Ji bo jinên Yemenê derfetek girîng
Li Yemena ku nêzî 1.5 milyon zarokên keç ji dibistanê bêpar dimînin û piraniya zarokên keç berî 18 saliya xwe dizewicin, aktîvîstên Yemenî, destnîşan kirin ku pêdivî bi qanûn û hewldanên civaka sivîl heye ku jinan biparêzin û dengê wan bilind bikin.
RANYA ABDULAH
Yemen – Kampanyaya Çalakiyên 16 Rojî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê, derfetek girîng a salane ye. Ev, ji bo ronîkirin û destnîşankirina êşa jinan a di nava şerê berdewam ê li Yemenê ku zêdetirê deh sal in didome, derfetek e. Li gorî Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA), pêdiviya 6.2 milyon jin û zarokên keç ên Yemenî bi pêşîgirtina li tundiyê heye. Bi taybetî rewşa jinên koçber û astengdar xeternak e. Nêzî 1.5 milyon zarokên keç li Yemenê ji dibistanê bêpar dimînin. Li Yemenê piraniya zarokên keç berî 18 saliya xwe dizewicin. Ev yek girîngiya organîzekirina kampanya û çalakiyên guncav a di çarçoveya Kampanyaya Çalakiyên 16 Rojî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê nîşan dide. Divê hişmendiya civakê bilind bikin û kesên ku ji vê tundiyê rizgar bûne, bikaribin êşên xwe bînin ziman.
Tevî zehmetî û derfetên sînorkirî jî, gelek çalakî ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan hatin lidarxistin. Di dema kampanyayê de li çend bajarên Yemenê hejmarek zêde semîner hatin lidarxistin û pirsgirêkên jinan hatin nîqaşkirin.
‘Jin berpirsiyariyek mezin hildigrin’
Aktîvîst Zeyneb El Mixlafî, ragihand ku kampanyaya çalakiyên 16 rojî ya li dijî tundiyê, heta astek di warê hişyarkirina jinan de biser ketiye. Zeyneb da zanîn ku di çarçoveya kampanyayê de ji bo hişyariya li ser cudakariya li dijî jinan bê nasîn, semîner û komxebat hatin lidarxistin û wiha domand: “Kampanya mîna platformek ji bo îfadekirina êşa jinan a ji tundiyê dixebite. Kampanya, derfetek salane ye ku mirov bikaribe hemû zehmetiyên jinan çareser bike, pêşniyar bike û civakê hişyar bike. Aktîvîstên mafên mirovan di bilindkirin û nîqaşkirina pirsgirêkên jinan, pêşniyarkirina çareseriyan û çareserkirina wan de rolek girîng û berbiçav dilîzin. Jin berpirsyariyek mezin hildigrin.”
‘Aktîvîstên mafên mirovan ên jin destekek girîng didin’
Şêwirmenda malbatê Iltaf El Ehdel, diyar kir ku çalakiyên kampanyayê têkildarî cudakarî û tundiya li ser bingeha zayendî ya civakî ye û wiha axivî: “Kampanya di destpêkê de li ser tundiya kevneşopî rawestiya, lê di demên dawî de li ser tundiya dîjîtal disekine. Hinek rêxistinên civaka sivîl jî li ser jinên ku di medyayê û mafên mirovan de dixebitin, radiweste. Aktîvîstên mafên mirovan ên jin, roleke girîng di parastina jinên rastî êrîşên zayendî hatine de dilîzin û piştgiriyek girîng didin. Jin, li ser pirsgirêkên ku di nava civakê de pê re rû bi rû dimînin, bi wêrekî daxivîn.”
‘Tundiya dîjîtal bûye pirsgirêkek xeternak’
Mamosteya hiqûqê ya li Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Teîzê Sewsen El Hethremî jî balkişand ser encamên kampanyayê û ev agahî dan: “Kampanyaya çalakiyên 16 rojî ya li dijî tundiyê, bi awayekî serkeftî gelek çalakî, panel, performansên hunerî û hwd organîze kir. Ev bandora xwe ya zelal li ser qadê nîşan dide. Jin bi riya vê kampanyayê li hev civiyan û pirsgirêkên tundiyê nîqaş kirin. Tundiya dîjîtal bûye pirsgirêkek xeternak. Ev girêdayî nebûna hişmendiyê ya di nava gelek jinan de ye. Qanûnên heyî ji bo çareserkirina tundiya dîjîtal, ne têrkêr in. Pêdivî bi nivîsên yasayî ya ji bo çareserkirina van pirsgirêkan heye. Xala 257’an ji bo çareserkirina hinek binpêkirinan baş e, lê ew bi tevahî sûcên dîjîtal nagre nav xwe. Lewma, em bi awayekî bilez hewceyî qanûnên têkildarî sûcên tundiya dijîtal in.
Çalakî û hewldanên civaka sivîl berfireh bûne û gelek rêxistin navendên yasayî û şêwirmendiyê ava kirine ku piştgiriyê bidin jinan. Ev hewldan, ji bo bilindkirina hişmendiya li ser pêwîstiya parastina jinan û xetereyên tundiya dîjîtal, girîng e.