Ji DEM Partiyê deklarasyona 8'ê Adarê: Em ê li dora aştî û hêviyê bibin yek
Di metna deklarasyona ku ji aliyê Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu ve hat ragihandin de, tekeziya têkoşîna jinan, banga aştiyê û hevgirtinê derket pêş.
Navenda Nûçeyan- Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglu, deklarasyona 8'ê Adarê ya bi sernavê "Em bi serhildana xwe berxwedanê, bi berxwedanê jî jiyaneke azad û wekhev dihonin" li Navenda Giştî ya DEM Partiyê ragihand. Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz deklarasyona bi Kurmancî xwend.
Di deklarasyona ku bi sernavê "Em bi serhildana xwe berxwedanê, bi berxwedanê jî jiyaneke azad û wekhev dihûnin" de wiha hat gotin:
"Jinên karker ên tekstîlê, li Newyorkê di sala 1857'an de ji bo jiyana wekhev û azad , ber xwe dan. Dewlet û sermaye xwestin kû bi qirkirinê vî berxwedanê tune bikin. Lê belê serhildana ku ji wê kargeha tekstîlê bilind bû, bi sedan sale bûye nîşana têkoşîna jinên enternasyonal ên ji bo wekhevî û azadiyê têdikoşin û îro jî ev têkoşîn hê berdewam dike. Bi nêzbûna 8'ê Adarê, em hemû jinên kû ; ji bo jiyana azad û wekhev têkoşiyane, ji bo vê berdêl dane, hatine qetilkirin û wendakirin, bi rêzdarî bi bîr tînin. Têkoşîna me jinan, têkoşîna Clara, Rosa, Sakîne, Louise, Gonca Kuriş, Nagihan, Arîn Mîrxan, Silham Hasan û Mahsa Aminiyê ye. Hemû jinên ku îro, ji ber, têkoşîna azadî, wekhevî û sosyalîzmê di girtîgehanda tên girtin, birêzdarî silav dikin. Têkoşîna me jinan, têkoşîna Fîgen Yuksekdag, Ayşe Gokhan, Leyla Guven, Tanya Kara, Nergis Muhammedî, Pakhshan Azîzîyê û di şexsê wan de têkoşîna bi hezaran jinên di girtîgehan de ye.
Îsal di 8’ê Adarê de; Bi mîrateya berxwedana jinên ku li hemberî sîstema mêrserwerî ya bi hezar salan serê xwe netewandine, li hemberî tarîtiya ku me dorpêç kiriye, rêya têkoşîna hev dû ronî dikin. Em li hemberî şer, îstismar, talan, xizaniyê û siyaseta dijminatiya li ser jinê serî radikin! Bi gotina 'Em hebûn, em hene û em ê hebin', re dîroka, nihaya û pêşeroja jiyana azad û wekhev in! Li vê erdnîgariyê, bi gotina 'an jiyan an jî barbariya kapîtalîzmê' em li her derê ne! Di serî de li Rojhilata Navîn û li çar aliyên cîhanê, êrîşên sîstema kapîtalîst a mêrserwer, netewdewlet û rejîmên hukûmetên çeteyî, kû yên li ser nasname, çand, bawerî, ked û bedena jinê didomînin em qebûl nakin. Di şerê Îsraîlê yê li ser Filîstînê de, jinên Filîstînî yên ku di hedefa qirkirinê de ne, ne tenê ne. Hemû cihan bigihîje hev jî li hemberî jinên Filîstînî, bi êrîşên xwe yên zayendî, ew ê nikaribin rûyê berxwedanê yê jinan ji holê rakin. Em bi jinên Afganîre ne ku li hemberî zilm û zordestiya herî giran a zayendî ber xwe didin. wexta kû tarîtiya tundî û newekheviyê li her derê kûr dibe, hêza berxwedan û piştevaniya me jî bilindtir û bihêztir dibe.
