‘Ji bo parastina destkeftiyan divê nifşên nû yên pêşeng bê perwerdekirin’
Endama Tora Rêbertiya Jinê Amîra El-Nafzaui diyar kir ku li Tûnisê qanûnên têkildarî mafên jinan nayên bicihanîn û destnîşan kir ku ji bo parastina destkeftiyên jinan divê nifşek nû ya pêşeng bê perwerdekirin.
İHLAS HAMRUNÎ
Tûnis – Li Tûnisê tundiya li ser jinê her ku diçe zêde dibe. Li welat rûxmê ku gelek qanûn heye jin biparêze lê di pêkanîna wan qanûnan de kêmanî hene. Taybet ji ber belavbûna tundi û kêm tevlîbûna qada giştî jinan bi gelek zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Amira Al-Nafzaoui a ku di Tora Rêbertiya Jinê de xebat dimeşîne derbarê pirsgirêkên jinan ên li bajarên Kayrûan û Sîdî Bûzîd ku bi zêdebûna tundiyê re balê dikişîne, bersiv da pirsên ajansa me.
*Faaliyetên Tora Rêbertiya Jinê çi ne?
Tora Rêbertiya Jinê ya ku di meha Tebaxa 2022’an de ji 58 komeleyan pêk tê ava bû, toreke ku armanca wê valahiya newekheviyê bigre û şopandina hemû binpêkirinên li ser bingeha zayendî ye. Em hewil didin li bajarê Kairouan û Sidi Bouzid û heremên cîran de ji bo hişyariyê û mafê pêşengên jin biparêzên. Yek ji xebatên herî girîng ên ku me li dar xist, perwerdekirina 16 jinên ku beşdarî xebatên hilbijartina parlamentoyê bûn. Her wekî din ji bo denge xwe bidin jinan me kampanyayên hişyariyê lidarxist. Ji bo rastiya jinê bê şopandin me xebatên qadê amade kir. Me li ser mafên civakî, zayendî û zarokanînê, tundiya li ser jinê, tevlîbûna siyasî û sivîl xebat meşand.
Di demên pêş de em ê derbasî qonaxa duyemîn bibin ku em weke qonaxa avakirina hevkarî û berfirehbûnê pênase dikin. Derbarê wekheviya di navbera jin û mêr de ji bo me raporek şopandinê derxînin xebat meşand. Derbarê mijarê de gelek civîna çapemeniyê lidarxist. Me îfadeya 11 namzetên jin ên li Sîdî Bûzîd û 5 namzetên jin ên ji bo hilbijartinên parlementoya 2022’an lêkolîn kir, ji wan tenê yek derket tûra duyemîn û tenê nûnertî bi dest xist. Di wê demê de tevî hewlên toreyê, encam ne di asta tê xwestin de bû û ji sedî 0.01 nûneratiya rastîn jî îfade nedikir.
*Nirxandina rast a beşdarbûna jinê ya jiyana siyasî çi ye?
Bi giştî tevlîbûna jinan lewaz tê qebûlkirin. Ji ber ku gelek jin bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Yek ji sedemên herî girîng jî pîvanê wekheviyê nîne û desthilatdariya hişmendiya mêr e. Li jor bajarên ku navê wan derbas dibe 2 jinên namzet , ji aliye mêrên namzet ve rastî tundiyê hatin, yek ji wan di kampanyaya xwe ya hilbijartinê de û di bikaranîna medyaya civakî de rastî destwerdana eşkere ya malbata xwe hat.
Di lêkolîna ku berê bi beşdariya 198 kesan li Sîdî Bûzîd û derdora wê hatibû kirin, rêjeya beşdarbûna jinan ji sedî 60 û ya mêran jî ji sedî 40 bû. Her çend mêran piştgiriya xwe ya ji bo tevlîbûna jinan a di jiyana siyasî û civakî de anîn ziman jî diyar kirin ku di malbatê de biryar ji aliyê mêran ve tê girtin. Jin di biryarên malbatê de di pozîsyona duyemîn de ne, tenê ji mezinkirina zarokan û karê malê berpirsyar in. Ev ne tenê li Tûnisê lê rastiyek hevpar a jinên ku di civakên cuda yên Ereb de dijîn îfade dike.
