nîn bû.”
‘Min bi çavê xwe dît, jinek kuştî kiribûn vê bîrê’
Piştî vê girtîgehê dibînin li derdor jî digerin mêze dikin gelo tiştek din heye yan na. Di hinek malan de rastî hin werîsên ku bi arik ve hatine daleqandin tên. Li gor dayê kes bi wan ve hatine daleqandin, nexwe wê çi ji wan werîsan bikin? Jinên ku kiryarên çeteyan qebûl nedikirin, dihatin kuştin. Jinên dikuştin jî dixistin van bîran. Min bi çavê xwe dît, jinek kuştî di nava lihêfekê de xistibûn vê bîrê. Destên wê ji paş ve girêdayî, li ser çokên xwe rûniştî bû û serê wê ber bi jor ve bû. Hîn jî hin alavên wan jinan di bîrê de ne. Heta malbatên van jinan hatin jî, termên wan di van bîran de bûn.”
‘Heta ez sax bim ez ê wan dîmenan jibîr nekim’
Dayê Leylê bi dîmenên ku dîtiye pîr êşiyaye. Ji xwe dîtina wan cenazeyên jinan weke nûbûna fermanê pênase dike. Dayê dibêje: “Dibe ku min wan jinan nasnedikir, lê ez pê gelekî êşiyam, kêliyên pir zehmet bûn ji bo min. Heta ez sax bim ez ê wan dîmenan jibîr nekim. Kengî bahsa fermanê tê kirin dîmenê vê girtîgehê û wan jinan tê ber çavê min.”
‘Em ê dev ji axa xwe bernedin’
Dayê Leylê dayîka cangoriyek e û li ser fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo Şengalê û Êzîdiyan kar û xebat dide meşandin. Ji vir şûn de jî çi dibe bila bibe wê dev ji axa xwe bernede. Dibêje ger me zûtir Rêber Abdullah Ocalan naskiriba dibe ku em rastî vê fermanê nehatibana.
Çend kes bûne gelo? Çi jiyan kirine? Çend ji wan sax mane? Çi ji wan zarokan hatiye? Bi van pirsên bêbersiv em li wê malê ne. Karê me ye; em belge bikin, bikin malê dîrokê. Lê wê berpirs çi bikin gelo? Gelo wê destê xwe bikin bin kevir û di riya hesabpirsînê de bimeşin?
Wê berdewam bike...