Ji bo hilbijartinên heremê bang li saziyên navneteweyî hat kirin
Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo hilbijartinên herêmî yên 11’ê Hezîranê bi awayekî demokratîk û zelal bimeşin bang li saziyên navneteweyî kir ku bibin çavdêr.
![](https://jinhaagency1.com/uploads/ku/articles/2024/05/20240522-20240522-kuzey-ve-dogu-suriye-30-mayista-secime-gidiyor-jpg3cc756-image-jpg06b99e-image.jpg)
Navenda Nûçeyan - Xebatên hilbijartinên heremî ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku 11'ê Hezîranê are lidarxistin berdevam dike. Kongra Star û Civata Jinan a Zenubyayê bi pêşîhilbijartinan namzetên hevserokan diyarkirin wiha qeydên êjêr û xebatên diyarkirina navendên dengdayînê berdevam dike.
Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyeke nivîskî daû diyar kir ku ew amadekariya hilbijartineke serbixwe û şefaf dikin û ji bo şopandina pêvajoya hilbijartinê saziyên navneteweyî weke çavdêr vexwendin herêmê. Komîsyon daxwazên xwe ji bo saziyên navneteweyî wiha bi rêz kir:
“*Pêvajoya hilbijartinê heya dawî şopandin.
*Vekirina navendên hilbijartinê şopnadin û amadekariya vekirinê pêkanîn
* Şopandina pêvajoya dengdanê û peydakirina şert û mercên guncaw ji bo dengdanê.
* Şopandin û misogerkirina yekparebûna pêvajoya hejmartin û dabeşkirina dengan.”
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:“Em bang li gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku biçin ser sindoqan û bi awayek azad dengê xwe bidin kesên ku dixwazin di şaredariyan de nûnertiya we bikin.”