*Hûn hişmendiya tundiya li dijî jinê çawa di nirxînin?
Tundiya li dijî jinê, hişmendiyek li bajarên cûda belav bûye. Hinek jin tundiyê rihet îfade dikin, hinek jî xwe ji axaftinê dûr dixin. Hemû raporên fermî, didin nişandan ku di civaka me de tundî di astek bi fikar de belav bûye. Kairouan di aliyên qetliamên jinan de di rêza pêncem deye, Sidi Bouzid di aliyê belavbûna tundiya di nava malbatê de di rêza yekem de cih digre. Ev jî rastiya zehmetiyên ku jin jiyan dikin di teyisîn e. Di heman demê de di herdû bajaran de tundiya ku jinên gund rastî tên jî heye. Jin di qadên çandiniyê de keda wan tê xwarin eve bi awayek diyar, awayek yê tundiya sistematik e. Zanyariya rayedar û civaka sivîl heye, lê belê ji ber pirsgirêka gihandinê dibe malê jiyana jinan.
*Zagona Tûnisê dikare jinan bi parêze?
Zagona statu ya şexsî ya Tûnisê, zagona parastina zarok û divê qadê de di asta navnetewî de yek ji zagona herî pêşketî hatî qebûlkirin, derbarê têkoşîna jinê li dijî tundiyê de zagona hejmar 58 ya dîroka 2017’an jî di nav de ji bo parastina jinan xwediyê gelek zagona ne. Lê belê zagonên ku hene di aliyê pêkanînê de kêmanî berdewam kiriye. Ji ber vê li Tûnisê zagonên bi bandor ên ku jinan di parêzin hene, lê belê di asta pêkanînê de, bi taybet di mijara cezayan de em dikarin bêjin gelek lewaz e.
*Jinên aktîvîst wê mafê jinan çawa bi hêz bi parêze?
Jinên aktîvîst, bi taybet ji avakirina sala 1993’an heta niha ya ji bo jinên ku rastî êrîşê tên ku xwe dispêrin navenda ku ji aliyê jinên aktîvîst ve hatî vekirin jî di nav de derbarê tundiya li dijî jinê de axaftinên yekê kirî de ez difikirim ku rêzdarî heq kirine. Ji bo tundiya li dijî jinan kêm bibe gelek xebitîn. Di wê demê de tevî qedexeya siyasî beriya serhildana Çileya 2011’an komeleya jinên demokratîk ya Tûnisê, komeleya lêkolînên jinan ji bo pêşketinê û li gel yekitiya parastina mafê jinên Tûnisê girêdayî nirxên ji bo parastina destkeftiyên wê demê jinan bi dest xistine bin têkoşîna xwe berdewam kirin. Gelek rêyên jinan ên ku biçinê hene û ji bo parastina destkeftiyên jinan divê pêşengên nifşên nû û aktivîst werin mezinkirin. Ji pêşxistina destkeftiyan zêdetir em behsa emê çawa van bi parêzin dikin. Em nikarin bêjin jinan tiştek bi sernexistine. Berevajî gelek tişt bi serxistin. Pêşxistina zagon û bûyeran pêkanîn.
*Peyama we ji bo jinan çiye?
Divê em hertim li gel jinên Tûnisê di nava piştevaniyê debin, xwedî li destkeftiyên xwe derbikevin, ya giring ewe ku em balê bidin ya hê baştir, zihniyeta mêr jî di nav de, li dijî hemû paşwerûtiyan ez dibêjim divê em şoreşger bin. Divê partî rêgezên wekheviya jin û mêr bixin meryetê û divê ji bo hemû civakê xizmetê bike.