Ji bo rojnamevanên Sudanî yên li Lîbyayê asê mane banga lezgîn
Sendîkaya Rojnamevanên Sudanî ragihand ku rojnamevanên Sudanî yên li Lîbyayê asê mane rastî gef, tacîz û kiryarên cudakar tên. Sendîkayê banga avakirina mekanîzmayên parastinê yên lezgîn ji bo rojnamevan û malbatên wan kir.
Navenda Nûçeyan – Sendîkaya Rojnamevanên Sudanî ragihand ku bangên dawî yên ji bo alîkariyê û îfadeya şahîdên rojnamevanên Sudanî yên li Lîbyayê asê mane eşkere dikin ku gelek rojnamevan rastî gef, tacîz û kiryarên cudakar hatine.
Rojnamevan şerê berdewam dike re têdikoşin
Îro ji aliyê sendîkayê ve daxuyaniyek hat weşandin, hat destnîşankirin ku di nav rojnamevanên Sudanî yên li Lîbyayê dijîn de atmosferek tirs û bêewlehiyê ya zêde dibe. Di daxuyaniyê de hat gotin ku rojnamevan bi encamên şerê berdewam ê li Sudanê re têdikoşin, di heman demê de bi pirsgirêkên ku biyaniyên li Lîbyayê pê re rû bi rû dimînin re rû bi rû ne.
Şahidiyek ku ji aliyê sendîkayê ve hat wergirtin, diyar kir ku rojnamevanekî ku ji bo dezgeheke medyayê ya Sudanî dixebite ragihandiye ku ew û malbata wî rastî muameleya xirab û gefên rasterast hatine. Hat ragihandin ku rojnamevan ji bo ewlehiya jin û zarokên xwe neçar maye ku bi lez û bez ji herêma xwe derkeve.
Sendîkaya Rojnamevanên Sudanî tekez li ser hevgirtina xwe ya bi tevahî rojnamevanên Sudanî û malbatên wan ên li Lîbyayê re kir.
Daxuyaniyê tekez kir ku rojnamevanên ku ji ber şerê li Sudanê an jî ji ber pîşeyê xwe neçar mane ku welatê xwe biterikînin, divê li cihên ku lê penaber bûne an jî lê dijîn rastî gefên nû û binpêkirinên mafên mirovan neyên.
Banga ji bo rêxistinên navnetewî
Sendîkayê bang li rêxistinên navneteweyî û herêmî yên ku di warê azadiya çapemeniyê û mafên mirovan de dixebitin kir ku lêpirsînek serbixwe û berfireh li ser rewşa rojnamevanên Sudanî li Lîbyayê bikin.
Her wiha daxwaza avakirina mekanîzmayên parastinê yên lezgîn ji bo rojnamevan û malbatên wan û dabînkirina piştgiriya qanûnî, mirovî û psîkolojîk ji bo qurbaniyan kir.
Di daxuyaniyê de her wiha tekez li ser pêwîstiya nirxandina vebijarkên wekî valakirina mirovî, bicihkirin, an jî derbasbûna ewle ji bo rojnamevanên di xetereya bilind de hat kirin.
Sendîkaya Rojnamevanên Sudanî hişyarî da ku rojnamevan û malbatên wan dikarin bi xetereyên cidî re rû bi rû bimînin ger şert û mercên heyî bêyî mudaxeleyeke lezgîn berdewam bikin.
‘Ewlehiya rojnamevanên Sudanî misober bikin’
Sendîkayê bang li rayedarên Lîbyayê kir ku ewlehiya rojnamevanên Sudanî misoger bikin, mafên wan biparêzin û pêşî li pêkanînên cudakar bigirin.
Her wiha diyar kir ku divê rewşa welatiyên Sudanî yên li Lîbyayê dijîn di çarçoveya prensîbên mirovî û erkên qanûnî yên navneteweyî de were çareserkirin û divê tedbîrên pêwîst werin girtin da ku ew ji tundûtûjî, tacîz û zordariyê werin parastin.