‘Ji bo jinên Tûnisî bibin xwedî mafên xwe em ê têbikoşin’

Aktîvîsta mafên mirovan Amîra El-Saadî diyar kir ku jinên li Tûnisê ji ber geşedanên siyasî û aborî ji mafên xwe bêpar mane û got: “Ji bo jin bigihîjin mafên xwe em ê têbikoşin.”

NAZIHA BOUSSIDI

Tûnis – Aktîvîsta mafên mirovan Amîra El-Saadî rewşa jinan a li welat piştî bûyerên 25’ê Tîrmehê ku bi krîza siyasî û aborî ya li Tûnisê derketiye holê, têkoşîna jinên Îranî ku ji Îranê li hemû cîhanê belav bûye û bertekên vê têkoşînê nirxand.

Amîra El-Saadî di destpêka axaftina xwe de pêşî li ser serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” ya ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê pêşket, rawestiya û diyar kir ku jin tevî her cure polîtîkayên zextê jî dest ji têkoşîna xwe bernadin. Amîra El-Saadî got: “Ez şoreşa jinên Îranê weke destaneke rast û meşeke dîrokî ya bidestxistina azadiyê dibînim. Jin tevî gelek zext û qedexeyan jî têkoşîna xwe didomînin. Jîna Emînî ya ku li Tehranê ji ber serê xwe baş negirtibû ji aliyê ‘polîsên exlaq’ ve hat qetilkirin, ji bo jinên Îran û Rojhilatê Kurdistanê bûye sembola berxwedanê. Têkoşîna jinan li qadeke berfireh belav bû, jinan mezinkirina berxwedanê weke xala veguherînê dît. Di encamê de gelek tevgerên protestoyî hatin organîzekirin.”

‘Jinên Îranê sembola têkoşînê ne’

Amîra El-Saadî destnîşan kir ku hicaba mecbûrî yek ji gelek qedexeyan e ku bedena jinan û bijardeyên wan di jiyanê de bi giştî kontrol dike û wiha got: “Hîcab amûreke hêzê ye ji bo kontrolkirin û tecrîdkirina jiyana jinan. Jinên Îranî bûne sembola têkoşîn û femînîzmê û hê jî wisa ne. Yek ji van berxwedêran parêzer, nivîskar û parêzvana mafên mirovan Şîrîn Ebadî ye. Şîrîn Ebadî ku di sala 1979’an de ji Îranê hat dersînorkirin, heta îro xebatên xwe bi taybetî di warê mafên jin û zarokan de didomîne.”

‘Jiyan ji bo jinan dijwartir bûye’

Amîre El-Saadî bal kişand ser biryarên Serokkomar Kays Saîd ên li Tûnisê yên ji Tîrmeha 2021’ê û vir ve di rêveberiya welat de û atmosfera siyasî ya ku piştre pêş ket, diyar kir ku rewşa jinan dijwartir bûye. Amîra El-Saadî got: “Rewş ji beriya 25’ê Tîrmehê xerabtir e. Beriya 25’ê Tîrmehê qanûn bi têra xwe nehatibû cîbicîkirin û di qanûnan de mafên jinan li ber çavan nehatibû girtin lê piştî 25’ê Tîrmehê pirsgirêk dijwartir bû. Pirsgirêkên femînîst êdî di çapemeniyê de cih nagirin, ji ber ku çapemenî pirsgirêkên jinan nagire ber çavan. Bi saya rejîm û çapemeniyê pirsgirêkên jinan li paş man. Bi taybetî piştî 25’ê Tîrmeha 2022’an destkeftiyên tevgera femînîst hatin paşguhkirin û deriyê dîktatoriyeke nû hat vekirin. Di vê pêvajoyê de jin ji parlementoyê hatin dûrxistin.”

‘Tundiya li ser jinan zêde bûye’

Amîra El-Saadî diyar kir ku li Tûnisê aktîvîstên femînîst rastî her cure zilmê tên û wiha got: “Mînaka herî baş Buşra Hac Hamîde ye. Ji ber ku parêzvana mafên mirovan bû, raya giştî agahdar kiribû, hat sirgûnkirin û ji ber vê yekê êş û azarê dikşîne. Di demên dawî de rêjeya tundiya li ser jinan zêde bûye. Ji destpêka Çileya 2023’an û vir ve zêdeyî 33 jin ji ber tundiya nava malê hatin qetilkirin. Komelên jinan, hikûmet, Wezareta Jinan, dadger û ewlekarî xwedî erkên mezintir in.” Amîra El-Saadî bal kişand ku îro rastî kêşeyekê tên ji ber rewşa aborî, civakî û siyasî ku rasterast bandorê li rewşa hiqûqî ya jinên Tûnisî dike û wiha got: “Lê ev hemû wê bibin rûpelek dîrokê û wê bi dawî bibin. Em weke femînîst tu carî teslîm nabin. Em ê di her şert û mercî de, di her rejîmê de, di her şert û mercî de ji bo jinên Tûnisî bibin xwedî hemû mafên xwe têbikoşin.”