Ji bo bedenên bê îtaat 8’ê Adarê 2026’an
Sala borî li gelemperî cîhanê, ji ber şerên ku qewimîn gelek kes bi taybetî jî jin rastî gelek binpêkirinan hatin. Berxwedana jinan a ji bo mafên aborî nîşan da ku edaleta civakî, şertê herî pêş ê aştî û pêşketina mayînde ye.
ŞÎLAN SEQÎZÎ
Navenda Nûçeyan – Sala borî li gelemperî cîhanê, jinan di nava dîroka xwe ya kolektîf de xwe di nava aloziya hêzên dijber de dîtin. Li aliyekî îşaretên pêşketina hiqûqî û saziyan hat dîtin, li aliyê din jî vegera berxwedana pargelî û îdeolojiyên bi hêz ên li dijî wekheviyê jiyan.
Li gorî daneyên pêbawer, rapor û îstatîstîkên herî girîng ên sala borî peyamek pir alî raxist ber çavan. Di rapora ku Yekîneyên Jinên Neteweyên Yekbûyî (UN Women) weşandî de, diyar dibe ku mafên ji çaran yek jinên li welatên cîhanê kêm bûne. Ev meyl bi paşveçûna demokrasiyê û bilindbûna hêzên zayendî yên paşverû çêbû. Ev paşveçûn, tevî hewldanên 30 salan ên piştî ‘Konferansa Pekînê’ ji bo wekheviya zayendî, tê meşandin, nîşan da ku pêşketina mafên jinan, di asta navneteweyî de ne rast e, ne jî di bin temînatê de ye.
Yek ji pirsgirêkên herî girîng, cudahiya di navbera qanûnên zayendî yên hatine derxistin û bicîhanîna wan de ye. Rapora banqeya cîhanê, nîşan da ku li welatên hinek cureyên qanûnên wekheviya zayendî hene jî bicîhanîna wê pir qels e. îro jinên cîhanê ji kêmî ji sedî 5 xwedî mafên wekhev ên aboriyê ne.
Newekheviya di pêkanînê de, di asta ‘gefên veşartî’ de, rê li ber derxistina polîtîkayên zayenda civakî vedike. Di vê rewşê de her çendî zagon di dîtinê de werin parastin jî di pratîkê de li cihê ku azadiya jinan bigre bin temînatê, sînordariyên saziyê di nava heman pergalê de dihêlin. Ango li ser kaxezê, zagonên ku diparêzin, di rastiyê de mafên jinan bi wateya wê nagirin bin temînatê.
Raportorê Taybet ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî yê Îranê nîşan da ku piştî tepisandina xwepêşandanên li seranserî Îranê û hatin rojevê ya qanûna ‘Hîcab û îfetê’ rewşa jin û keçan xirabtir bûye. Bi îfadeya rexnegiran, tundiya pergalî ya li dijî azadî û bedena jinan ku Komara Îslamê ya Îranê sazî dike, di pratîkê de mafên jinan tenê sînordar nake di heman demê de xistiye bin gefê.
Herî kêm 20 jin ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin qetilkirin
Li gel vê rastiya neteweyî, raporên serbixwe nîşan didin ku binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî jinên Kurd, weke girtin, binçavkirin, bangkirina ji bo îfadeyê û darvekirinên pergalî û vekirî, bi zexta bingeha zayenda civakê re ketiye nava hev û ev di nava salek de gelek zêde bûye. Di Çileya 2026’an de, tenê li Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 20 jin ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine kuştin.
Ev dane nîşan didin ku di gelek diyardeyên civakî yên tundiya li dijî jinan de, xuya dibe ku ev ne tenê pirsgirêkek zayendî ye, di heman demê de têkiliya wê bi pergala desthilatdar û zextê re heye. Ev rewş di aliyê nêrîna femînîst a radîkal de, ne weke bûyerên yekalî, di pergala desthilatdarî û pêvajoyên avakirina dewletê de, newekheviya zayenda civakê wek hilberînek nû ya pergalî tê fêmkirin.
