Ji EŞÎK’ê bang: Li dijî Talîbanê bikevin nav tevgerê
EŞÎK’ê diyar kir ku Efganistan ji bo jin û zarokên keç vegeriyaye girtîgehê, bang li dewletên cîhanê kir ku ji bo şerê taybet ê li dijî jinan bi dawî bibe bikevin nava tevgerê.
Navenda Nûçeyan – Platforma wekheviya Jinan (EŞÎK), derbarê dûyemîn salvegera rejîma Talibanê ku desthilata Efganistînê xist bin destê xwe de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Talîban di rojên destpêkê de ji raya giştî re daxuyaniyê erênî dida û wiha hat gotin: “Lê belê li ser sozên ku dayîn mehek derbaz nebû ji bîr kirin, di nava dû salan de welat ji bo jin û zarokan cardin vegerandin girtîgehê.”
Di daxuyaniyê de bal li ser qedexeyên Talîbanê hat kişandin û wiha hate gotin: “Li gor zagonên Talîban jinên ku li Efganistanê jiyan dikin; Çûyîna dibistanê, karkirin, werzîşkirin, stran gotin, çûyîna seyran û parqê, çûyîna kuaforê, çûyîna mizgeftan, li gel mirovek wan ê mêr nebe ketina texsiyê, çûyîna bijîjk, bi tena serê xwe ji 72 kilometreyan geştkirin, bikaranîna erebeyê hema gotin di cih de be nefes girtin jî hatiye qedexekirin.”
‘Kampanya jinan vebûnek giring e’
Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku tevegera jinan ya kurevî li komara Başûrê Efrîqa ji nijadparastinê li dijî rejîma apartheid têkoşîna tê meşandin li gora zayendê têgîna apartheid di hiqûqa navnetewî de ji bo weke sûc were dîtin kampanya dane destpêkirin û wiha hate gotin:
“Li Efganistanê rapora li xwe girtina Navnetewî li dijî Apartheid a zayendî ji aliyê Karima Bennoune ve hatî amadekirin, têgîna apartgeid gender, di aliyê sûcên li dijî jin û mirovatiyê divê vebûnek giring were pêşkêşkirin. Ji bo ev kapanya bigihe serkeftinê û li Efganistanê li erdnigariyek cûda de Talîban, mehkumkirina pêkanînên weke DAIŞ’ê, cîhan ji bo bibe cihek wekhev û di nava azadî û aştiyê de were jiyankirin wê sûdek giring be.”
Ji EŞÎK’ê bang
Di daxuyaniyê de di heman demê de EŞÎK’ê ragihand ku di 16’ê Adara 2023’an de bi biryara Konseya Ewlehiya Netewên Yekbûyî NY derbarê rewşa li Efganistanê di nirxandinek serbixwe de misyon berpirsê Koordînatorên giring anîn ser erk û Ferîdû Sinirlioglu ji bo amadekirina raporê hatî erkdarkirin nameyek şandine. EŞÎK’ê diyar kir ku di vê pêvajoyê de li Efganistan û diasporayê bi parêzvanên mafê jinên Efganre hevdîtin bikin û hevdîtinên wan û şertên wan ên jiyanê di raporê de cih bigrin. EŞÎK’ê bang kir ku li dijî jinên li Efganistanê ji bo şerê taybet bi dawî bibe dewletên cîhanê bikevin tevgerê û biryarên astengkirina alikariyên ku raste rast û ne raste rast dide rejîma Talîban bigrin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em wek jinên Tirkiye, têkoşîna jinên Efganistanê silav dikin, em carek din binê wê xêz dikin li welatek demoqratîk û jiyanek bê tundî mafê me ye û em ê tu caran dest ji xeyalên xwe bernedin.”
Der barê jinên Efgnistanê de rapor
EŞK’ê di daxuyaniya xwe de li ser qedexeyên ku Talîban ji roja ku desthilata xwe îlan kirî heta niha ji bo jinan daye, raporek weşand. Di raporê de qedexeyên li Efganistanê bi van sernavan hate rêzkirin:
“*Karkirina jinan hate astengkirin.
*Mafê jin û zarokên keç yê perwerdê hate qedexekirin.
*Jin bi cilên ku hemû bedena wan di feşirê li xwe nekin derketina wan ya ji derve hate qedexekirin.
*Hemû makanizmayên parastina jinan ji tundiya di nava malê de hatin tunekirin.
*Qedexeyên ku welat vegerandiye girtîgeha jinan hevdû dişopînin. Evane; Qedexeya geştê, qedexeya ketina park û salonên werzîşê, qedexeya girtina ehliyeta ajotinê û girtian salonên ciwankariyê.
*Şerê Talîban ya bi çand û hunerê re bi taybet bi muzîkê re nehate guhertin.”