Ji bo parastina av û axa xwe nobeta li Tişrînê didome

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ji bo parastina ax û ava xwe berê xwe dan Bendava Tişrîne ku ji ber êrişên dewleta Tirk metirsî li ser heye, di roja 5’an de nobeta xwe bi coş didomînin.

Tişrîn – Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ji bo parastina ax û ava xwe berê xwe dan Bendava Tişrîne ku ji ber êrişên dewleta Tirk metirsî li ser heye. Roja înê (10ˈê Çile) bi sedan şêniyên ji Til Temir, Hesekê, Dirbêsiyê, Zirgan, Şedadê û Amûdê bi armanca rawestandina êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Bendava Tişrînê bi rê ketibûn.

Girseya gel duh jî ji Tebqayê berî dabû bendavê û beriya çend kêliyan gihaşt bendavê û tevî nobetê bû. Ruxmê Êriş û topbarana dewleta Tirk û çeteyên wî yên li ser Bendava Tişrînê gel bi biryardarî di roja 5’an de nobeta xwe bi coş didomîne.