Di asta herêmî de jî Efganistan di aliyê mafên jinan de, hê cihekî herî bi krîz e. Jinên di bin rêveberiya Talîbanê de, bi qedexeyên zêde yên perwerde, xebat û beşdariya jiyana civakê re rûbirû ne. Di pêkanînên nû de, sînordarkirina azadiya îfadeyê, heta sazûmaniyên ku îşkence û cezayên bedenî digre nava xwe hene. Li gorî Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, ev rewş rê li ber avakirina rejîmeke bi fiîlî nêzî ‘zayenda civakê ya mêrsalar’ vedike.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji aliyê UN Women ve ji bo hewldanên wê yên ji bo bicîhanîna biryara Konseya Ewlekariyê ya 1325’an a li ser Jin, Aştî û Ewlehiyê ku gavek e vîzyona nû ya siyaseta zayendî temsîl dike, hatiye erêkirin. Ev hewldan nêzikatiyeke nû ya li hemberî polîtîkayên zayenda civakê diteyîsîne. Beşdariya çalak û rêxistinkirî ya jinan di pêvajoyên aştî û ewlehiyê de, ne tenê wek mafên takekesî, di heman demê de weke hêmanên bingehîn ên ewlehiya neteweyî û civakî ye. Her çendî ev nêzîkatî sînordar û rûbirûyî zoriyan be, ne tenê guherîna zagonan, îşaret bi ‘Femînîzmeke siyasî’ ku hedef dike ji nû ve pênase bike dike.
Rêjeya beşdariya jinan di parlamentoyê de ji sedî 27 e
Li welatên rojava, nîşaneyên beşdariya jinan a siyasî û saziyan hinek zêde bûye. Mînak rêjaya beşdariya jinan a di parlamentoyê de gihîştiye ji sedî 27’an. Ev di hinek welatan de gihîştibe hejmara rekorê jî nîşan dide ku hê mesafeyek girîng ji bo wekheviya rast heye. Dema li perspektîfa rexnegir mêze bikin, ev cure pêşketinên fermî ku di saziyên siyasî de tên dîtin, gelek deman di asta sembolîk de mane. Di pêkanîna aborî, çandî, vegerên pergalî yên saziyên desthilatdariyê, di şertên jiyana jinan de di pêkanîan wekheviya şênber de zor dike.
Di aliyê felsefeya femînîst a radîkal de, ev tablo, dişibe paradoksa zayenda civakî ya dîrokî. Di vî alî de îdiayên hiqûqî, raporên saziyên navneteweyî û polîtîkayên hinek dewletan îşaret bi pêşxistina mafên jinan dikin. Li aliyê din vegera hêzên zayenda civakî ya kevneperest û saziyên zextê, nîşan dide ku kapasîteya ji nûve avakirina hegomonyaya xwe ya pergala mêrsalar hê bi hêz e. Ev paradoks di xebatên wek Judith Buter difikirin de tê dîtin.
Li gorî Buter, zayenda civakê û desthilatdarî ne tenê pergalên zagonî, di heman demê de bîra kolektîf a civakê û bendewariyê normatîf bi cih bûye. Ji ber vê ev sazûmanî ne tenê bi reformên hiqûqî divê vegere mekanîzmayên desthilatê û nasnameya zayenda civakê.
Li gel vê, di sala borî de, têkoşîna jinan û tevgerên femînîst ên li herêmên cuda yên cîhanê, ne bû yek alî ne jî bê bandor bû. Ezmûnên jinan ji Amerîkaya Latîn, heta Efrîka, ji Asyayê heta Rojhilata Navîn nîşan daye ku eniyên berxwedana zayenda cihêreng a civakê ava kirine. Têkoşîna li dijî zagonên cudakarî, hewldanên beşdariya saziyên siyasî, aborî û avabûna torên piştevaniya navneteweyî ye. Ev berxwedan rasterast li dijî hêzên zayendî yên paşverû yên ku li gelek welatan xwedî desthilatdariya siyasî û çandî ye.

Eger em bixwazin vê rewşê bi çavên teorîsyenek femînîst a radîkal binirxînin, di 12 mehên dawî de, rewşa jinan ne tenê berhevkirina daneyên mafên mirovan e, di heman demê de îdiayeke kolektîf ji bo ji nû ve pênasekirina zayenda civakê di têkiliya desthilatdariya gerdûnê de ye. Di dema krîtîk a dîroka hemdem de, jinên li çar aliyên cîhanê, ji beşdariya siyasî bigre heta têkoşîna civakî ji bo azadî û ewlehiya jiyanê, nîşan dane ku mafên jinan nabe tenê di qanûnê de werin bicihkirin divê di saziyên rêveberiyê, aborî û çandê de ji nû ve werin fikirîn.
Di encamê de, Roja Jinan a Cîhanê ya 2026’an, di nav pevçûnên herêmî de dikare weke sembola berxwedana berdewam a jinan li hember projeyên paşverû yên zayendî yên gerdûnî û herêmî were fêmkirin. Ev tevger, hewl dide nîşan bide ku edaleta zayendî ne mijareke duyemîn e, pêdiviyek e ji bo her cure aştî, ewlehî û pêşketina domdar. Pirsgirêkek ku ger cidî neyê girtin dê cîhaneke ku şahidiya paşveçûna mafên jinan dike, li cihê ku wekheviyê bi dest bixe, bikeve nava aloziya krîzên siyasî û aborî yên zêde dibe.