‘Rojava dilê me hemû jinan e, cîhana wan e’
Ew jinên ku li Îranê, li hemberî rejîma molayan bi hêrs dibêjin 'Em ê jiyanê ji nû ve bistînin', ew jinên kû li kolan û li girtîgehan de ber xwe didin re; em bi felsefeya me ya 'Jin, Jiyan, Azadî' û bi telên porê Jîna Emînini em serhildana xwe dihonin. Rejîma molayan a dijminê jinê nikare demê paş ve bibe, li Îranê serdema jin û gelan wê bi serkeve. Li Sûriyê jinên Elewî, Dûrzî, Suryanî, Xiristiyan, Tirkmen, Kurd û Ereb kû di bin lepên zayendperestî û nijadperestiyê de dixwazin bên qetil kirin; li hemberî hemû çeteyên mêrserwer û rejîmê, em dibin dengê jinên ku ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk têdikoşin. Em îlhama xwe ji jinên Rojava digirin ku çeteyên DAIŞ’ê ji holê rakirin, li Rojhilata Navîn sîstemên mêrserweriyê serûbin kirin û şoreşa jinê ava kirin. ew şoreşa jinê ye ku nîşanî hemû cihanê da; Şoreşa gelên Rojava de wekhevî, azadî, aştî û jiyaneke din di van axanda pêkan e. Banga me HTŞ'ê û hêzên kapîtalîst ên ku ji bo teslîmgirtina şoreşa jinê çarmedor êrîş dikin re ye: Em dibêjin li her derê em Rojava ne, Rojava em in. ew pergala mêrserwer ya ku dixwaze jinê bê nefes bihêle re em dibêjin; Rojava dilê me hemû jinan e, cîhana wan e.
‘Em dijmînên jinan baş nas dikin û îfşa dikin’
Em ê rê nedin fetwayên bêehlak ku bedana jinê weke xenîmet dibîne û lê îşkence dike, keziyên jinan jê dike. Em, ew jinin ku bi honandina berxwedana xwe ji hevdu re bûne sîper. Hişmendiya kû ji keziyên me ditirse, bi girtin û binçavkirinan helbet nikare piştevaniya me bi jinên Rojava re rawestîne. Bi hêrsa xwe, bi serhildana xwe û bi piştevaniya jinen re, em hê jî dîwarên desthilatdaran hildiweşînin. Di vê 8'ê Adarê de; Ew labirenta şer a li Rojhilata Navîn de em rêya aştî û demokrasi bi gotina xwe bi tekoşîna xwe bi qewîn kirina aqubeta hevdu re em ê bibînin. Ew neyarên jinan ku; serîde li Rojhilata Navîn û du re li hemû cîhanê bi şer û talanê rêve dibin, nas dikin û rûyê wan ê kirêj eşkere dikin. Rûyê rastî yê pergala kapîtalîst a mêrserwer, wekî kujera mêr a hezar salî, bi dosyayên Epsteînê careke din derket holê. Em,ew kesên bi şer xwe têr dikin, kujer, îstîsmarkar û me ji jiyan û axa me didizin, baş nas dikin.
Doza Epsteinê
Doza Epsteinê, ne kemasiyeke di nav pergalê de ye, ne jî sûcekî takekesî ye. Ew yekbûna vê pergala riziyayî û xerab e. Rastiya pergala mêrserwer, kujer, mafya, çete ye ku tenê di bin erdê de nîn e. Ev rastiya kujerî û îstîsmarkariya pergala mêr-dewlet-sermaye, ya li hemberî jin û zarokan e. Hişmendiya ku Narîn Guran qetil kir li her derê ye. Tehemula me ji hişmendiya we ya 'tiştek nabe bi min' re û polîtîkayên we yên bêcezahiştinê re nemaye. Em rûyê rastîn ê vê pergalê eşkere dikin û em bangawazî dikin werin di 8'ê vê Adarê de ji bo ronîkirina tariya li ser jin û zarokan, em hesap ji wan bipirsin. Em pergala desthilatdariyê ya ku sala 2025'an weke sala malbatê îlan kiriye û roj bi roj jinan tune dihesibîne, nas nakin. Em dest ji Peymana Stenbolê û destkeftiyên xwe bernadin. Bêyî ku bibêjin şev an jî roj, bi hêrsa xwe li tax û sikakan, em bihevrebûn û hevgirtinê dihûnin.
