Ji bo derzî û teşxîsa zû ya penceşêra malzarokê semînerek online hat lidarxistin

Li Cezayîrê ji bo pêşîgirtin û rêbazên li dijî nexweşiya penceşêrê semînerek hat dayîn. Di semînerê de ji bo ku pêşî li penceşêra devê malzarokê were girtin hat gotin ku derzîlêdan û teşxîsa zû girîng e loma divê di vî warî de baldarî û hişyarî zêde bibe.

NECWA RAHIM

Cezayîr- Bi semînerek herêmî ya li ser online ji Cezayîr, Tûnis, Lubnan, Umman Qahîreyê hat lidarxistin de der barê xeterên vîrusa HPV û pêşîgirtina penceşêra devê malzarokê de kesên ku axivîn bal kişandin ser girîngiya hewldanên welatên Ereb û navneteweyî.

Pisporên ku tevlî semînerê bûn, bal kişandin ku li dijî vîrua HPV divê derzîlêdan çêbibe û dan zanîn ku bi teşxîsa zû derfetên pêşîgirtina penceşêra devê malzarokê û nexweşiyên bi wî rengî çêdibin. Her wiha hat diyarkirin ku ji bo derzîlêdan û gihîştina xizmetên kontrolê divê di navbera welatên Ereb de hevkariyek baş çêbibe.

Semîner 18’ê Mijdarê roja Sêşemê li Cezayîrê bi sernavê; “Bêdengiya ji bo penceşêra devê malzarokê” hat lidarxistin. Semîner bi hevkariya şirteka MSD’ê û beşdariya pisporên navneteweyî ha lidarxistin. Di semînerê de jinek ku behsa penceşêra devê malzarokê kir, şahidiya û vegotina wê ya bi bandor jî hat parvekirin û bangên ji bo derzîlêdan û kontrolên zû hatin kirin.

Ji bo nexweşiyên penceşêrê teşxîsa zû girîng e

Profesor Koordînatora Teknîk û Tendirustiya Dayîk û Zarokan Dr. Amal El-Sîsî,  tecrubeya Misirê ya di warê pêşîgirtina penceşêra devê malzarokê pêşkêş kir. El-Sîsî, bal kişand ku divê zarokên keç ên ji 15 salî biçûktir ji sedî 90 ji bo parastina ji vîrusa HPV’ê jinên temenê wan di navbera 35–40 salî de ji sedî 70 ji kontrola Pap smear werin derbaskirin û got ku HPV ji sedî 7 bi jinan re, ji sedî 21 jî bi mêran re bê semptom e û diyar kir ku ji sedî 80 jin di tevahiya jiyana xwe de herî kêm carek bi vîrusê dikevin.

Amal El-Sîsî, bal kişand ku ji ber kêmasiya derzîlêdan û teşxîsa zû, cureyên penceşêra qirêkê, dev  û penîsê li gorî yên din zêdetir bûye û got: “Li tevahiya cîhanê her sal nêzî 600 hezar bûyerên penceşêra devê malzarokê tên tesbîtkirin. Ji ber teşxîsa dereng rêjeya mirina mirovan di navbera ji sedî 50 û ji sedî 60 de ye.”

Divê kontrol di temenê zûtir de dest pê bikin

Seroka Beşa Anatomîk Patalojîk a Nexweşxaneya Benî Messoyus Prof. Asya Silîmanî li ser rewşa teşxîsa zû ya li Cezayîrê pêşkêşiyek kir diyar kir ku bernameyên kontrola neteweyî ya li welat bi gelek zoriyan re rûbirû ne. Asya Silêmanî, got ku di sala 2024’an de nêzî 266.300 jin ji bo penceşêra devê malzarokê hatine kontrolkirin, ji sedî 10’ê wan encamên wan ne asayî bûne û got: “A asayî ew e ku ji sedî 5 derbas nebe. Herî zêde kesên temenê wan di navbera 40–44’an de ji bo kontrolê serî li me dan lê divê kontrol di temenê zûtir de dest pê bikin. Daneyên fermî, kontrolên ku li nexweşxaneyên zanîgehan û klînîkên taybet tên kirin nagirin nava xwe, ji ber vê yekê rêjeya kontrolên rastîn dibe ku kêmtir be.”

Divê koordînasyonek di navbera welatan de were avakirin

Asya Silêmanî, da zanîn ku yek ji zoriyên li welat, tunebûna platformeke şopandinê ya dîjîtal a neteweyî, hejmara zêde ya nexweşan di klînîkên giştî de, kêmbûna pisporên kolposkopî ya ya di saziyên taybet de û zoriyên ji bo testa HPV ne û bal kişand ku li paytextê tenê navenda ACP’ê ya li Nexweşxaneya Benî Messous de bê pere testa HPV dike.

Şêwirmenda Herêmî yê Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê Lamia Mahmud jî behsa zoriyên ku li herêma Ereb tên kişandin kir, got ku ji bo ku her kes bikaribe ji derzîlêdan û kontrolê derbas bibe divê koordînasyonek di navbera welatan de were avakirin.

Pisporan diyar kir ku derziya HPV di bernameyên 151 welatan de heye û li tevahiya cîhanê her sal ji 500 milyonî zêdetir kes li xwe didin û got ku derzîlêdan bi ewle ye, bi xebatên ku bi dehan salan e tên kirin ev yek îsbat bûye.

Di dawiya semînerê de bang hat kirin ku divê medyaya Ereb di vî warî de zêdetir rola xwe bilîze. Pisporan bal kişandin ku der barê penceşêra devê malzarokê de divê agahiyên şaş werin sererastkirin, civak rast were agahdarkirin, jin zûtir teşwîqê kontrolê werin kirin û ji bo desteka neteweyî ji hewldanên pêşîgirtina vê nexweşiyê re hebe, rola medyayê pir girîng e.