Jinên Ereb: Nepejirandina YPJ’ê, nepejirandina hebûna jinane
Jinên Ereb ên bajarê Zirganê li Cizîra Rojavayê Kurdistanê dijîn, bicihanîna xalên entegrasyona di navbera QSD û Şamê de ji nêz ve dişopînin lê nebûna dosyayên girîng li ser maseyên lihevkirinan hişê wan mijûl dike.
SORGUL ŞÊXO
Til Temir – Di demeke ku hevpeymana di navbera QSD û Şamê de gav bi gav li Rojavayê Kurdistanê tê bicihanîn, gelek pirsnîşan di mêjiyê jinên ku pêşengiya şoreşê kirine de, çêdibin û li bersivên wê digerin.
Jinên ku bala wan bi van pirsan mijûl e, ji ajansa me re qala wê kirin û daxwazên xwe bi zelalî anîn ziman.
Semah Mihemed got ku tişta serê wan di entegrasyona di navbera QSD û Şamê de mijûl dike jibîrbûna rola jinan e û wiha pêl da gotinên xwe: “Jin di pergala Rêveberiya Xweser de heta komîna herî biçûk, bi roleke otorîter rabûn. Hebûna jinan di her qada jiyanê de girîng e, ji qada civakî heta leşkerî û qadên din lê tişta ku hişê me mijûl dike nenaskirin û neqebûlkirina rola jinan û mafên wan, ji aliyê hikûmeta veguhêz ve heta roja îro ye.”
Wê çawa Sûriyeya nû ava bibe û bihareke nû lê şîn were!
Semah Mihemed guhertinên ku wê bi naskirina hikûmeta veguhêz ji maf û îradeya jinan re çêbibin li Sûriyeyê wiha bilêv kir: “Wê jin li Sûriyeyê di her qadê de bibin xwedî roleke çalak û otorîter lê bi şertê ku maf û hebûna wan were naskirin. Wê demê em ê Sûriyeya nû nûjen bibînin û bi misogerkirina mafên jinan di destûrê de, wê bihareke nû li Sûriyeyê şîn were. Wê çaxê ew ê civakek şaristanî ya bedew ava bibe.”
Divê guhertinên bi Şoreşê re çêbûn bi naskirina mafan di destûrê de bikevin bin temînatê
Semah Mihemed serdema beriya Rêveberiya Xweser bi bîr xist û wiha got: “Di serdema rejîma Baasê de jin hatibûn jibîrkirin û hebûna wan dihat înkarkirin. Jin bê gotin, bê rol, bêdeng û bê hîs bûn lê di nava 14 salên Şoreşa Rojava de ev nêrîn û hişmendî ji bingehê ve guherî. Mêrên tundî li jinan dikirin, îro bi qedirbilindî behsa wan dikin û bi wan re dijîn. Her wiha ji hebûn û biryara wan re jî rêzê digrin. Ji lewre naskirina mafên jinan wê nêrîna mêrên Ereb, Elewî û Durzî ji jinan re biguherîne û Sûriyeya pêşketî û pêşveçûyî ava bibe.”
Daxwaz çi ne?
Semah Mihemed got ku mixabin di Sûriyeyê de nirx û qîmeta jinan nayê zanîn û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Ew dibêjin jin nîvê civakê ne lê bi nêrîna min jin civak bi xwe ye. Ya ku em ji hikûmeta veguhêz dixwazin ew e ku mafên jinan di destûrê de nas bike. Çimkî jin ji bo welat hêviya sibeheke ronî ye.”
Nenaskirina YPJ’ê derzagonî û bêwijdanî ye
Mîliya Mano ya ku lihevkirinên di navbera QSD û Şamê de çêdibin ji nêz ve dişopîne û nebûna dosyaya jinan hişê wê mijûl dike, li ser vê yekê dibêje: “Weke jinên Ereb nebûna dosyaya jinan li ser maseya lihevkirinan pir hişê me mijûl dike. YPJ mezintirîn rêxistina terorîst DAIŞ’ê têk bir, di demeke ku dewlet nikaribûn bejahî li dijî wê şer bikin, YPJ’ê şer kir û herêmê rizgar kirin. Lê niha piştî ewqas fedakarî û fedayîbûnê, çima hêza YPJ’ê nayê naskirin? Ev derzagonî û bêwijdanî ye.”
Hikûmeta ku YPJ’ê nas neke li dijî demokrasî û wekheviyê ye
Mîliya Mano got ku hikûmetek hebûna hêzeke jin a wekî YPJ’ê nas nake li dijî demokrasî, edalet û wekheviyê ye û wiha pêl da gotinên xwe: “Bi nêrîna min ev sedema ku hebûna jinan nas nakin lê her bendek ji entegrasyonê derdikeve em ji nêz ve dişopînin lê heta niha çarenûsa me jinan ne diyar e wê çawa be.”
Rojava mifteya azadiya jinan û wekheviyê ye
Mîliya Mano da xuyakirin ku mifteya azadî, wekhevî û edaleta jinên tevahî Sûriyeyê li Rojava ye û wiha pêde çû: “Ger hikûmet vê yekê nas neke wê li giştî Sûriyeyê azadî, wekhevî û edalet bi cih neyê û wê jin azadiya xwe nejîn her dem lê bigerin. Rojava mînak e, pêwist e çav ji tecrubeyên jinan re neyên girtin û ji pergala avakirî sûdê bigrin. Ji lewre pêwist e îradeya jinan û mafên wan nas bikin, da ku jinên rû bi rû yê binpêkirin û sûcan tên bikaribin xwe biparêzin.”
Ji bo jinên Rojava û Sûriyeyê peyamek
Mîliya Mano got ku divê jinên Rojava pergala avakirinê biparêzin û ji jinên Sûriyeyê xwest ku rabin dest bi têkoşînê bikin, hebûna xwe radestî hikûmetê nekin ku bi çarenûsa wan bilîze û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Şoreşa ku me ji bo wê ked û şehîd dan û rêxistina xwe ava kir, em ê dest ji keda 14 salan bernedin û biparêzin. Mafên me neden jî em ê dest ji rêwîtiya têkoşînê bernedin û wekî striyek di qirika kesên ku bêrêzî li jinên Kurd û Ereb kirin, bimînin. Pêwist e jinên Sûriyeyê jî rabin xwe birêxistin bikin û dest bi têkoşînê bikin. Ji ber ku tu çareyeke din tune ye, yan wê nas bikin yan wê nas bikin.”