Ji dayîkên li Suweydayê bang: Bila girtî bên berdan

Di xwepêşandana li Suweyda hat lidarxistin de, jinan xwestin aqûbeta zarokên wan ên bi zorê hatin revandin û bi mehane xeber jê nagrin, eşkere bikin û zarokên wan jî di nav de hemû girtî tavilê berdin.

ROŞÊL CANYOR

Suweyda – Malbatên kesên ku li bajarê Suweyda yê Sûriyeyê hatin revandin û windakirin, îro li qada wîlayetê hatin ba hev, xwestin aqûbeta zarokên wan ên ku doza wan ketiya meha xwe ya şeşem eşkere bikin. Pirsa dayîkan a; “Wê aqûbeta zarokên me heta kengê ne diyar be?” li qadê olan da. Malbatan diyar kirin ku pirsgirêk qasî hiqûqî ye, asta wê ya mirovî jî heye, dan zanîn ku windakirin êş zêde kiriye û birînên derûnî û civakî kûr kiriye.

‘Ez dixwazim bizanim kurê li min li ku ye’

Hûda el- Hadî, revandina kurê xwe yê bi navê Revan el-Aver anî ziman, diyar kir ku kurê wê dema ku li gel bavê xwe dixwestin wê bibin nexweşxaneyê di rê de hatiye revandin û got: “Ne kurê min ne jî hevjînê min çek nîne. Kurê min li ber çavê min birin. Piştî vê bûyerê rewşa tenduristiya hevjînê min gelek xirab bû û beriya mehekê ji ber êşa kurê xwe jiyana xwe ji dest da. Em ji bo hemû kesên bi zorê hatine windakirin banga azadiyê dikin. Ez dixwazim bizanim kurê min li kure. Divê berpirs guh bidin vê êşê û berdin.”

‘Her roja min bi trajîk derbas dibe’

Nîval el-Cebr Nasr da zanîn ku malbat ji demê zarokên wan hatin revandin heta niha, her roj trajediyekê dijin û got: “Bi zorê windakirin di mal û dilan de valetiyek mezin ava dike. Em bang li rayedaran dikin ku demildest bikevin nava tevgerê. Ciwanên hatine revandin ti suc nekirine, tenê xak û rûmeta xwe parastine.”

‘Sivîlek bê çek bû’

Vedad Mezher, destnîşan kir ku hevjînê wê Ehmed Salim Mezher di 15’ê Tîrmeha 2025’an de di dema êrîşên li dijî Suweyda de li ber dikana li gel otela geştiyaran, ji aliyên hêzên ewlekariya giştî ve hate binçavkirin û got: “Hevjînê min sivîlek bê çek bû, tekane kesê ku debara malbata xwe dikir bû. Li gorî agahiyên ne rast, li girtîgeha Adra tê ragirtin, lê belê ti fermiyeta wê nîne. Em ji bo hemû kesên hatin revandin azadiyê dixwazin. Em vê êşê heq nakin.” Bang li rayedar û saziyên navnetewî kir.

‘Bang bê encam dimînin’

Ji beşdaran Necva et- Tavil, anî ziman ku piştî komkujiyên li Suweyda hatin jiyîn, malbat ji bo dengê xwe bidin bihîstin li qadanin, mafê ciwanên hatine revandin heye bigihin dayîkên xwe. Necva et- Tavil bi zorê windakirin û girtin, kirina mijara teqasên sivîl-leşkerî rexne kir û da zanîn ku eve nayê qebulkirin. Bi bîr xist ku hinek sivîlên ku ev demeke li girtîgeha Adra tên girtin ketine greva birçîbûn. Îfade kir ku tevî serlêdanên saziyên mafê mirovan û navnetewî ti encam nehatiye bi destxistin û got: “Di nav de zarokên bin 18 salî hene, ev derveyî hiqûqa navnetewî ye û sûcê şer e.”

‘Bi yek dengî em azadiyê dixwazin’

Endama Komîteya Hiqûqa Bilind a Suweyda, parêzer Kiyan es-Sabbag, diyar kir ku azadî mafê bingehîn ê mirovî ye û li girtîgehên hikûmeta demkî zêdeyî 70 kesên bi zorê hatine windakirin hene û got: “Îro li Suweyda jin û mêr bi yek dengê daxwaza azadiyê dikin. Em bang li saziyên mirovî yên navenetwî û welatên garantor dikin ku berpirsyartiya xwe bi cih bînin.” Di heman demê de banga lezgîn li civaka navnetewî kir ku êrîşên hêzên hikûmeta demkî yên li dijî Helebê û berê li dijî herêmên peravê û Suweyda bi sekinînin û got: “Ji bo ên hatinen revandin azadî, ji bo girtiyan azadî.”