Ji bo Pexşan Ezîzî kampanya îmzeyan: Bi hezaran kesan îmze avêtin
Zêdetirî 5 hezar kesan bi daxuyaniyek hevbeş daxwaza hilweşandina cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî kirin û îmze avêtin û daxwaza beşdariya kampanyayê li çalakvan û azadîxwazan kirin.

Navenda Nûçeyan – 5 Hezar 625 kesên ku ji hemû beşên civakê yên Rojhilatê Kurdistan û dervey welat pêktên, bi daxuyaniyek hevpar daxwaza hilweşandina cezayê darvekirinê yê girtiya siyasî ya Kurd Pexşan Ezîzî ya di girtîgeha Evîn de ye, kirin.
Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Em daxwaza hilweşandina cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî dikin ku metirsiya bicihanîna cezayê darvekirinê li ser heye. Em daxwaz ji çalakvan û azadîxwazan jî dikin li dijî cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî tevlî kampanyê bibin û jiyana wê rizgar bikin.”
Kesên bixwazin tevlî kampanyê bibin dikarin bi rêya vê lînkê îmze bidin;
Rojnamevan û aktîvîsta Kurd Pexşan Ezîzî di 4’ê Tebaxa 2023’yan de li Tehranê hate binçavkirin. Di 11’ê Kanûna 2023’yan de jî bi îdiaya “Li dijî hikûmeta Îranê xebatên çekdarî kiriye” hate girtin. Dadgeha Şoreşê ya Tehranê jî di 23’yê Tîrmeha 2024’an de bi heman îdiayê cezayê darvekirinê li Pexşan Ezîzî birî. Konseya Darazê ya Bilind a Îranê jî di 8’ê Çileya 2025’an de cezayê darvekirinê erê kir.