‘Me bi hêza piştgirî û têkoşînê hewl da ku birînên xwe derman bikin’
Li vî welatê ku jin her roj tên qetilkirin, ji bo jiyana xwe, em jin têkoşîna xwe digihîjînin hev. Li dijî şer aştiyê, li dijî talankeriyê xwezayê, li dijî hişmendiya tunehesibandinê hebûna xwe, keda xwe, vîna xwe, bedena xwe, em tev bi hev re diparêzin. Em jin li vî welatî bi têkoşîna xwe, aştiya bi rûmet, jiyana gelan ya azad û wekhev ava dikin. Em li ser vê axê bi dehan salan e têkoşîna aştiyê dimeşînin. Hemû desthilatdaran di şûna rêbaza çareseriya demokratîk de bi hilbijartina înkar û polîtîkayên şer, li me li jiyanên me wekî kûrbûyîna êş û birîna vegeriya. Em jin bi hêza piştgirî û têkoşîna hev re hewl didin birînên xwe derman bikin.
Banga Aştî û Civaka demokratîk
Banga Aştî û Civaka demokratîk a Birêz Ocalan ya 27'ê Sibatê, riya dermankirina birînan e ku ji ber şer li vî axê vebûne. Banga pêşeroja gelan a hevpar e ku bi hev re hatiye honandin. Siyaseta aştiyê û îradeya wê ye. Beşdarbûna banga wêrek a ji bo çareseriyê, ji bo me jinan têkoşîna bi hêvî li pêşerojê nêrînê ye ku her diçe em kûrtir hîs dikin. Ji bo avakirina aştiyê, azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan û xwedî derfetê xebatê bûyîn, temînata çareseriya pirsgirêka Kurd a bi riya demokrasiyê ye. Di 8'ê vê Adarê de em ê li dora hêvî û aştiyê kom bibin. Siyaseta qeyûm a ku pergala me ya hevserokatiyê hedef digre û polîtîkayên şerê taybet ku jiyana jinên ciwan didize. Em ê bi têkoşîna xwe ji holê rakin. Ji bo bîranîn û mafên bi hezaran jinên ku wekî Denîz Poyraz, Rojîn Kabaîş, Durdona Xokîmova, Gulistan Doku, Elev Koç hatine qetilkirin û winda kirin, me dev ji hesab pirsîna bernedaye, em ê dev jê bernedin. Li her qada ku em lê ne, em ê bi serhildana xwe bibin tirsa vê pergala dijminê jinan.
8'ê vê Adarê ew ê hemû der bibin qadên berxwedan û grevên jinan
Li dijî ew merserweriya ku bi polîtîkayên nefreta sazumanî ve li hemberê mafê jiyana LGBTÎ+ an benda dihonin, rawestandina wî parastina Jiyanê ye. Li dijî qanûnên tûrikî, gotinên bi nefret û tundiyê, em jiyana xwe bi hebûna xwe nas dikin. Di vê hevgirtinê de yek ji me kêm bimîne, nabe. Têkoşîna jinên astengdar, têkoşîna li hemberî nijadperestî, zayendperestiyê ye. Em dixwazin serhildan û çoşa 8'ê Adarê, bi çoş û serhildana jinên astengdar re bigihînin hev. Ji bo bihîstina dengê hev, em bang dikin, werin em bibin dengê hev. Li hemberî xizaniya jinan em hemû bi hev re serî radikin. Li hemberî di her qeyranê de fatorê li keda jinan tê birîn û ji qepa nanê wan tê dizîn, bi vî yekê bêhna me teng e. Bi serketina ew grevên jinan kû di dorpeça tundiya sermaye û desthilatdaran; ew ê bibe derdê vê pergalê. 8'ê vê Adarê ew ê hemû der bibin qadên berxwedan û grevên jinan.
* Em dizanin çareserî di berxwedana jinan a bi îsrar de ye.
* Ji bo welatekî bedêla gihîştina nanî ne mirin be, jiyana bi rûmet be,
* Ji bo mafê jiyana me bi nefretê ji me neyê stendin, tevî cudahiyên xwe em bibin garantiya mafê jiyana hev,
* Ji bo li hemberî pergala dadgehê ya qetilkirina jinan bê ceza dihêle û kujêran paqij dike, fikra qetilkirina jinan jî weke şerma mirovahiyê bê dîtin,
* Ji bo welatekî ku cihê parastina azadiyê ye girtîgeh, bi azadî nêrîna ber bi ezman be,
* Ji bo ware kî jinan ya komareke demokratîk em 8'ê Adarê li Qadan in.
Di 8'ê vê Adarê de, bi Serhildanê em berxwedanê û bi berxwedanê jî jiyan wekhev û azad dihonin.
Jin jiyan azadî
Bijî hevgirina jinan"